Li taxa Kisasê ya Rihayê di înşaeta avahiyekê de qeza pêk hat. Di qezaya li înşaetê de 5 karker di bin betonê de man. 2 karkeran jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Kisasê ya Rihayê dema xaniyekî yek qat ava dikirin û beton dirijandin qalib, xanî hilweşiya. Di hilweşîna xanî de 5 karker di bin betonê de man. Welatiyên derdorê bang li serwîsa lezgîn a 112an kir. Piştî yekineyên serwîsa 112an û AFADê bi hawarê hatin, 5 karker ji bin betonê derxistin û rakirin nexweşxaneya Mehmet Akif Înanê ya Rihayê. Ji karkeran Sedat Kurt û Yakup Guneş jiyana xwe ji dest da.













