Aktîvîsta TJAyê û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kutlu ya ku li nexweşxaneyeke li Edeneyê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kutlu ya ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Bêrîvan Kutlu li beşa onkolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Balcaliya Edeneyê ji ber nexweşiya penceşêra mejî (îlîk) dihat tedawîkirin. Ev 5 meh bûn ku Bêrîvan Kutlu li dijî nexweşiyê têdikoşiya û dihat dermankirin. Tevî tedawî ango dermankirinê jî Bêrîvan Kutluyê jiyana xwe ji dest da.
Tê payîn ku cenazeyê Bêrîvan Kutluyê sibê li gundê Navyan were definkirin û şîn dê li Silopyayê were danîn.

Kurtejiyana Bêrîvan Kutluyê
Bêrîvan Kutlu di sala 1981ê de li gundê Navyan ê Şirnexê hatiye dinê. Bêrîvan Kutluyê ji sala 2002yan ve bi xebatên HADEPê di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de xebatên siyasî bi rê ve dibir. Kutlu di Hilbijartina Xwecihî ya sala 2014an de li Bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê bû hevşaredar û di sala 2017an de qeyim tayînî şûna wê hate kirin. Ew di Hilbijartina Xwecihî ya 31ê Adara 2019an de bû Hevşaredara Cizîrê. Qeyim tayînî şûna wê hat kirin û wezîfeya wê jê hate girtin. Di Hilbijartina Xwecihî ya 31ê Adara 2024an de namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Şirnexê bû. Ji ber ku bi serneket wek hevşaredar nehat bijartin. Bêrîvan Kutluyê piştre di nava TJAyê de xebatên xwe berdewam kir.










