* Hevberdevkê Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç diyar kir ku vekişandina gerîlayan a ji Zapê ji bo riskên şer ji holê rake pêk hat û got: “Divê dewlet li hemberî gavên PKKê gav biavêje.”
* Hevserokê KNKê Ahmet Karamus da zanîn ku qonaxa ku Kurd di nav de derbas dibin hewcedariya yekîtiya neteweyî derdixe pêş û got: “Amadekarî û biryareke me ya ji bo kongreyeke yekrêziya neteweyî heye.”
* Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen ku têkildarî tundiya li dijî jinan destnîşan kir ku yekane hêza ku jinan ji tundiya mêran biparêze xwe birêxistinkirin e.
* Li gorî daneyên ÎSÎGê di serdema AKPê de hezar û 57 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dane û bajarên wek Riha, Stebol û Dîlok di rêza yekemîn de ne.
* TJA dê bi boneya piştevaniya bi jinên girtî re li ber Postexaneya li navçeya Sûrê daxuyaniyê bide û dû re ji jinan re qert bişîne. (11.30)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wê di komcivîna partiya ya li Meclîsê de geşedanên di rojevê de binirxîne. (12.45)
* Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî dê ji bo daxwazên gelê Kurd ên derbarê zimanê Kurdî de bi beşdariya zêdetirî 750 saziyan dê li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya Peyasa Amedê deklarasyoneke hevpar bi raya giştî re parve bike. (13.00)
* Komîsyona Meclîse dê di civîna xwe ya 17emin de li Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin guhdar bike. (15.00)
* Cenazeyê siyasetmedar û aktîvîsta TJAyê Bêrîvan Kûtlû li gundê Navyan ê Şirnex bi tevilbûna Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari dê were definkirin.
Kirmanckî
* Platformê Derûdor û Weşîye, Xozayî, Dêrsim de vera qirkerdişê xoza Meydanê Seyîd Riza de mîtîngêk kerdbi. Cinîyê ke beşdarê mîtînîgî bîyê, vengê xo kerd yew û dîyar kerd ke ê seba erd û asmênê xo, koyanê xo ameyê tîya û do wayîrvejîyayîşê welatê xo ra fek veranêdê.









