• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Heke pêvajoyeke nû bibe divê ewilî kujerên Komkujiya Roboskî bên cezakirin

Şirnex / AW

28 KANÛN 2024 - 15:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser gora qurbaniyên Komkujiya Roboskî axivî û diyar kir ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hatiyê û got: “Em hêvî dikin ev hevdîtin bibe sedema pêvajoyeke nû. Heke pêvajoyeke nû wê dest pê bike divê di serî de Komkujiya Roboskî were ronîkirin û faîl werin cezakirin.”

 

Qurbaniyên Komkujiya Roboskî di salvegera 13emîn li ser gorên xwe li gundê Roboskî hatin bibîranîn. Malbatên qurbaniyan serê sibehê zû çûn ser gorên zarokên xwe û qurbaniyên xwe bi bîr anîn.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, gelek rêveber û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bîranînê bûn.

Malbatan wêneyên qurbaniyan hilgirtin û li ser goristanê ji bo pêşwazî û bixêrhatina beşdaran rêz bûn. Şandeya DBPê û DEM Partiyê bi girseyî hatin goristanê û malbat ew pêşwazî kirin. Ciwanan pankarta bi nivîsa “Hêviya me hebû li ser van ax û zinaran bombe barandin ser zarokên Kurdan” vekirin û bi berzkirina dirûşmeya  “Roj wê bê û wê kujer hesab bidin” hatin ser goristanê. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Komkujiya Roboskî di sala 13an de li benda edaletê ye” hat hilgirtin. Her wiha girseyê dowîzên, “Roboskî xwîna Kurdistanê ya ku her diherike ye” “Ji bîrkirin xiyanet e”, “Li gundê Roboskî balafîran mirin barandin” hildan. Bernameya bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

‘Kujer nehatin cezakirin’

Ewilî Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik axivî û diyar kir ku tevî 13 sal derbas bûne jî edalet pêk nehatiye û got ku helbet rojeke kujer wê hesab bidin.

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî axivî û bi bîr xist ku 34 welatiyên Kurd bi bombebaranê hatin kuştin û ew ê jî heta dawiyê doza Roboskî bişopînin.

Sekretera Giştî ya KESKê Sevgî Yılmaz, Serokê EMEPê Seyît Aslan û ji EHPê Senem Kural û ji CHPê Levent Gok axivîn û qurbanî bi bîr anîn.

Li ser navê dayikên Roboskî Halîme Encu axivî û anî ziman ku 13 sal in kujer nehatine cezakirin û got: “Çi sûcê zarokên me hebû hey zalimno, hey kujerno. Em dibêjin êdî bila edalet bê. Êdî em komkujiyan naxwazin û bes e. Parçeyên zarokên me ji bîra me naçe.”

‘Komkujiyên li ser Kurdan rewa dikin’

Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayındir axivî. Keskîn Bayındir anî ziman ku doza edaletê ya Roboskî ya hemû Kurdistanê ye û wiha got: “Sed sal e li dijî gelê Kurd komkujiyên weke Roboskî pêk hatine. Niha jî dixwazin komkujiyên nû bikin. Heta niha kujerek ku komkujiyan pêk anîne nehatine cezakirin. Di qanûnên dewletê de sûcên li dijî gelê Kurd tên rewakirin û parastin. Mijara Roboskî û komkujiyên li ser erdnîgariyê Kurdistanê hemû hatin rewakirin. Heta li vî welatî azadî pêk were em ê li pey doza azadiyê bin. Hûn sînoran jî deynin, lê welatê me yek e. Kurd bi hezaran salan e bi ziman û çanda xwe dijîn. Yên terorîst ne em in yên ku terorê dike ew kesên ku komkujiyê dikin e. Niha jî ji bo Rojava dibêjin li pişt sînor ‘terorîst’ hene û li wir Kurdan qetil dikin. Heta edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Pêvajo bi cezakirina kujeran dikare were destpêkirin’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku heke pêvajoyek dest pê bike divê di destpêke de kujerên Roboskî bên cezakirin û wiha axivî: “Kujerên Roboskî diyar in. Heta kujer bên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Pirsgirêk bi komkujî û bê cezakirinê nayên çareserkirin. Bi tunehesibandinê Roboskî tune nabe. Li vir dayikên me tên ser gora zarokên xwe û bi wêneyên zarokên xwe banga edaletê dikin. Niha hevalên me li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin. Divê deriyên Îmraliyê bi temamî bên vekirin. Em hêvî dikin ku ev hevdîtin bibe sedema pêvajoyeke nû. Em hêvî dikin ji Roboskiyê re jî edalet pêk were. Heke pêvajoyeke nû wê dest pê bike divê di serî de faîlen komkujiya Roboskî û hemû komkujiyan bên cezakirin. Her wiha divê êrişên li ser Rojava jî demildest werin rawestandin. Her bombeyên li Rojava dikevin di heman demê de li dilê dayikên Roboskî dikeve. Em soz didin dayikan, em ê li pey doza Roboskî bin. Malbatên Roboskî ne bi tenê ne. Heta faîl bên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

 

 

 

Etîket: Komkujiya RoboskîRoboskî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

28 NÎSAN 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ji dewletê xwest ku lêborînê bixwaze

Platforma Ked û Demokrasiyê ji dewletê xwest ku lêborînê bixwaze

28 KANÛN 2025
Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

28 KANÛN 2025
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

26 KANÛN 2025
Li gundê Roboskî civîna gel hat lidarxistin

Li gundê Roboskî civîna gel hat lidarxistin

8 TÎRMEH 2025
Li sînorê Kobanê bang kirin: Parastina Rojavayê erka me ye

Li sînorê Kobanê bang kirin: Parastina Rojavayê erka me ye

28 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (377)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne