Metirsî û xetereya li ser jiyana rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku ji 14ê Cotmehê vir ve nexweş e, didome. Bijîşkan diyar kir ku dê xwînê teqwiyeyî laşê Aykol bikin.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê Cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mêjiyê wî û rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çûbû ser mêjiyê wî û meheke ku li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Huseyîn Aykol dema dihat dermankirin enfeksiyon girt û ji bo pêşî li enfeksiyonê bê girtin tedawiya wî ya krîtîk berdewam dike. Huseyîn Aykol ku bi amûra bêhn standinê tê dermankirin rewşa wî ya xeternak didome.
Bijîşkan diyar kir ku nirxê xwîna wî kêm bûye û ji ber vê yekê jî dê xînê takviyeyî laşê Aykol bikin. Serdanên ji bo Huseyîn Aykol jî li nexweşxaneyê berdewam dike.













