• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rapora şeredariyên DEM Partiye hat aşkerakirin

Mêrdîn / AW

19 MIJDAR 2025 - 17:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rapora şeredariyên DEM Partî derbarê xebatên kampanyaya, “Ji bo jiyaneke bê tundî û azad gotina me neqediya û em ê bi hev re tundiyê rawestînin”  hat aşkerakirin.

Şeredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rapora xebatên salekê ya kampanyaya bi şiara “Ji bo jiyaneke bê tundî û azad gotina me neqediya û em ê bi hev re tundiyê rawestînin” aşkera kir. Daxuyaniya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat dayin hevşeredarên jin ên DEM Partî û gelek jin tevlîbûn. Beriya daxuyaniyê Hevşeredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku şûna wê qeyûm hatibû tayinkirin axivî. Piştî axaftinê metna daxuyaniyê ya Kurdî ji aliyê hevşeredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan ve hat xwendin.

Gulbîn Şahîn Daghan di destpêka axaftina xwe de balkişand 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinan û got ku ew bi mîrateya têkoşîna jinan vê rojê pêşwazî dikin. Gulbîn Şahîn Daghan destnîşan kir ku di bingeha tundiya li dijî jinan de pergala mêrsalarî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên şer û pevçûnê yên ku ji hêla hişmendiya serdest a mêr ve li seranserê cîhanê têne meşandin û hemû beşên civakê dihewîne dibin sedema ku jin bedela herî giran bidin. Sazûmaniya siyasî û civakî ya ku jinan paşguh dike, tundiyê rewa dike û mafê wan ê nûnertîyê desteser dike, rûyê xwe yê herî hovane di kuştina jinan û kuştina sîstematîk a jinan de aşkera dike. Di vê qonaxê de, aşkeraye ku pirsgirêk bi taybetî mijara azadiya jinan bi têgeh û rêbazên ku ji hêla sîstema heyî ya baviksalar ve têne hilberandin nayên çareserkirin. Çareserî bi avakirina civakê ji bingehê bi komunan, ku şêweyê xwezayî yê hebûnê ne; bi vejandina nirxên exlaqî û siyasî û bi derbaskirina zihniyeta mêr a bi hezaran salan mimkun e.”

‘Modela hevserokatiyê modelek azadiyê ye’

Gulbîn Şahîn Daghan di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku ew dev jî modela hevserokiyê bernadin û wiha pêde çû: “Serpêhatiya me di rêveberiya herêmî de ku di sala 1979an de bi sê endamên meclîsê yên jin dest pê kir niha di encama têkoşîna me ya jinan de di hevserokatî û temsîliyeta wekhev de cih digire. Hevserokatî û temsîliyeta wekhev tê wateya beşdarbûna çalak a jinan ne tenê di siyasetê de, lê di heman demê de di hemî pêvajoyên rêveberiyê û qada giştî de misogerkirina beşdarbûna wekhev di pêvajoyên biryardanê de û ji nû ve pênasekirina rolên zayendî ye jî. Têgihîştina aştî û civaka demokratîk xeleka tundîtiyê ya ku ji hêla zayendperestî, olperestî, mîlîtarîzm û serdestiya mêran ve çêdibe dişkîne, deriyên li ber edalet, azadî û aştiya mayînde vedike û jinan wekî hêza pêşeng a veguherîna civakî digire nav xwe. Wek jinên ku di warê Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk de têdikoşin, em rol û mîsyona xwe di avakirina aştî û civaka demokratîk de dizanin û em dizanin ku rêveberiyên herêmî bingeha avakirina civakên demokratîk in.”

Xebatên kampanyayê

Gulbîn Şahîn Daghan derbarê xebatên kampanyaya wan dabû destpêkirin de jî ew agahî parve kir: “*Me li bajarên xwe nexşeya tundî û xizaniya jinan derxist. Di çarçoveya têkoşîna li dijî xizaniya jinan de ji bo ku jiyana kevneşopî a komunal bê domandin bostanên jinan ên bajêr hat avakirin. Ji bo jin û zarokan bankayên cil û bergan û bazarên kedê yên jinan ava kir.

*Di 369 çalakiyên perwerde û hişyariyê de me xwe gihand 12.411 jinan bi armanca pirskirina rolên civakî û belav kirina nêrînek bê tundî û wekhevî hedef girt.Di komxebatan de beşdarvan li ser şîdeta li ser bingeha zayendî, cudakarî, şêwazên rol û polîtîkayên wekheviyê hatin agahdarkirin û asta hişyariyê bi rêbazên înteraktîf hate zêdekirin. Di encama xebatan de beşdarvanan re hestyariya zayendiya civakî xurt bû û asta xwecihî de ki bo piştgiriya perspektîfa wekhevî me tevkarî da.

*Me rêbazên xwe yên têkoşîna li dijî tundiyê di hemû warên jiyanê de berfireh kirine û di vê çarçoveyê de li 45 şaredariyên me ‘belgeya helwestê ya li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî’ hat îmzekirin.
*Di çarçoveya kampanyayê de em bi jinan re di têkiliyeke berdewam de bûn û serdanên hevgirtinê ji bo jinên esnaf pêk anîn. Di van serdanan de me bi qasî 2,601 jinên esnaf re hevdîtin kir.

*Her wiha me 189 stand danîn bi qasî 14,958 jinan re têkilî danîn û saziyên jinan ên ku ew dikarin heke pirsgirêkên wan hebin bi wan re parve bikin.

*Di nava salekê de me armanc kir ku rasterast bi jinan re têkilî deynin. Di çarçoveya vê hewildanê de me 225 civînên jinan li dar xist ku gihîştin 28,991 jinan.

*Di civînên ku me lidar xistin de ji bo veguherandina parkên bajêr bo cihên jiyanê yên jinan me bi qasî 25,433 jinan re hevdîtin pêk anî.

*Nêzîkî 8,500 jin beşdarî festîvalên jinan bûn ku me lidar xistin da ku çanda jinan ku di bin êrîşa mêran de ye bêtir xuya bibe.

*Di seranserê kampanyayê de me pênc festîvalên keda jinan li dar xistin da ku keda jinên rastî îstismarkirinê hatine xuya bikin, jinan bi awayekî çalak di hilberînê de beşdar bikin û hevgirtina di navbera jinan de xurt bikin. Me nêzî 12.220 keda jinan anî cem hev.

*25 navendê piştevaniya jinan

*41 navenda jiyanê ên jinan

*28 navendên bêhnvedanê vebûn

*492 jinan re piştgiriya psîkolojîk hat dayîn.

*142 jinan re piştgiriya hiqûqî hat dayîn.

*Dema tundiyê de ji bo jin bi lez xwe bigihînin me xeta şîdetê me dîsa aktîf kir.

*Me meclîsên jinan ên şaredariyên xwe wekî pratîkek ji bo îdiaya me ya rêveberiya demokratîk û kolektîf ji nû ve ava kir.

*Me komîsyonên wekheviya jinan ava kirin da ku newekheviya zayendî ji holê rakin.

*Me yekîneyên perwerde û polîtîkayên jinan û atolye ji bo hilberîn û perwerdehiya jinan ava kir.

*Me çalakiyên civakî berfireh kirin da ku qadên huner û werzîşê ku berê wekî qadên mêran dihatin hesibandin me ji bo azadiya jinan re çalakiyên hestiyartir kir.”

Etîket: aşkeraDEM PartîraporŞaredarî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

7 HEZÎRAN 2026
DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

6 HEZÎRAN 2026
Ayşegul Dogan: Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bîne û gav biaveje

Ayşegul Dogan: Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bîne û gav biaveje

6 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

5 HEZÎRAN 2026
Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

5 HEZÎRAN 2026
Heyeta SPDê serdana DEM Partiye kir: Pêvajo hate gotûbêjkirin

Heyeta SPDê serdana DEM Partiye kir: Pêvajo hate gotûbêjkirin

5 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Diyar Koç ku bi hedef nîşandanê hatibû girtin hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (260)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne