• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nûçegihanê me Oruç bi lêdanê hat binçavkirin

    CPJ: Divê Nedîm Oruç demildest bê berdan

    Cîgirê Serokwezîrê Îngilistanê bi şandeya Rojava re civiya

    Cîgirê Serokwezîrê Îngilistanê bi şandeya Rojava re civiya

    Çeteyan li Reqayê malbateke Kurd kuşt

    Çeteyan li Reqayê malbateke Kurd kuşt

    ‘Terorîstên DAIŞî dê bi ser nekevin’

    ‘Terorîstên DAIŞî dê bi ser nekevin’

    Rêveberên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Rêveberên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Ciwanan li taxên Amedê ji bo Rojava çalakî li dar xistin

    Ciwanan li taxên Amedê ji bo Rojava çalakî li dar xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nûçegihanê me Oruç bi lêdanê hat binçavkirin

    CPJ: Divê Nedîm Oruç demildest bê berdan

    Cîgirê Serokwezîrê Îngilistanê bi şandeya Rojava re civiya

    Cîgirê Serokwezîrê Îngilistanê bi şandeya Rojava re civiya

    Çeteyan li Reqayê malbateke Kurd kuşt

    Çeteyan li Reqayê malbateke Kurd kuşt

    ‘Terorîstên DAIŞî dê bi ser nekevin’

    ‘Terorîstên DAIŞî dê bi ser nekevin’

    Rêveberên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Rêveberên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Ciwanan li taxên Amedê ji bo Rojava çalakî li dar xistin

    Ciwanan li taxên Amedê ji bo Rojava çalakî li dar xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwanên DEM Partiyê xistine hucreyan û qawişên bêalî li wan ferz dikin

Fexredîn Kiliç / AW

20 MIJDAR 2025 - 08:58
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Malbatên endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Yûsûf Demîrpolat û Suleyman Kahraman ku li Amedê hatibûn girtin li girtîgehê serdana zarokên xwe kir û diyar kir ku zarokên wan xistine hucreyan û bicihkirina qawişên bêalî li wan ferz dikin.

Platforma Ciwanên Welatparêz ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” di 18ê Cotmehê de meşek li dar xistibû. Piştî meşê ciwan ji aliyê nijadperestên Tirk, rayedarên desthilatê û Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya ve hedef hatibûn nîşandan.

Polîsên ku di 21ê Cotmehê de li gelek bajaran bi ser malan de girtibûn û zarokê bi navê Ferhat Gezer (17), ciwanên bi navê Yûsûf Demîrpolat, Suleyman Kahraman, Halît Konûk, Haşîm Kûtlûk û Ozcan Dal ên endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ne binçavkiribûn. Ciwanên ku sê rojan di binçavan de hatibûn ragirtin di 24ê Cotmehê de piştî îfadeyên wan ên li dozgerî û dadgeriyê hatibûn girtin û ew şandibûn girtîgehê.

Malbatên ciwanên bi navê Yûsûf Demîrpolat û Suleyman Kahraman dan zanîn ku çûne Girtîgeha Ewlehiya Bilind a bi Hejmara 1an a Amedê ku zarokên wan tê de tên ragirtin û serdana wan kirine. Malbatan diyar kir ku zarokên wan avêtine hucreyan û bicihkirina qawişên bêalî li wan ferz dikin.

‘Nahêlin ew biçin qawişên hevalên xwe’

Dayîka Yûsûf Demîrpolat, Rojda Demîrpolat da zanîn ku di 18ê Mijdarê de çûye serdana kurê xwe û wiha got: “Kurê min got ‘em di hucreya yekkesî de ne û bi awayekî psikolojîk nebaş in. Ji me re dibêjin an hûn ê biçin nava kesên bêalî an jî hûn ê di hucreyê de bimînin.’ Kurê min ew jî vê yekê qebûl nakin. Ji ber vê got heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Nahêlin ew biçin qawişên hevalên xwe yên din û zexta çûyîna nava bêaliyan li wan dikin.”

‘Zexteke psîkolojîk li ser wan heye’

Rojda Demîrpolat anî ziman ku dema ew diçin girtîgehê jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got: “Em cilan dibin wan bi paş ve dişinin û dibêjin hefteyeke din bînin. Vê hefteyê jî me birin got hefteya pêş bînin. Bi vî awayî jî pirsgirêkan derdixînin. Zexteke psîkolojîk li ser wan heye.”

Banga hestiyariyê li raya giştî kir

Rojda Demîrpolat xwest ku kurê wî hevalên xwe yên di hucreyan de bibin qawişên hevalên wan û destnîşan kir ku ew ê dest ji doza zarokên xwe bernedin. Rojda Demîrpolat da zanîn ku dema zarokên wan dest bi greva birçîbûnê bikin ew ê jî bikevin greva birçîbûnê û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

‘Em dixwazin ji hucreya yek kesî bê derxistin’

Dayîka Suleyman Kahraman, Elîf Kahraman jî da zanîn ku ew di 19ê Mijdarê de çûye hevdîtina kurê xwe û wiha got: “Kurê min jî di hucreya yek kesî de ye. Dema me pê re hevdîtin kir, got ku ‘heke zextên wan ên li ser me berdewam bikin, em ê bikevin greva birçîbûnê. Vê yekê ji rayedaran re ragihînin.’ Em dixwazin ji hucreya yekkesî bê derxistin û wî bibin cem hevalên wî. Em naxwazin bikeve nava kesên bêalî.”

Yûsûf Demîrpolat
Suleyman Kahraman

 

 

Etîket: Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM PartiyêMeclisa Ciwanan a DEM Partiyê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Werin em dengê azadiyê bilind bikin

Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Werin em dengê azadiyê bilind bikin

23 KANÛN 2025
Ji 7 kesên li Cizîrê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin

Li Stenbolê 9 ciwan hatin binçavkirin

24 COTMEH 2025
Ciwanên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan tax xemilandin

Ciwanên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan tax xemilandin

23 ÎLON 2025
Ciwan sibê li Wanê şahiyê li dar dixin

Ciwan sibê li Wanê şahiyê li dar dixin

4 ÎLON 2025
Ciwanên DEM Partiyê û DBPê banga meş û festîvalê kirin

Ciwanên DEM Partiyê û DBPê banga meş û festîvalê kirin

8 TEBAX 2025
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em dimeşin Amarayê

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em dimeşin Amarayê

24 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1046)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne