Enqere – Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî yê ji Rêveberiyên Xwecihî berpirsiyar e da zanîn ku Tirkiye ji ber tirsa xweseriyê şerh daniye ser 6 xalên Hevpeymana Navneteweyî ya Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî û xwest ev şerh werin rakirin.
Hevpeymana Navneteweyî ya Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê di 15ê Cotmehê 1985an de hat qebûlkirin û di 1ê Îlona 1988an de jî ket meriyetê. Tirkiyeyê ew şert di 21ê Mijdara 1988an de qebûl kir û di 6ê Nîsanê 1993an de tevî qanûnên xwe kir. Lê Tirkiyeyê bi hinceta “Fikara me heye” şerh li ser 6 xalan danî. Di nav wan xalan de xweseriya Rêveberiya Herêmî heye û Tirkiyeyê ji ber pergala navendî ew şert nexist meriyete. Bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re yek mijara tê nîqaşkirin jî Xweseriya Rêveberiya Herêmî ye. Ji bo xweseriya Rêveberiyên Herêmî li gor hevpeymana Ewropayê pêk were divê Tirkiye fikarên hincetên xwe yên li ser wan 6 xalan rake û wan 6 xalan jî bixe meriyetê.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxwaza pergaleke ne navendî, pergaleke ku rêveberiyên herêmî xurt bin dike û ji bo ku ew qanûn ji bo şeredarî ango rêveberiyên herêmî bikeve meriyetê xebatên xwe didomîne. Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî ku ji Rêveberiyên Xwecihî berpirsiyar e têkildarî Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî û xebatên wan ji Ajansa Welat re axivî.
‘Tirkiye ji pergala xweseriyê ditirse’
Mehmet Ruştu Tiryakî anî ziman ku 47 dewletan ew şert îmzekirinê û yek ji wan jî Tirkiyeye. Mehmet Rustu Tiryakî bi lêv kir ku di serdema AKPê de di qanûnên rêveberiyên herêmî de guherîn pêkhatin û ev tişt gotin: “Di nav van qanûnan de yek qanûna şeredariyyêe. Dema Tirkiyeyê ew şert qebûl kiribû di qanûnê de xalek derbas dibe; dibêje Lijneya Wezîran hertim dikarê van xalên fikar hene rake. Lê ji sala 1993an ve heta niha ew fikar nehatinê rakirin û fikarên li ser wan 6 xalên hevpeymanê berdewam dikin. Ew fikar çi ne; Yek xweseriya rêveberiya herêmî divê bê qebûlkirin. Yanî hem ji aliyê îdarî û hem jî aliyê aborî ve divê rêveberiyên herêmî bên qebûlkirin. Ya din jî şeredariyek heke bixwaze dikarê derveyî welat jî tekiliyan ava bike. Sedema fikarên ku Tirkiye li dij wan şertên hevpeymanê nîşan dide tirsa xweseriyêye. Pergala Tirkiyeyê li ser navendîbûnê avabûye. Ji ber wê jî naxwaze ku pergala rêveberiyên herêmî xweser bibe. Lê pergala xweseriya rêveberiyên herêmî roj bi roj mezintir dibe. Ji aliyê aborî û rêveberiyê ve biheztir dibe.”
‘Divê ji aliyê rêveberiyên herêmî ve jî gav ben avetin’
Mehmet Ruştu Tiryakî destnîşankir ku Tirkiye li ser yekperestiyê avabûye û wiha pê de çû: “Cîhekî wekî Kurdistanê ku Kurd li wir dijîn naxwazin rêveberiyên herêmî bi hêz bibin. Yanî mafê rêveberiya herêmî ya gelê Kurd jî qebûl nekirinê. Heke mijar çareserkirina pirsgirêka Kurd be em bawer dikin bi vê rêbazê dê mijar bêhtir bê çareserkirin. Her du jî giredayî hev in. Ji bo wê jî em dibêjin di demeke nêz de divê ji aliyê rêveberiyên herêmî ve jî gav bên avêtin.”
‘Divê Tirkiye şerha li ser 6 xalan rabike’
Mehmet Ruştu Tiryakî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de divê ji 3 aliyan ve gavên qanûnî ben avetin û axaftina xwe wiha domand: “Yek, ji bo sekinandina şer qanûn derbikevin. Ya 2an, ji bo civakeke demokratîk qanûn bên çêkirin. Ya din jî ji bo rêveberiyên herêmî jî qanûn derbikevin. Ji bo wê jî divê Tirkiye 6 xalên Hevpeymana Xweseriya Rêveberiya Herêmî ya Ewropayê ku gotiye fikarên me hene û şerh li ser wan daniyê wê şerhê rabike û rêveberiyên herêmî qebûl bike û qanûna derbixe. Ew qanûn hem ji bo çareserkirina mijara Kurd û hem jî ji bo bingeheke xurt a demokratîk bê avakirin divê pêk werin.”
‘Ji bo qanûnên rêveberiyên herêmî jî xebatên me hene’
Mehmet Ruştu Tiryakî anî ziman ku ji bo xweseriya rêveberiyên herêmî di qanûnan de bên qebûlkirin jî xebatên wan hene û wiha axivî: “Xebatên guhdarkirinê yên komîsyona meclîse bi dawî dibe û wê plansaziya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike û piştre jî wê dest bi amadekariyên taslaxên pêşnûmaneyên qanûnî bike. Ji bo peşniyara taslaxên qanûnî jî pêşniyarên me hene. Ji bo bidawîkirina şer divê qanûnek bê çêkirin û endamên rêxistina xwe fesih kiriye yên di girtîgehê de ne, yên li derveyî welat in û her wiha şervan in, rewşa wan dê çi bibe bi qanûneke ew mijar bê çareserkirin. Lê ew qanûn tenê têrê nake. Komîsyona me ya hiqûqê jî li ser vê xebatên xwe didomîne. Divê di makezagonê de jî hîn guherandin bên kirin. Ji ber ku bingeha tunehesibandina gelê Kurd û mafên Kurdan li wir tê. Ji bo wê jî peşniyarên me dê hebin. Her wiha ji bo qanûnên rêveberiyên herêmî jî amadekariyên me û xebatên me hene. Dema roj were em ê bi raya giştî re parvebikin.”
‘Divê xala 43an a qanûna şeredariyan biguhere’
Mehmet Ruştu Tiryakî bi lêv kir ku heke Tirkiye şerha xwe li ser wan 6 xalan rabike pêşiya tevahî şeredariyên Tirkiyeyê jî wê vebibe û axaftina xwe wiha qedand: “Ne tenê şeredariyên Kurdistanê, şeredariyên Tirkiyeyê jî wê bi awayekî erênî bandor bibin. Şeredarî wê biheztir bin. Lê tenê şerh rakirina van 6 xalan jî çareseriyê bi xwe re nayne. Divê weke qanûna şeredariyan hinek qanûn jî biguherin. Heke madeya 43 ya qanûna şeredariyan biguhere nikarin qeyûm tayin bikin. Bingeha qeyûman jî ew qanûn e. Divê ew qanûn ji meriyetê rabe. Lê Wezareta Karên Navxweyî bêyî ew qanûn derbikeve dikare derbarê hevalên me yên qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin biryar biede û hevalên me vegerin li ser karê xwe. Ew qanûn jî di dema ‘Rewşa awarte’ de hatibû derxistin. Divê ew sepana ‘Rewşa awarte’ bi rakirina vê qanûnê re bi dawî bibe.”













