Nûnerê Kovara Gerçekê yê Amedê Namik Taranci salvegera 33yemîn a kuştina xwe de hate bibîranîn.
Nûnerê Kovara Gerçekê yê Amedê Namik Taranci ku di 20ê Mijdara sala 1992yan de li taxa Kaynartepe ya navçeya Rêzana Amedê di êrîş çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, hate bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Rojnameya Evrenselê li ser gora Taranci ya li Deriyê Mêrdînê pêk hat.
Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan, rêveberên EMEPê, nûnerê DÎSK-Basin Îşê yê Amedê Hakki Boltan, Hevserokê Komaleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek tev li bîranînê bûn.

Rêvebera EMEPê Denîz Nûrgûl axivî û rojnameger Namik Taranci bibîranî û wiha got: “Em îro di salvegera 33yemîn de carek din Namik Tarancî bibîr tînin. Em ê wî her dem bi bîr bînin. Di salên herî talûke de Namik Taranci têkoşîna azadiyê û sosyalîzmê dimeşand. Namik Taranci ji aliyê Hîzbulkontra ve hat kuştin û kujerên wî nehatin dîtin.”

‘Salên 90î salên mîladî bûn’
Nûnerê DÎSK-Basin Îşê yê Amedê Hakki Boltan jî behsa keda rojnameger Namik Taranci kir û got “Salên 1990î salên mîladî bûn. Di wan salan da Namik pêşengiya Çapmeniya Azad kir. Di wî serdemê de ew û hevalê wî hatin qetikirin, em li ber şehadet û têkoşîna wan bejna xwe ditewînin. Em ê tu caran keda wan ji bîr nakin. Em ê xewn û xeyalên wan bi xebatê xwe pêk bînin.”
Beşdaran pîştî qerenfîl danîn ser gorê, bernameya bîranînê bi dawî bû.













