Bi hevkariya TJAyê û Şaredariya Sûrê ji bo 25ê Mijdarê li navçeya Sûrê belavok hatin belavkirin û jinên taxan vexwendin meşa 25ê Mijdarê.
Li Sûrê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi hevkariya Şaredariya Sûrê ji bo meşa 25ê Mijdarê li Taxa Dabanoglu ya navçeya Sûra Amedê belavok belav kirin. Jinan li erbeneyan da û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin. Kuçeyên Sûrê bi dengê dirûşm û erbaneyan olan da. Aktîvîstên TJAyê belavokan li jinan belav kirin û wan vexwendin meşa 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Nawneteweyî. Meşa bi navê “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bêtundî ve” roja 25ê Mijdarê ji ber Zindana Amedê ya kevn dest pê bike heta ber AZC Plazayê bê lidarxistin.
Her wiha li gelek navçeyên din ên Amedê jî xebat û çalakiyên 25ê Mijdarê berdewam dikin û aktîvîstên TJAyê jinan vedixwînin meşa 25ê Mijdarê.























