• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kursa Weqfa Mezopotamyayê ya li ser rastnivîsîna Kurdî sibê dest pê dike

Fexredîn Kiliç / AW

21 MIJDAR 2025 - 08:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Kursa Weqfa Mezopotamyayê ya li ser rastnivîsîna zaravayê kurmancî yê Kurdî sibê li Amedê dest pê dike. Rêveberê weqfê zimanzan Bahoz Baran diyar kir ku bi armanca rê û rêbazên rastnivîsînê hînî mirovan bikin ku mirov bi rehetî bi zimanê xwe binivîsin vê kursê didin destpêkirin.

Weqfa Mezopotamyayê li Amedê li ser rastnivîsîna zaravayê kurmancî yê Kurdî kurseke bisertîfîka û rûbirû li dar dixe. Serlêdanên kursê di 18ê Mijdarê de bi dawî bibûn. Kursa ku bêpere ye dê di 22yê Mijdarê de li Çand Amedê dest pê bike û di 7ê Kanûnê de bi dawî bibe. Di kursan de dê têkildarî mijarên “Netewesazî û zimanê standard, cotstandardiya kurmancî, kurtedîroka rastnivîsîna kurmancî, bingehên fonolojik, morfolojik û semantik ên ferhenga standard, kêşeya veguhastinên navzimanî ji kurdiya soranî bo kurdiya kurmancî, rastnîvîsîn û prensîba parastina formen ferhengî, rastnivîsîna daçekan, rastnivîsîna karan (lêkeran), rastnivîsîna gireyên tewang û îzafeyê, çewtiyên berbelav ên rastnivîsînê, rastnivîsîna cotepeyv û peyvên qalibî û pratîk û nirxandin” ders bên dayîn. Dersan dê zimanzan Samî Tan, Zulkuf Ergun, Mîkaîl Bulbul û Bahoz Baran bidin. Nivîskar û rêveberê Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran têkildarî kursê ji ajansa me re axivî.

 

 

 

 

 

 

‘Divê mirov gramerê piçekê sivik bike’

Bahoz Baran bi bîr xist ku Weqfa Mezopotamyayê ji sala 2013an ve li ser standardîzekirina zaravayê kurmancî yê Kurdî dixebite û wiha got: “Karên rastnivîsînê ji xwe karên me yên sereke ne em bêtir li ser van mijaran dixebitin. Em ji tecrubeyên xwe jî dizanin ku Kurd gelek jê dikarin bi zimanê xwe biaxivin û bixwînin lê di meseleya nivîsînê de hin pirsgirêk hene. Herkes nikare binivîse. Valahiyek jî heye û heta niha kurseke bi vî awayî çênebûye. Kesên dixwînin, redaktoriyê dikin, serê xwe bi nivîsê diêşînin hene. Me jî xwest em alîkariya wan mirovan bikin. Rê û rêbazên nivîsînê bi giştî, şaşiyên di kurmancî de tên kirin çi ne, hewcehî bi çi heye? Ev meseleyeke çawa ye? Meseleya rast nivîsînê, dîroka wê, palpiştên meseleya standartkirinê çi ne? Em ê bi awayekî teorîk qala van bikin lê em dixwazin bêtir bi awayekî pratik nivîsînê hînî mirovan bikin. Di Kurdî de em pir ketine nava gramerê divê mirov piçekê wê gramerê sivik bike û hinek rê û rêbazên nivîsînê hînî mirovan bike ku mirov bikarin bi rehetî bi zimanê xwe binivîsin. Armanca me ev e.”

‘68 kesan serî li kursa ku jê re 30 kontenjan hatibûn veqetandin dan’

Bahoz Baran da zanîn ku 68 kesan serî li kursa ku jê re 30 kontenjan hatibûn veqetandin dan û ev agahî dan: “Ji Ewropayê û parçeyên din ên Kurdistanê jî serlêdan hatibûn. Lê ji ber ku rû bi rû ye û li Amedê ye serlêdanên ji derve hatin kirin mixabin niha nikarin qebûl bikin. Teqrîben dora pêncî kesan wê perwerde bibin. Ji ber vê yekê me kontenjana xwe jî zêdekir, me got kesên ku serî li me dane bila mexdûr nebin. Kesên serlêdan kirine kesên xwende ne, haya wan ji wan heye, di beşên Kurdî de xwendine, li sazî û dezgehan dixebitin lê ferqkirine ku di nivîsînê de pirsgirêk hene û dixwazin van pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

‘Em dixwazin mirov pirsgirêkên xwe yên nivîsînê kêm bikin’

Bahoz Baran bi lêv kir ku dê di kursê de zêdetir pratîkê bikin û wiha pê de çû: “Ji bo ku beşdar bikarin di jiyana xwe de di nivîsîna xwe de hinek tiştan rast bikin. Ev kursa destpêkê ye, em ê bi wext re vê kursê bi pêş bixin. Gelek mirovan daxwaz kirin ku em vê kursê bi awayekî online li dar bixin. Em ê siberojê vê jî çêbikin lê niha em dixwazin pratîkê bikin û mirov pirsgirêkên xwe yên nivîsînê kêm bikin. Hinek pirsên di hişê wan de ku bersivên wan nehatibin dayîn dê bên dayîn. Hinek tişt jî hene mirov bi hev re nîqaş dike û dikare bi hev re bigihe hinek encaman. Em dixwazin bêtir pratîka xwendekarên xwe bibînin û hinek tiştan bi wan re nîqaş bikin. Bi taybetî di kurmancî de şaşiyên berbelav çi ne? Wexta dinivîsin di çi de şaşiyan dikin. Em dixwazin van şaşiyên berbelav jî nîşanî hevalên xwe bidin. ”

 

Etîket: Bahoz BaranÇand AmedKursa rastnivîsînêWeqfa MezopotamyayêZaravayê Kurmancî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sersala nû dê li Amedê bi rêzeçalakiyan were pîrozkirin

Sersala nû dê li Amedê bi rêzeçalakiyan were pîrozkirin

31 KANÛN 2025
‘Em dixwazin gelê Kurd çanda xwe di nava fîlman de bibîne’

‘Em dixwazin gelê Kurd çanda xwe di nava fîlman de bibîne’

8 KANÛN 2025
Leyla Zana: Dîroka jinan dîroka vejînê ye

Leyla Zana: Dîroka jinan dîroka vejînê ye

21 MIJDAR 2025
Weqfa Mezopotamyayê kursa rastnivîsîna Kurdî li dar dixe

Weqfa Mezopotamyayê kursa rastnivîsîna Kurdî li dar dixe

11 MIJDAR 2025
Konferansa Dayikên Aştiyê: Em ê heta azadiyê têbikoşin

Konferansa Dayikên Aştiyê: Em ê heta azadiyê têbikoşin

18 COTMEH 2025
Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome

Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome

18 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê êrişên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gulten Kişanak: Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • CENTCOM: Li Kuweytê 3 balafirên şer bi xeletî hatin xistin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (92)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne