• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Wesayîtên Îsraîlê ketin Quneytîrayê

    Wesayîtên Îsraîlê ketin Quneytîrayê

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê axivîn

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê axivîn

    Nasnameya jina ku cenazeya wê hatibû dîtin diyar bû

    Nasnameya jina ku cenazeya wê hatibû dîtin diyar bû

    Baroya Stenbolê: Mehmet Edîp Taşar daketiye 40 kîlo

    Baroya Stenbolê: Mehmet Edîp Taşar daketiye 40 kîlo

    Nûman Kurtulmuş: Ger komîsyon biryarê bide dikarin biçin Îmraliyê

    Kurtulmuş: Çi gotina kî hebe bila li qada siyasetê bêje

    Numan Kurtulmuş: Rapor dê li ser 7 xalan pêk were

    Hevdîtina Kurtulmuş ya bi Koma Yenî Yolê re dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Wesayîtên Îsraîlê ketin Quneytîrayê

    Wesayîtên Îsraîlê ketin Quneytîrayê

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê axivîn

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê axivîn

    Nasnameya jina ku cenazeya wê hatibû dîtin diyar bû

    Nasnameya jina ku cenazeya wê hatibû dîtin diyar bû

    Baroya Stenbolê: Mehmet Edîp Taşar daketiye 40 kîlo

    Baroya Stenbolê: Mehmet Edîp Taşar daketiye 40 kîlo

    Nûman Kurtulmuş: Ger komîsyon biryarê bide dikarin biçin Îmraliyê

    Kurtulmuş: Çi gotina kî hebe bila li qada siyasetê bêje

    Numan Kurtulmuş: Rapor dê li ser 7 xalan pêk were

    Hevdîtina Kurtulmuş ya bi Koma Yenî Yolê re dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rojava stargeheke jinan: JINWAR

Mahmût Altintaş / AW

21 MIJDAR 2025 - 09:18
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Navenda Nûçeyan – Berdevk û mamosteya Jinwarê Şêrîn Axa tekildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tûndiya Li Ser Jinan anî ziman ku şoreşa Rojava ji jinan re bûye stargehek û got: “Mabesta avakirina Jinwarê jî ew bû ku jin xwe ji nû ve avabikin. Jin xwe nasbikin, heza xwe bizanibin.”

Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê gelên herêmê bi pêşengiya gelê Kurd şoreşek pêkanî. Şoreşa Rojava taybet ji bo gelê Kurd û ji bo hemû gelên bindest bû hevî. Bi şoreşa Rojava re ji rêveberiyê heta dadgehê, ji dadgehê heta perwerdehiyê û tenduristiyê di gelek qadên jiyanê de guherînên bingehîn pêkhatin. Şoreşa Rojava ku weke ‘Şoreşa Jinan’ jî tê penasekirin taybet jî jinan jê sûd girt. Jinên ku beriya şoreşa di bin pergala desthiltdariya zilam û civaka feodal de ji hemû qadên jiyanê hatibûn dûrxistin bi şoreşê re ji hemû qadan re pêşengî kirin û jiyan ji nû vê avakirin. Jinan di nav pergala Netewa Demokratîk a Rêveberiya Xweser de gelek sazî vêkirin û bi pergala hevserokatiyê di hemû qadên rêveberiyê de bûn xwedî gotin.

Jinwar gundê jinan e

Yek ji berhama şoreşa jinan a Rojava jî Jinwar e. Jinwar gundekî jinan e. Projeya avakirina Jinwarê di 10ê Adara 2017an de ket meriyetê. Jinwarê bi minesebeta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cihanê deriyê xwe ji jinan re vekir. Jinên ku rastî tundiyê hatine an jî naxwazin bi zilamê ku pê re zewicîne re bijîn tên gundê Jinwarê û ew gund dibe stargaha wan. Jinên li vî gundî bi çandiniyê debara xwe dikin û parastina xwe jî bixwe dikin. Her wiha ji bo zarokan jî cihên lîstikê hene û zarok li vir ji aliyê mamosteyên Jinwarê ve tên perwerdekirin. Bi mabesta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cihanê û avabûna Jinwarê berdevka Jinwarê û mamosteya gund Şêrîn Axa ji Ajansa Welat re axivî û qala xebatên li gund û projeyên Jinwarê kir.

‘Bi şoreşa Rojava re jin bûn xwedî rol’

Şêrîn Axayê bi lêv kir ku beriya Şoreşa Rojava pergala dîktatorî bandoreke neyînî li ser hemû jin û civakê kiriye. Şêrîn Axayê anî ziman ku jin gelek caran rastî tundiyê dihatin û wiha axivî: “Rola jinê di nava civakê de tune bû. Tu mafê jinan di nava Sûriyeyê de tune bû. Lê piştî şoreşa Rojava jin bûn xwedî rol û di nava hemû qadan de pêşengtî kirin. Di nav civakê de jî gelek guherîn pêkhatin. Di warê hişmendiyê de jî guherîn gelekî pêkhat. Heta zilaman jî dixwast xwe perwerde bikin û xwe biguherînin. Jin û zilam bi awayekî wekhev bi hev du re jiyanekî avadikin. Fikir û rêmanên jin û zilaman bi hev re diguherin. Fikir û rêmanên azad di xwe de ava dikin.”

‘Jin bi Jinwarê xwe nas dikin’

Di berdewama axaftina xwe de Şêrîn Axayê destnîşan kir ku mabesta avakirina Jinwarê ew e ku jin xwe ji nû ve avabikin û wiha pê dê çû: “Em bi hêvî ne ku tundî bi temamî di nava civakê de bê rakirin. Jin xwe nas bikin û li xwe vegerin. Jin pêşengiya guherîna civakê bikin. Zilam jî bi fikrên jinan xwe biguherînin û pêşbixin. Mabesta avakirina Jinwarê jî ew bû ku jin xwe ji nû ve ava bikin. Jin xwe nasbikin, heza xwe bizanibin û bi pêşengiya Akademiya Jineolojiyê, Kongreya Star û saziyên jinan xwe pêşbixînin. Jinwarê bandoreke erênî li ser jinan kir. Ji ber ku bi rêya Jinwarê dikarin bibin xwedî maf, xwe pêşbixin û bibin xwedî rol.”

Xebat û projeyên Jinwarê

Şêrîn Axayê balkişand ser xebatên Jinwarê û axaftina xwe wiha domand: “Xebatên me jî berdewam dikin. Rojane xwendekar tên dibîstanê û perwerdeyê dibînin. Dikanên me hene û firina me heye. Şîfa Jin heye, Şîfa Jin jî ji bo çêkirina dermanan xebatên xwe didomînin. Her wiha em li vir zeytûnan çêdikin û berhemên xwe jî difroşin. Gelek giya hene ku me kom kirine û hişk kirine û ji bo şîfayê belav dikin. Ji bo gelek mijarên tenduristiyê wan giyayan jî bikartînin. Her wiha seata perwerdeya hunerê jî diyar e û zarok li vir hunera xwe jî pêşdixin. Ciwanên me jî heftê carekê diçin perwerdeya muzîkê dibînin. Her wiha nexweşxaneyên me hene ku nexweşiyên piçûk tedawî bike. Lê nexweşiyeke girîng hebe li derveyî gund diçin nexweşxaneyê. Me kargeha dirûnê jî nû vekiriye. Projeya xwedîkirina mirîşkan heye em ê bixin meriyetê. Sewalên me hene, berx û çêlekên me hene. Ji şîrê wan sûd digirin. Her wiha çandiniyê dikin. Em genimê çandiniyê jî her sal ji bo sala din vediqetînin û bi wî awayî çandiniyê dikin. Hefteyê carekê jî em paqijiya gund dikin û bi hev re wext derbas dikin.”

Etîket: 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser JinanJinwarŞoreşa Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gel û Asayîşa Hesekê li benda parêzger Nûradîn in

Li Sûriyê şikandina înkara 64 salan: ji bo Kurdên bêqeyd navendên qeydê vedibin

21 SIBAT 2026
Li Amedê gel pêvajo nîqaş kir: Dê komplo bi yekîtiyê têk biçe

Li Amedê gel pêvajo nîqaş kir: Dê komplo bi yekîtiyê têk biçe

12 SIBAT 2026
Ji 221 jinên Hindistanî banga Rojava

Ji 221 jinên Hindistanî banga Rojava

1 SIBAT 2026
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Şoreşa Rojava şoreşa jinan e

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Şoreşa Rojava şoreşa jinan e

1 SIBAT 2026
‘Felsefeya Jin jiyan azadî carek din dinyayê dihejîne’

‘Felsefeya Jin jiyan azadî carek din dinyayê dihejîne’

16 ÇILE 2026
Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê: Herî kêm 88 jin hatine kuştin

Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê: Herî kêm 88 jin hatine kuştin

24 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro:  Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

    Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Dengbêj Memedê Panîyê: Kilamên Şer, Mêrxasî û Evîndariyê vedibêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Jinan li dijî êrişan keziyên rizgarbûna xwe honandin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pêvajo bi çi rengî dewam bike bila bike, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê dewam bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di dîplomasiya Kurd de serdemek nû: Piştî Munîhê li PEyê rojev Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (926)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne