Piştî ku li Trabzonê ji ber nivîsa “Şampiyon Amedspor” êrişî otobuseke rêwiyan a Wanê hate kirin, ji Kurdistanê piştgiriyeke xurt hat. Fîrmayên geştiyariyê li dijî nîjadperestiyê bûn yek û li ser ekranên hemû otobusên xwe nivîsa “Şampiyon Amedspor” nivîsandin.
Êrişa nîjadperest a li Trabzonê li dijî otobuseke rêwiyan a Wanê hate kirin, li Bakurê Kurdistanê rastî bertekên tund û tevgereke mezin a piştevaniyê hat. Fîrmayan bi armanca bertek nîşan danê li otobêsên xwe nivîsa, “Şampiyon Amedspor û Em Tên” nivîsandin.
Ji fîrmayan piştgiriyeke mezin
Li hemberî êrişa li Trabzonê, bersiva herî xurt ji fîrmayên rêwîtiyê yên Kurdistanê hat. Fîrmayên veguhestinê yên ku li Bakurê Kurdistanê xizmetê dikin, li dijî vê neheqî û bêtehemuliya nîjadperest bûn yek û bi yekdengî bersiv dan.
Peyama yekîtî û hevgiriyê: Amedspor
Gelek fîrmayên ku navendên wan li Amed, Wan, Çewlîg, Mûş, Agirî û Mêrdînê ne, ji bo şermezarkirina êrişê û xwedîderketina li destkeftiyan, li ser ekranên LED ên otobusên xwe nivîsa “Şampiyon Amedspor” derxistin û bi vî awayî dest bi seferên xwe kirin. Fîrmayan bi vê helwesta xwe hem serkeftina Amedsporê pîroz kirin hem jî li dijî êrişa faşîzan a li hemberî hevkarên xwe yên Wanî, peyameke xurt a piştevaniyê dan.
Li Trabzonê çi bûbû?
Nûnera Amedê Amedspor ku bi serkeftineke mezin derbasî Lîga Super bûye û amadekariyê dike ku di sezona nû de li dijî tîmên wekî Galatasaray, Fenerbahçe, Beşîktaş, Trabzonspor û Erziromsporê bilîze, pîrozbahiyên wê yên şampiyoniyê ji aliyê nîjadperestan ve hedef hatin girtin.
Êrişî otobêsê kiribûn
Beriya niha dema ku otobuseke girêdayî fîrmayeke Wanê di nava bajarê Trabzonê re derbas dibû, tenê ji ber ku li ser ekrana wê ya LED “Şampiyon Amedspor” dinivîsî, pêşiya wê hate birîn. Şofêrê otobusê û rêwiyên tê de, ji aliyê komên nîjadperest ve rastî heqaret û gefan hatin. Ev bûyera rêbirîn û gefxwarinê, li tevahiya Kurdistanê rê li ber hêrs û nerazîbûneke mezin vekiribû.













