* DEM Partî dê di 6-7ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk” li dar bixe. Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê dê kesayetên navdar beşdarî konferansê bibin.
* Li gorî pisporan li Tirkiyeyê piştî serdema endustriyalîzmê pêş ket, ji sedî 40ê qadên avî/avzêm ziwa bûn. Bi ziwabûna avzêman re gelek cureyên zindiyan jî winda bûn. Di 60 salên dawî de li Tirkiyeyê ji 240 golên avê 186 ji wan bi temamî ziwa bûn e.
* Bêrîtan Xalid û Lîlav Elî ku li Rojava rojnamegeriyê dikin diyar kirin ku bi Şoreşa Rojava re jin li hemû qadan pêşengiyê dikin şoreşê îspat kiriye ku jin jiyanê dihûnînin û diafirînin.
* Welatiyên li gundên Pasûrê dijîn diyar kirin ku Çiyayê Dorşînê her tim gelê Kurd parastiye û ji bo wan gelek girîng e û gotin: “Dagirkeran çav berdane axa me.”
* Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHDa Amedê rapora xwe ya “Binpêkirina Mafên Jinan” dê li avahiya xwe eşkere bike (12.30)
* Xebat û çalakiyên 25ê Mijdarê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Bi pêşengiya TJAyê dê li navçeya Sûrê meşa meşaleyî bê lidarxistin. (12.00-19:00)
* Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê têkildarî xebatên li ser Tesîsa Sefandina Ava Bikarhatî ya Biyolojîk a Pêşketî li tesîsê daxuyanî bide. (13.30)









