• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

35 rêxistin û partiyên siyasî piştgiri dan elewiyan

Navenda Nûçeyan / AW

26 MIJDAR 2025 - 13:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Piştî êrîşên li dijî elewiyan zêde bûn, 35 rêxistin û partiyên siyasî û tevgerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên li ser elewiyan, piştgiri dan Elewiyan.

35 rêxistin û partiyên siyasî û civakî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û piştgirî dan elewiyan. Rêxistinên civakî û partiyên siyasî di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew li hember bûyerên li deverên Elewî lê hene û rageşiya ji çend rojan ve li bajarê Humsê yê Sûriyeyê diqewimin, bi fikar in û gotin: “Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dikanên li taxên bajarê Humsê şikandin, mal şewitandin, şênî tirsandin û ji malên wan derxistin. Li gorî şahidan, hêzên hikumetê ne ji bo parastina sivîlan destwerdan kir, lê ji bo hêsankirina karên van koman û parastina wan destwerdan kir.”

Partî û saziyan di daxuyaniyê de destnîşankirin ku ji bo bersivdana banga serokê Meclisa Îslamî ya Elewî şêx Xezal Xezal, li piranî deverên Elewî lê hene, xwepêşandanên şermezarkirina êrişên mezhebî yên xeternak û daxwaza federaliyê li Sûriyeyê hatin lidarxistin û wiha cih dan daxuyaniyê: “Lê hêzên hikumeta veguhêz bi avêtina guleyan li dijî xwepêşandêrên li hin herêman bersiv da. Bi wê re kuştî û birîndar çêbûn.”

Tevger û partiyên siyasî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku tawanbarkirina serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri ji bo van xwepêşandanên aştiyane ku “ji aliyên derve ve hatine birêxistinkirin” dubarebûna xîtaba rejîma berê ye û gotin: “Ji ber ku rejîma berê dengê sûriyeyiyên azad bi “ajan” û “komploger” wesif dikir. Ev xîtab bi carekê Sûriyeyê ava nake, diviyabû bi hilweşîna xwediyê wê re têk biçûya, di heman demê de Sûriyeya nû jî ava nake.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku hikumeta veguhêz di pêvajoya xwe ya çend mehan de îsbat kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê yek nagire û naxwaze pirrengiya Sûriyeyê ku hêza vî welatî û xweşikbûna wî ye, biparêze. Li kêleka wê jî îsbat kir ku di cewhera xwe de, di aliyê bikaranîna tundiya li dijî sivîlan, pêkanîna xîtaba mezhebî û tesfiyekirina hevrikên xwe de ji rejîma hilweşyayî ne cuda ye.

Di daxuyaniya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat gotin: “Em êriş û binpêkirinên taîfî yên li dijî pêkhateya Elewî şermezar dikin, her wiha êrişên bi heman rengî çi li başûrê Sûriyeyê, yan jî bakur an jî rojhilatê û li çi devereke Sûriyeyê şermezar dikin.

Em di rûbirûbûna êriş û binpêkirinên li dijî taîfeyan, koçberkirina bi darê zorê û qetilkirina li ser nasnameyê de piştgiriya xwe ji pêkhateya Elewî re radigihînin.

Em daxwaz dikin ku bi lez û adilane her kesên beşdarî van sûcan bûne, hêsan kiriye yan jî veşartî ye, çi komên çekdar dibe çi jî saziyên ewlehî dibe werin darizandin.

Em gotinên kîndariyê yên li dijî taîfeyan an jî tundrawî an jî koçberkirin ji kîjan aliyê ve dibe bi tundî red dikin û diyar dikin ku Sûriyeyê tenê li ser bingeha azadî û wekheviya di nava pêkhateyan de dikare ava bibe.

Çareseriya yekane û bingehîn a krîza Sûriyeyê veguhastina yekser ber bi xebata siaysî ya berfireh ve ye ku tevahî nûner ji pêkhateyên Sûriyeyê (Kurd, Ereb, Elewî, Xiristiyan, Durzî, Suryan, Asûrî, Tirkmen û hwd) û hêzên siyasî yên demokratîk beşdarî nivîsandina destûrê bibin. Divê ev destûr jî li ser bingeha demokrasî û nenavendiyê be ku mafên tevahiyan biparêze.

Em bang li civaka navneteweyî, NYˊyê û Komkara Erebî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî yên parastina sivîlên Sûriyeyî rabin û ji bo rawestandina binpêkirina û destpêkirina pêvajoya siyasî ya rasteqîn bi hevkariya navneteweyî zextê bikin.

Sûriye ne bi guleyan, ne jî bi koçberkirin ne jî bi gotinên kîndariyê yên mezhebperest ava nabe, Sûriye tenê dê bi edalet, wekhevî û şirîkatiyeke rasteqîn di nava tevahî pêkhateyên wê de were avakirin.”

Partî û rêxistinên daxuyanî daye ev in:

1- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

2-Partiya Kesk a Demokrat

3-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

4-Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê

5-Partiya Komunîst a Kurdistanê

6- Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

7-Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê

8- Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

9- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê

11- Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

12- Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya

13- Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK)

14-Heye El Weteniye El Erebiya (Desteya Nîştimanî ya Erebî)

15-Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê

16- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

17-Partiya Çaksaziyê-Sûriye

18-Partiya Asûrî ya Demokrat

19- Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

20- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

22-Kongra Star

23-Partiya Muhafazekaran

24-Partiya Têkoşîna Demokrat

25- Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

27-Partiya Guhertina Demokratîk

28-Partiya Yekitiya Suryanî

29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

30-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriye (Yekitî)

32-Tevgera Çepgir a Şoreşgerî li Sûriyeyî

33-Partiya Sûraya ya Demokrat

34-Partiya El Weten El Sûrî

35- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD).

 

Etîket: 35 sazîElewî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

10 HEZÎRAN 2026
Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

2 HEZÎRAN 2026
Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

29 GULAN 2026
‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

14 GULAN 2026
Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

7 ADAR 2026
Komên Hikûmeta Demkî gundên Elewiyan topbaran kir

Komên Hikûmeta Demkî gundên Elewiyan topbaran kir

24 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (820)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne