* PKKê roja 27ê Mijdara 1978an li mala malbata Zugurlî ya li Gundê Fîsê yê Licê hate damezrandin. Ji endamên malbata Zugurlî, Îffet û Fîrûze Zugurlî destnîşan kirin ku gelê Kurd bi PKKê xwe nas kir. Yek ji şêniyên gundê Fîsê dayîka Hayriye Demîr jî diyar kir ku PKKê gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar kir.
* Rêveberê Ciwanên Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê parêzer Shko Şhwan diyar kir ku perspektîfa Abdullah Ocalan ji bo hemû Rojhilata Navîn çareserî ye û got ew dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
* Li Cizîrê ji aliyê qeymeqamtiyê ve pêşengeha pirtûkan ku tenê weşanxaneyên Tirkî tev li bûne hatiye vekirin û welatiyan bertek nîşanî nebûna weşanxaneyên Kurdî da.
* Şaredariya Rezanê dê di çarçoveya projeya “Ji bo her taxekê pirtûkxaneyek” li Taxa Şêx Şamilê Pirtûkxaneya Mestûre Erdelan vebike. (10.00)
* Ji bo bîranîna endamên PKKê Seyfettîn Tutmaz û Sîpan Tutmaz dê li eywaneke dawetê ya li navçeya Rezanê mewlûd bê dayîn. (12.00)
* Şaredariya Peyasê dê li Taxa Firatê Navenda Jiyanê ya Bêgluten bi merasîmekê vebike. (13.00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê dê li Eywana Dawetê ya Çiraganê şahiya Aştî û Civaka Demokratîk li dar bixe. (15.00)
* Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de dê li ser jinûve avabûna civaka demokratîk li Parka Şeyh Şamîl a navçeya Rezanê çalakiyek bê lidarxistin. (16.00-18.00)
* Yekemîn salvegera avakirina ajansa me dê li ÇandAmedê bi şahiyekî were pîrozkirin. (18.30)









