* Qada neftê ya Xor Morê ku ji sedî 75ê elektirîka herêmê jê tê hilberîn cardin rastî êrîşê hat. Pispor diyar dikin ku êrîş ji aliyê Tirkiye û Îranê ve tên kirin. Bi van êrîşan hewl didin daxwazên xwe bi rêveberiya Herêma Kurdistanê bidin qebûlkirin. Lê hind çavkanî jî sedema li pişt van êrîşan cuda dinirxînin û balê dikişînin ser rezervên li Çemçemalê hatine tespîtkirin. Çavkanî destnîşan dikin ku herêma Kurdistanê di cîhanê de dibe wargeha sêyemîn a petrol û gazê.
* Huseyîn Bag ku li Girtîgeha Sûlûca ya Edeneyê tê ragirtin da zanîn ku li girtîgehê gelek mafên wan tên binpêkirin û diyar kir ku pirtûkên ku navên Kurd û Kurdistanê tê de derbas dibin nadin wan.













