* Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal têkildarî hevdîtina endamên Komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ev nirxandin kir: “Rêber Apo jî dewlet hişyar kir ku ji bo komplo li dijî pêvajoyê pêk neyê ev pêvajo zêde neajo. Heke gav ji aliyê dewletê ve neyên avêtin dê rîsk derbikevin holê.”
* Şêniyên gundê Husika ku li ber çêkirina kanên madenê radibin diyar kirin ku ew ê nehêlin gundê wan û xwezaya wan bê xerakirin.
* Hevseroka DER-MEZê Jiyan Ay têkildarî bûyerên tundiyê yên di demen dawî de li nav civakê zêde bûne diyar kir ku ev tiştên di nava civakê de diqewimin komkujiya civakê bi xwe ye.
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Meclîsê di komcivîna partiya xwe ya de biaxive. (12.45)










