Enqere – Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal têkildarî hevdîtina endamên Komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nirxand û got: “Rêber Apo dewlet hişyar kir. Heke gav ji aliyê dewletê ve neyên avêtin dê rîsk derkevin.”
Endamên Komîsyona Demokrasî Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Milî ku ji Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyigit, Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yayman pêk dihat di 24ê Mijdarê de li ser biryara Komîsyonê çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hewcedariya mutabakateke siyasî rawestiya û xwest ku maf û hebûna gelê Kurd di nav çar dewletan de bê nasîn. Hevdîtina komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Kurdistan, Tirkiye û welatên cîhanê jî deng vêda. Nîqaşên der barê hevdîtinê jî berdewam dikin. Komîsyona li meclise hatiyê avakirin jî derbarê hevdîtinê de dê 4ê kanûnê civîna xwe li darbixê. Tê payin ku girtekên hevdîtinê bi raya giştî re jî bên parvekirin.
Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal têkildarî hevdîtina komîsyonê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî, bandora wê ya li ser pêvajoyê û xebatên ji niha û şûnve ku hewceyê komîsyon pêk bîne, ji Ajansa Welat re nirxand.
Hevdîtina komîsyonê û mutabakata siyasî
Remzî Kartal anî ziman ku çûyîna Komîsyonê li Girava Îrmaliyê hevdîtineke derengmayî bû û got: “Ev hevdîtin ji bo pêşveçûyina pêvajoyê girîng e.” Remzî Kartal diyar kir Komîsyon divê ji berê de biçûya Girava Îmraliyê û got: “Têvî derengmayînê jî pir girîng bû. Ji bo pêşvêçûna pêvajoyê jî dê roleke sereke bilîze. Ji ber ku pêşketina pêvajoyê dê bi nirxandinên Rêber Apo û pêşniyarên wî pêk were. Em hevî dikin ku komîsyon niha şûn ve jî kar û xebatên xwe zûtir bike û ew wexta ku hatiye windakirin jî bê telafîkirin.”
Remzî Kartal bal kişand ser nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji komîsyonê re gotibû hewcehî bi mutabakateke siyasî heye û axaftina xwe wiha domand: “Komîsyona meclîse temsîla îredeya partiyên siyasî ye. Parlamento bi giştî îradeya gelên Tirkiyeyê ye. Ev îradeya temsîla gelên Tirkiyeyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Yanî îradeya gelên Kurdistanê û îradeya gelên Tirkiyeyê li ser pêvajoyê axivîne. Ji bo wê jî girîng e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser derketina pirsgirêka Kurd, şerê çekdarî û avabûna Komara Tirkiyeyê berfireh nirxandiye û balkişandiye ser tekiliyên Kurd û Tirk. Gelê Kurd û gelê Tirk bi hev re komar ava kir. Lê piştî komarê çima gelê Kurd hat înkarkirin. Rêber Apo rêya çareseriyê pêşkêş dike. Divê hebûn û mafê gelê Kurd bê qebûlkirin û ev komar bibe komara Kurd û Tirkan. Ji bo wê jî hewcedarî bi qanûnên nû heye.”
‘Tirkiye ji bo çareseriyê ne amade ye’
Remzî Kartal di berdewama axaftina xwe de têkildarî mijara entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a bi hikûmeta Şamê re ku hat rojeva civîna komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re û wiha berdewam kir: “Ev pirsên endamên komîsyonê derbarê mutabakata 10ê Adarê û entegrasyona HSDê tê wateya AKP-MHP di çerçoveya rewşa Sûriyê de nêzikî mijarê dibe. Ji ber desthilat dixwaze pergala li Sûriyê hatiye damezrandin di asteke biçûk de bihêle û Rêveberiya Xweser tevlî hikumeta Şamê bike. Destkêftiyên şoreşa Rojava jî ji holê rake. Di hevdîtinê de pirsên vê derbarê de hatine pirsîn jî îspat dike ku di rojeva wan de çareseriya pirsgirêka Kurd tune ye. Ji vê re amade nînin. Ev dixwazin bi vê pêvajoya li Bakur hatiye destpêkirin destkeftiyên Rojava tune bikin û piştre jî li gor wê pêvajoya Bakur bimeşînin. Ev nayê qebûlkirin. Rêber Apo jî gotiye, pêvîste maf û hiqûqa gelê Kurd di nava pergala Sûriyê de bê qebûlkirin. HSD di nav arteşa Sûriyê de cihê xwe bigire. Di peymana 10ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de hatiyê îmzakirin de jî dîsa Tirkiye astengiyan derdixîne. Di hevdîtina Erdogan a li Amerîkayê de jî êdî Tirkiyeyê dixwaze çareseriyek li Sûriyê pêş nakeve. Sûriye welatekî cuda ye û li wir Rêveberiya Xweser pergaleke demokratik ji bo hemû gelan hatiyê avakirin. Ev entegrasyon bi awayekî demokratik dikare pêk were. Bêguman ev pêvajoya li Rojava û Sûriyê dê bandorê li ser vir jî bike. AKP-MHPê dixwazin li gor xwe vê pêvajoyê bimeşînin û weke navê, ‘Tirkiyeya bê teror’ jî lêdikin. Lê ev bi vî rengî nabe. Hem di nava meclise de û hem jî li derveyî meclise divê xebatên ji bo aştiyê bên meşandin.”

‘Pêwîste êdî ji aliyê hiqûqî ve berbiçav gav bên avetin’
Remzî Kartal destnîşan kir ku tevî gavên dîrokî yên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê avêtiye jî dewletê tu gav nehatine avetin û wiha pê de çû: “Rêber Apo pir aşkere hişyar kir ku heke pêvajo bi serkeftî encam nebe, dê mekanizmaya darbeyê bikeve meriyetê. Heta niha çima pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin, bandora hêzên derve û navxweyî li ser pêvajoyên çareseriyê, hêzên di nava dewletê de ku çawa çareseriya pirsgirêka Kurd astend dikin berfireh nirxandiye. Ji bo komplo li dijî pêvajoyê pêk neyên Rêber Apo dewlet heşyar kir. Xwest pêvajo dirêj nebe. Ev pêvajo çiqas dirêj bibe, dê evqas risk derkevin. Ji bo zêde nejo jî divê desthilat û dewlet karê xwe pêk bîne. Hezên aştî û demokrasiyê dixwazin jî kar û xebatên xwe di nava civakê de bimeşînin. Heke gav ji aliyê dewletê ve neyên avetin risk derbikevin holê. Tevgera Azadî gelek gavên dîrokî avet. Lê tevî vê jî desthilatê gaveke cîddî neavetiye. Pêvîste êdî ji aliyê hiqûqî ve gavên şênber bên avêtin.”
‘Divê girtekên hevdîtinê ji raya giştî re bên parvekirin’
Remzî Kartal xwest girtekên hevdîtina komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ji raya giştî re bê parvekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hin hêzên li dijî pêvajoyê zimanekî neyînî bikar tînin. AKP rê dide wan. Bi taybetî jî medyaya giredayî AKPê zemîna wê ava dike. Ji bo hişmendiyeke aştî û demokratik di raya giştî de çêbibe, ev pêvajo di nav gel de pêşbikeve pêvîste girtekên hevdîtina Îmraliyê bi rayagiştî re bê parvekirin. Ji ber ku nêrînên Rêber Apo wê bandorê li ser zimanê neyînî yê medyayê jî bike. Zimanekî erênî, çima pirsigrêka Kurd hat vê merhaleyê, aştî û demokrasî ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê jî ji bo wê divê gotinên Rêber Apo bi raya giştî re bê parvekirin. Tirkiye ji vê zerar nabîne dê sûd bigire. Heke ev yek pêk were dê bandoreke erênî li ser xebatên komîsyonê jî bike.”
‘Divê gelê Kurd di qanûnan de bê naskirin’
Remzî Kartal têkildarî merhaleya 2yemîn a xebatên Komîsyonê yên amadekariyên pêşnûmaneyên qanûnî jî rawestiya û got: “AKP û çapemeniya di destê AKPê de wisa nişan didin ku weke ku hêzên çekdar dê çawa çeke danîn li ser wê divê çi gavan bavejin nîqaşan dikin. Rêber Apo jî vê yekê qebûl nake. Tiştekî wisa ne pêkan e. Gerîla ji bo azadiya gelên Kurdistanê, gelên Tirkiye û herêmê têkoşiya. Ji ber wê jî hatina wan û çek danîna wan bi qanûnan çêdibe. Pêvîstê gelê Kurd bi awayekî qanûnî bê naskirin. Divê li ser vê nîqaş bên kirin. Yanî hebûn û hiqûqa gelê Kurd, mafê zimanê Kurdî bê qebûlkirin. Di vê li gorî çerçoveya ku endamên PKKê dê çawa tevlî siyaseta demokratik bibin qanûna bên derxînin. Her wiha divê girtiyên siyasî bên berdan. Çapemeniya Tirkiyeyê weke hinek biçin derveyî welat, efû bikin û bên darizandin nîqaşan dikin. Ev ne rast e. Serok Apo jî dibêje, ‘Dema hûn min qebûl bikin pêvîste hûn hemû hevalên min jî qebûl bikin.’ Di xebatên guhdarkirinê ya komîsyonê de jî gelek nêrîn derketin holê. Divê komîsyon bi awayekî objektif van nêrînên derketine tomar bike. Komîsyon rolekî bi vî rengî bilîze. Komîsyon heke wisa rola xwe bilîze dê misyona xwe ya dîrokî jî bi cih bîne.”
‘CHP li gorî daxwaza AKPê tevgeriya’
Remzî Kartal di dawiya axaftina xwe de li ser neçûna CHPê ya Girava Îmraliyê jî destnîşan kir ku CHP li gorî xwesteka AKPê tevgeriyaye û got: “Ji bo CHPê kêmasiyeke pir mezin e. Pirsgirêka Kurd bi demokrasiyê çareser dibe. Bê demokrasî çareser nabe. Ya ku komara Tirkiyeyê ava kir CHP bû. Ji bo demokratikkirina komarê jî divê CHPê rola xwe bilîze. Neçûna CHPê hem ji bo pêvajoyê û hem jî ji bo CHPê kêmasiyeke mezin e. CHPê bi vê biryarê li gor komên nîjadperest ên li dijî vê pêvajoyê ne tevgeriya. AKP bi awayekî li dijî hiqûqê êrişî CHPê dike. Bi vê yekê hesabên desthilatdariya siyasî dike û naxwazê heza demokrasiyê mezin bibe. Ji bo wê êrişî CHPê dike. CHP jî bi vê biryara neçûna Girava Îmraliyê xwesteka AKPê pêk anî. AKPê dixwast di navbera CHP û hezên demokratik de pirsgirêk çêke. Ji bo wê jî şaşiyeke mezin bû. Em hevî dikin CHP vê baş şîrove bike û nekeve kêmasiyeke bi vî rengî. Rêber Apo jî di hevdîtinên xwe de bal dikşînê ser rola CHPê û dibêje CHP rola xwe bilîze. Divê hemû hezên aştîxwaz û demokratik xebateke bi hev re pêşbixînin. Pêviste li Tirkiyeyê aqilekî aştîxwaz û demokratik ava bibe.”













