Platforma Muzîkê ya Bajêr, dê di navbera 10 û 14ê Kanûnê de 1emîn Festîvala Muzîkê ya Wanê li dar bixe.
Platforma Muzîkê ya Bajêr ku li Wanê hatiye damezrandin, dê di navbera 10 û 14ê Kanûnê de bi şîara “Muzîk azad dike, aştî mezin dibe” 1emîn Festîvala Muzîkê li dar bixe. Festîval dê bi piştgiriya şaredariyên Rêya Armûşê, Tûşba, Artemêtan û Komeleya Aryen Hunerê û li Navenda Çandê ya Berîvanê ya Şaredariya Rêya Armûşê bê lidarxistin. Dê di festîvalê de gelek kom û stranbêj cih bigirin û stranên xwe ji bo beşdaran bibêjin.
Bernameya festîvalê bi vî rengî ye:
* 10ê Kanûnê – Dîwana Jinan 18.00 û Aryen Kom – 19.00
* 11ê Kanûnê – Koma Siyaroj 18.00 û Koma Zeng -19.00
* 12ê Kanûnê – KomKurd 18.00 û Sîyabo – 19.00
* 13ê Kanûnê – Ferec 17.00 û Lez û Bez – 18.00
* 14ê Kanûnê – Koma Egîtîm-Sen 17.00 û KuçeBand – 18.00












