Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi rojeva geşedanên siyasî yên dawî, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, hevdîtina heyetê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek mijaran civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiyê civiya. Hat zanîn ku di civînê de geşedanên siyasî yên dawî, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, hevdîtina heyetê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, civîna Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Milî ku sibe dê pêk were, budçeya sala nû ku dê 8ê Kanûnê li Lîjneya Giştî ya Meclîse bê nîqaşkirin û pakêta darazê ya 11an ku dê li Lîjneya Giştî ya Meclîsê bê nîqaşkirin bên nirxandin û nîqaşkirin.













