* Ligel ku şerê konvansiyonel ê di navbera Îran û Îsraîlê de rewastiya ye jî hem bi daxuyaniyên dualî yên rayedarên dewletan li ser çapemeniyê şerek psîkolojîk tê meşandin û hem jî di pratîkê de amadekariyên şer tên domandin.
* Civaknas Pierre Bourdieu têgeha Habîtûsê dişibîne “metafora lîstikê” û destnîşan dike ku lîstikvanên dadikevin qada lîstikê divê li gorî pivanên qêdê tev bigerin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawî de balê dikişîne ser Darbeya Mekanîka Habîtûsê û dixwaze siyasetmedarên di Mekanîka Habîtûse de, neyên lîstikên qadê.
* Endamên YYU-KURDÎ bal kişandin ser armanc û xebatên xwe û gotin: “Armanca me parastina zimanê Kurdî ye û em dixwazin di zanîngehê de Kurdî belav bikin.”
* Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê Ardîn Dîren xwest ku bi vê festîvalê Amedê di qada çand û hunerê de bikin pêşeng û got: “Werin em bi hev re ji çîrokên dinyayê haydar bin. Çîrokan bişopînin û bi çîrokan werin ba hev, hem çîroka xwe bibêjin hem jî li çîrokên xelkê guhdarî bikin.”
* Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî dê bi rojeva hevdîtina endamên komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicive. (14.00)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî geşedanên di rojevê de ne li navenda giştî ya partiya xwe civîna çepemeniyê li dar bixe. (15.30)











