DEM Partî li Stenbolê di 6-7ê Kanûnê de Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Nanveteweyî li dar dixe. Rayedarên partiyên Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tev li konferansê dibin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 6-7ê Kanûnê de li Eywana Konferansê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe. Ji Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cihanê gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen dê tev li konferansê bibin. Konferans dê roja 6ê mehê di seat 09.30an de dest pê bike. Konferans dê bi 3 zimanan Kurdî, Îngilizî û Tirkî pêk were û li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, “mafê hêviyê” û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş bên kirin. Bernameya konferansê jî eşkere bû û ji Başûrê Kurdistanê jî dê gelek siyastemdar tev li konferansê bibin.
Ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîne Zikrî li ser navê Mesud Barzanî dê tev li konferansê bibe. Her wiha ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Endamê Tekiliyên Derve û Konseya Seroktiyê ya YNKê Dara Khailany dê beşdarî konferansê bibe. Her wiha Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî li ser navê Neçîrvan Barzanî dê tev li konferansê bibe. Ji PDKê Bayan Samî Abdul Rahman jî li ser navê Mesrûr Barzanî dê tev li konferansê bibe.













