* Rojava vê carê jî di Mihrîcana Muzîkê ya Orkêş a 3yemîn de guh dide muzîk û stranên netewan. Di festîvalê de wê komên hemû pêkhateyên Rojava cih bigirin û deng û awazên çanda komînal olan bidin.
* Di 8ê Kanûna 2024an de Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ) ku berdewama El Nûsra ye, Şam bi dest xist û dest danî ser hikûmet Rejima Esat. HTŞ ku wekî hêza cîhadîstên selefî tên naskirin; bi kiryarên xwe DAIŞê tîne aqilan. Di serweriya HTŞê de 8 hezar û 450 mirov hatin kuştin. Jin û zarok hatin revandin.
* Endamê SESê û Dêrûnînas Recep Oruç têkildarî dêrûniya civakê û xwe kuştina mirovan diyar kir ku civak ji hevdû dûr dikeve ev jî li ser dêrûniya mirovan bandoreke neyînî dike û got: “Newekhevî û dûrketina ji hevdû, bingeha xwe kuştinê ava dike.”
* Amediyan xwendina kurtegirtekên hevdîtina li Îmraliyê ku li meclisê hatine xwendin rexne kirin û xwestin hemû girtek bên xwendin û bi raya giştî re bêne parvekirin.
*DEM Partî dê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ku 2 rojan bidome li Eywana Konferansê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoya Stenbolê li dar bixe. (10.00)
* MEBYADER, TUHAD-DER, DEM Partî, DBP, TJA, Hevşaredarên Cizîrê û nûnerên saziyên sivîl en Şirnex û navçeyên wê, dê li Gundê Elemûnê serdana şîna Cîhan Yîgît (Abbas Heftanîn) bikin. (10.30)
* Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be, dê li Wanê bi meşekê deklerasyona xwe ragihîne. (13.00)
* Şaxa ÎHDê ya Amedê û Xizmên Windayan dê di hefteya 878emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Mehmet Guler bipirsin. (12.00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê rapora encama komxebat û panela ku rêxistinên pişeyî yên tenduristiyê di 9ê Mijdarê de bi mijara “Ji bo Tenduristiyeke Civakî Aştî” li dar xisti bûn li avahiya Şaxa SESê ya Amedê bi rayagiştî re parve bike. (14.00)
* Komeleya Dêrûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) dê bi serenavê “Kurd di Xebatên Dêrûnnasiyê de” li avahiya Şaxa SESê ya Amedê panelekê li dar bixe. (14.00-16.00)
* Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal dê têkildarî komkujiya li Sûriyeyê li dijî elewiyan pêk tê li avahiya xwe daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (15.00)












