Nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî bi girseyî çûn şîna endamê HPGê Omer Turk (Zinar Bahoz) û sersaxî ji malbatê xwestin.
Endamê HPGê Omer Turk (Zinar Bahoz) di 24 Nîsanê 2018an de li Avaşînê jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê li navçeya Henê ya Amedê ji bo kurê xwe Omer Turk (Zinar Bahoz) şîn danî. Nûnerên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) û gelek kes tevlî şîna Omer Turk bûn. Girseyê ji bo hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Girseyê piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Şehîd Namirin” berz kirin û li çepikan dan. Nûnerên saziyan li vir axaftin kirin û girêdana xwe ya doza wan anîn ziman.













