Rojnamevanên Sînornenas (RSF) rapora sala 2025an parve kir. Di raporê de destnîşan kirin ku li seranserê cîhanê di nava salekê de 67 rojnameger hatin kuştin.
RSFê rapora li ser pêvajoya navbera 1ê Kanûna 2024an û 1ê Kanûna 2025an aşkere kir. RSFê di raporê de destnîşan kir ku rojnameger ji ber kiryar û sûcên hêzên çekdar ên bi rêk û pêk an jî ne bi rêk û pêk hatin kuştin û got: “Rojnameger namirin, têne kuştin.”
135 rojnameger winda ne
Li gorî raporê li seranserê cîhanê li 47 welatan 503 rojnameger girtî ne. Welatên ku herî zêde rojnameger lê girtî ne: Çîn 121, Rûsya: 48, Myanmar: 47.
RSFê têkildarî rojnamegerên girtî yên li Tirkiyeyê ragihand ku berevajî îdîayan ku dibêjin bi dehan rojnameger girtî ne, li girtîgehên Tirkiyeyê tenê 3 rojnameger girtî ne. Lê gelek girtiyên rojnameger nehatine dîtin û neketine qeydan.
135 rojnamevan winda ne, hin ji wan 30 sal in nayên dîtin. 20 rojnameger jî li Sûriye û Yemenê dîl têne girtin.
Herî zêde li Xezayê rojnameger hatin kuştin
RSFê diyar kir ku di nava 12 mehênd awî de li Xezeyê herî kêm 29 xebatkarên medyayê hatin kuştin ku li ser erka xwe bûn.
Tê gotin, ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve rojnamevanên ne li ser kar jî di nav de herî kêm 220 xebatkarên medyayê hatin kuştin.
Rêxistinê bi bîr xist ku nûçegihanê El Cezîreyê Anas el Şerîf bi zanebûn hate kuştin û destnîşan kir ku Îsraîl “Bi zanebûn rojnamevanan dikuje.” RSF’ê artêşa ÎsraîLê weke dijminê herî mezin ê rojnamevanan pênase kir. Lê Îsraîl îdîa dike ku êrişên wê li hemberî Hamasê ne.
Li Meksîka û Ukrayna jî kuştin zêde ye
RSFê ragihand ku li Meksîkayê 9 rojnamevan hatin kuştin, ku piraniya wan rojnamevanan nûçe li ser rêxistinên sûc ên herêmî û têkiliya siyaset-mafyayê amade dikirin. Dîs li Ûkraynayê 3, li Sûdanê jî 4 rojnamevan hatin kuştin. Saziyên cuda di vê der barê de hejmarên cuda didin.
UNESCO: Di 2025an de 91 rojnameger hatin kuştin
Li gorî UNESCOyê jî di sala 2025an de 91 rojnameger hatin kuştin.













