• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di roja 3yemîn a Festîvala Fîlman de 14 fîlm hatin temaşekirin

    Di roja 3yemîn a Festîvala Fîlman de 14 fîlm hatin temaşekirin

    Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

    Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

    Ji bo Rojbîn Sonmezê li Amedê mewlûd hate dayîn

    Ji bo Rojbîn Sonmezê li Amedê mewlûd hate dayîn

    Li Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje

    Li Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 9ê KANÛNA 2025an

    Festîvala Fîlman a Amedê di roja duyemîn de didome

    Festîvala Fîlman a Amedê di roja duyemîn de didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di roja 3yemîn a Festîvala Fîlman de 14 fîlm hatin temaşekirin

    Di roja 3yemîn a Festîvala Fîlman de 14 fîlm hatin temaşekirin

    Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

    Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

    Ji bo Rojbîn Sonmezê li Amedê mewlûd hate dayîn

    Ji bo Rojbîn Sonmezê li Amedê mewlûd hate dayîn

    Li Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje

    Li Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 9ê KANÛNA 2025an

    Festîvala Fîlman a Amedê di roja duyemîn de didome

    Festîvala Fîlman a Amedê di roja duyemîn de didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kovara Nûbiharê bi dosyaya ‘100 saliya Serhildana Şêx Seîd’ derket

Navenda Nûçeyan / AW

9 KANÛN 2025 - 15:37
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Kovara Nûbiharê bi munasebeta salvegera 100emîn a Serhildana Şêx Seîd bi navê “100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî” hejmareke taybet amade kir. Di hejmara 173yemîn a kovarê de têkildarî Serhildana Şêx Seîd nivîsên cûr bi cûr hene. 

Kovara Nûbiharê ya ku 33 sal in bênavber û 3 mehan carekê li seranserê Kurdistanê derdikeve, bi hejmara xwe ya 173yemîn derket. Kovara çandî, hunerî û edebî bi munasebeta salvegera 100emîn a Serhildana Şêx Seîd bi navê “100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî” hejmareke taybet amade kir. Edîtoriya kovarê bi vê minasebetê nivîsek jî parve kir.

Edîtoriya kovarê wiha got: “Vê serhildanê sed sal berê, di 13ê Sibata 1925an de dest pê kir, di 15ê Nîsanê de jî bi girtina Şêx Seîd Efendî bi dawî bû. Serhildanê bi temamî du meh û nîvan dewam kiribû. Lê belê weke ji bermayiyên serhildanê gelek kesan du-sê salan li çiya û gundan berxwedana xwe domandin û teslîm nebûn. Bi ser serhildanê re sed sal derbas bûye, lê hîna jî em li ser diaxifin û dinivîsin. Bi çi sebebê ev serhildan ewqas wext e di rojeva me de ye û ji bîr nabe?

Kurdan bedelên mezin dane

Bi min sebeba herî mezin, ji aliyê can û mal ve, wê demê Kurdan bedelên mezin dane û kesên canê xwe dane, navdarên wekî şêx, mela, serokeşîr, rewşenbîr, axa û yên naskirî û hezkirî bûne. Li ser xelkê tesîra wan hebûye. Sebebek din jî pirsgirêka Kurd e; îro li meydanê pirsgirêkeke çareser nebûyî heye. Pirsgirêka Kurdan çiqas hatiye rojevê Şêx Seîd jî, Seyid Riza û kesên din jî ku ji eynî meselê bedel dane, têne rojevê û ji bîr nabin. Jixwe nivîsên ku di vê jimarê de weşiyane, bi awayekî bersiva vê pirsê ne.”

Edîtoriya kovarê di berdewama nivîsa xwe de ev tişt gotin: “Wekî em dizanin, dewleta Tirkiyê li ser mîrateya Osmanî ava bûye, lê belê bi fikr û kirinên xwe ev mîrateye red kiriye. Bi qanûnên derxistine û bi kirinên xwe, xwestiye dîn ji jiyana mirovan derkeve û dewleta xwe jî li ser fikra Tirkbûniyê ava bike û kiriye.

Şêx Seîd li hemberî siyaseta xapînok derket

Di rejîmeke wiha de ji bîlî Tirkan, tu netewî nikarîbû hebûna xwe bidomanda. Ev siyaseta dewleta nû, di nav hin mela, şêx, zana, rewşenbîr û welatparêzên Kurdan de dibû sedema aciziyê. Dewlet, weke dewleta xwe nedîtin û îtîat nekirin. Di nav Kurdan de zanayên ku ev siyaseta Tirkiyê didîtin jî organîze nebûn; di navbera wan de tîfaq tunebû. Li gelek deveran berjewendiyên eşîrî, malbatî, mezhebî û hwd beriya berjewendiyên millî dihatin. Mixabin têra xwe bîreke netewî jî, di nav Kurdan de tunebû. Ew kesên weha ji xwe haydar kêm bûn; piraniya Kurdan jî haya wan ji vê siyaseta xapînok tunebû. Li hemberî vê helwesta dewleta nû, aciziyek hebû; vê aciziyê wê çawa xwe bida der, plan û projeyek esasî jî tune bû. Serhildana Şêx Seîd di atmosfereke weha de bû bertek û li hemberî vê siyaseta xapînok derket.”

‘Serhildanê tesîreke mezin li ser siberoja me kiriye’

Edîtora Kovarê destnîşan kir ku serhildana sala 1925an bi encamên xwe tesîreke mezin li ser siberoja me kiriye û wiha got: “Weke em dizanin, li pey serhildanê bi derxistina Rapora Islahatê ya Şerqê, Qanûna Teqrîrî Sikûnê, qedexeyên zimanî û sirgûnkirina malbatan bi her awayî heyat li Kurdan teng kiriye. Serhildanê li pey xwe bi hezaran kuştî, sirgûn û koçkirinên trajîk hiştine. Sirgûn mecbûrî bû; dewletê li pey serhildanê gelek malbat sirgûnî nav Tirkan kirine û ew malbat mecbûren bi salan li wan derên xerîb jiyane. Koçberî jî mecbûriyet bû; ji kuştinê, ji hepiskirinê û ji sirgûnê mecbûr bûn birevin.
Ev kes belkî ji kesên sirgûnkirî siûdtir bûn. Lewra Kurdên weke mihacir ku çûbûn hin ciha, eger îmkan hebana, dikarîbûn li hin deveran sitar bibin. Ev kes yan çûne deverên ku serhildan lê belav nebûye; yan jî çûne Binxetê. Di nav kesên çûne Binxetê de rewşenbîr hebûn. Van kesana li wir jî xizmeta gelê xwe kirin. Komel ava kirin, bi zimanê xwe karê weşangeriyê kirin. Kovar û rojname weşandin. Îro jî li Rojava gelek malbat hene ku ji ber Serhildana Şêx Seîd koçî vê derê kirine.

Taybetiyên serhildanê

Çend taybetiyên di serhildanê de derketine pêş:
-Di serhildanê de pênc cephe hene. Ji vana çarên wan, qumandanên wan şêx û mela ne.
-Serhildana Şêx Seîd, loqal û herêmî ye; li temamê Bakur belav nebûye.
-Serhildan bi giranî di herêma Zazayan de bûye û piranî Zaza beşdar bûne.
-Kurdên Elewî kêm beşdar bûne, li hin cihan jî li hemberî hereketê şer kirine.
-Serhildana Şêx Seîd proveke bûye, ji nişkave derketiye.
-Şêx Seîd Şêxekî Neqşebendî û dewlemend bû.

Çend sebebên têkçûnê:

-Serhildan ji kesên esker mehrûm e. Hin kesên ku di eskeriyê de wezîfe girtine ji aliyê dewletê ve hatine girtin. Ew barê qumandaniyê li ser pişta şêx û mela maye.
-Serhildan ji teqtîkên eskerî mehrûm bû. Qezayên biçûk bi dest xistin, mesela Xalid Beg esker bû, neçûn li Bîtlîsê ew xelas nekirin.
-Serhildan bê wext, ji nişkave, bêyî ku organîze bibe derketiye. Her kes li ku derê bûye, bi serê xwe hereket kiriye… Ev awa jî li hinek ciha bûye sebebê îstîsmarê…
-Çekên dewletê zêde bûn. Li hemberî wan di destê Kurdan de sîleh pir kêm bûn. Ji derve, ji Îranê û Iraqê sîleh nehatin. Jixwe rê jî tunebû.
-Li gelek deveran berjewendiyên eşîrî, malbatî, mezhebî û hwd beriya berjewendiyên netewî dihatin; evê jî nehîşt di navbera Kurdan de tîfaqek çêbibe.
-Mixabin bîreke têr û bes ya netewî, di nav Kurdan de jî bi cih nebûbû.
– Fransayê destûr da Tirkiyê, ji aliyê Mêrdînê ve esker û cepxane anîn hundirê Diyarbekirê. Eger Diyarbekir bigirtana, rengê serhildanê vedigeriya awayekî din. Mixabin ji hundirê Diyarbekirê, wan malbatên mezin jî alîkariya hêzên serhildanê nekirin.”

Helbest jî di dosyayê de cih digirin

Edîtoriya kovarê diyar kir ku cara ewil e bi dosyayeke mezin hejmareke wisa taybet amade dikin û got: “Kovar bi tevahî li ser mijarekê ye û me rûpelên wê jî zêde kirine. Ji texmîna min zêdetir nivîs hatin. Hema çend kes xarîç, me ji kê nivîs xwest şandin. Hin kesên bihîstin em dosyayeke weha amade dikin, wan jî bi xwe nivîs şandin. Van kesana di dosyaya ‘Di 100 saliya xwe de Serhildana Şêx Seîd Efendî’ de tiştên gelek bi qîmet gotine. Helbestên vê jimarê jî tev ji mijara dosyayê ne. Me di bijartina helbestan de usûleke weha kir: Ev helbestên me bijartine, gelek ji wan di kovar û pirtûkan de weşiyane; ji ber ku li ser mijarê bûn, me çavkaniya wan da û daxilî dosyayê kirin.”

Nivîsên ku di kovarê de cih digirin

Nivîsên di kovarê de cih digirin wiha ne: “100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî – Suleyman Çevîk, Malbata Şêx Seîd Efendî-Kasim Firat, Şêx Seîd: Pira di navbera duh û îro de – Vahap Coşkûn, Roportaja Şêx Mehdî ji Sala 1925an – M. Malmîsanij, Di derdora Serhildana Şêx Seîd de Dêrsim /- Mahmût Akyureklî, Di Tevgera 1925an de rola Xalid Begê Cibrî – Tahsîn Sever, Li ber tirba Şêx Seîd – Kamiran Alî Bedirxan , Biyografiya Serhildêrekî: Şêx Evdillahê Melekanî / Firat Aydinkaya, Şêxêm / Mahsûn Reşçelan, Mersiyeya Seîdê Pîranî – Fehmî Begê Pêçarî / Amadekar: Yûnûs Demîr, Serhildana Şêx Seîd Efendî – Altan Tan, Çewlîg de Aktorê 1925î – Nûrettîn Beltekîn, Yado – Kemal Bûrkay, Portreyek ji Hereketa Şêx Seîd a 1925an: Şêx Seîdzade Şêx Elî Riza Palûyî: Serokê Hikûmetali Kurdistanê Hatî Damezrandin – Merve Firat, Min navê xwe kola Li bircên Diyarbekir – Rojen Barnas Nirxandina Çepgiran li ser Tevgera Şêx Seîd – Ruşen Arslan – Wergera ji Tirkî: Aydin Uneşî, Li ser Serhildana Şêx Seîd, TKP û Meseleya Kurdan Muhasebeyeke Şexsî – Alî Haydar Uzulmez – Wergera ji Tirkî: Îbrahîm Atmaca, Serhildana Şêx Seîd di Çapemeniya Tirkiyeyê de (1925) – Ercan Çaglayan, Di Rojnameyên Almanî de Tevgera Şêx Seîd Efendî – Abdullah Încekan, Baladek ji bo rabûn û ketina şehîd Şêx Seîd û hevalên wî yên nedar – Yehya Omerî, Sedsaliya Tevgera Şêx Seîd – Salîh Cemal, Ji bo kalikê min ê şehîd Mihemed Salih Axayê Zaxûrî – Yildiz Çakar , Di Navbera Salên 1924-1926an de Xeta Siyasî ya Seîdê Kurdî – Muhyîddîn Zinar, Şêxên Çanê: 1 Serhildan, 5 Îdam, 5 Kuştin – Îlyas Mîrza Korkûtata, Di şîn û pesn û bîranîna Şêx Seîdê Paloyî de – Seydayê Xelatî, Sedsaliya Serhildana Şêx Seîd û Hêza Bîra Edebî – Xezala Redkanî, Derweş – Selîm Temo, Bandora Hereketa Şêx Seîd a li ser Rojava – Konê Reş, Serhildana Şêx Seîd, Wêjeya Dengbêjiyê û Avakirina Bîra Netewî – Îbrahîm Şahîn & Omer Guneş, Gavek pêş de sê gav paş de: Di pêvajoya Serhildana Şêx Seîd de Bûyera Beytuşebabê – Ekrem Malbat, Yek ji Serkirdeyên Tevgera Neteweyî ya 1925an: Şêx Evdirehîm – Seîd Veroj Salih Begê Hênî (1873-1925) – Bîlal Zîlan, Şêx Seîd Şêxî ma wo – Mela Huseynê Hênî (Dilbî) / Transkrîbekerdox: Mehmet S. Ûzûn, Şêx Seîdê Kal Dahûrîneke Derûnkolînerî (Psychoanalysis) – Brahîmê Alûcî, Kekê Xiyasedîn: Bîra Miletekî – Muhammed Sabir Firat, Avakirina Edebî ya Trajediyê di Helbesta Mela Ehmedê Palo, Şoreşa 1925-1927an de – Mehmet Yildirimçakar, ji Arşîva me hevpeyvîna Abdulmelîk Firat – Hevpeyvîn: Suleyman Çevîk, Destana Derwêşekî – Abdûllah Încekan, Bayê Sibehê – M. Zahîr Kayan, Siwarê Spî – Tahir Dilnas Koçeran, Kanî Kalê Şêx Seîd – Seydayê Tîrêj”

 

Etîket: Hejmara 173yemînKovara NûbiharêSalvegera 100emînSerhildana Şêx Seîd
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (142)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne