• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

2024 bû sala talankirina xwezayê

Navenda Nûçeyan / AW

31 KANÛN 2024 - 11:30
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET, ROJANE
A A

Di sala 2024an de li Şirnex, Amed, Agirî, Colemêrg, Mêrdîn û gelek bajarên din li aliyekî bi deh hezaran dar hatin birîn, li aliyekî lêgerîna madenê û li aliyê din çêkirina bendavan bû sedema talankirin û wêrankirina xwezalê.

Sala 2024an ji bo xwezayê bû sala talankirin û wêrankirinê. Ji ber polîtîkayên dewletê, sermayedar, ji bo çavkaniyên madenê peyda bikin û bêtir xwe dewlemend bikin, herî zêde daristan talan û wêran kirin. Li çiyayê Cûdî, Gabar, Besta, Qileban, Elk, Geliyê Godernê ji bo lêgerîna petrolê, çêkirina qereqol û rêyan, dîsa ji bo herêmê bê daristan bihêlin bi destê cerdevan û şîrketên taybed bi deh hezaran dar hatin birîn. Li navçeyên Pîran, Pasûr, Giyadîn û gelek deverên Şirnexê li aliyekî bendav çêkirin, li aliyê din çêkirina kanên madenê bûn sedema talankirina xwezayê. Lê balkêş e hemû tunekirina daristanan, zuhakirina çeman, avakirina bendavan, di kontrol û çavdêriya rayedarên dewletê de pêk hatin. Hemû bi erêkirina ÇEDê ku girêdayî Wezareta Derdorê ye, pêk tên.
Dema ku em li hewldanên talankirina xwezayê dinerin, em dibînin herî zêde talankirina bi zanebûn li bajarê Kurdistanê û bi taybetî li Şirnex, Mêrdîn, Amed û Colemêrgê pêk hatiye.

Şirnex

Di 2024an de ji destpeka buharê heta dawiya payizê li çiyayên Gabar û Cûdî û herêma Besta, Qaşûran û Elkê yên Şirnexê birîna daran û talana neftê bênavber berdewam kir. Herêma ku zêdeyî 3 sal in dar lê tên birîn, bi teqandina dînamîtan hat wêrankirin. Di pêvajoya tunekirina xwezayê ya 3 salan de herêm her diçe wêran dibe.
Li Çiyayê Gabar û Cûdî û herêma Besta ya Şirnexê darbirîna ku 4 sal beriya niha dest pê kir. Birîna daran li bejahiya navçeyên Qileban û Elkê berdewam kir. Di salên borî de daristan şewitandin û bi taybetî di salên dawî de bi hinceta “ewlehiyê” dest bi birîna daran kirin. Birîna daran ku ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de hat destpêkirin 3 sal in didome. Îsal jî li herêmê lêgerîna madenê û talana neftê dan dest pê kirin.
Di destpêka cotmehê de, li gundê Elemûnê yê navçeya Qileban a Şirnexê bi vîdeoyê hat belgekirin ku bi îdiaya “ewlehiyê” darên sed salî hatin birîn. Kêliyên dar dihatin birîn ji hêla gundiyan ve hatin kişandin. Gundiyan dan zanîn ku dar ji hêla mitehit Selîm Babat ve tên birîn. Di dîmenan de hat dîtin ku dar ji qurmî ve tên birîn û piştre li traktoran tên barkirin.
Li Bestayê qadeke mezin a daristanan hat talankirin û tunekirin. Bi hezaran darên sedsalî hatin birîn. Li şûna darên ku tên birîn jî qaleqol hatin çêkirin. Herêma Bestayê bi salan ye ji bo koçeran çavkaniya debarê ye û xelkê herêmê tenê dema destûrê digirin dikarin bikevin herêmê. Li herêmê heta niha bi dehan qadên daristanê hatine talankirin û tunekirin. Li gel birîna daran a ku 3 sal in li Bestayê berdewam dike, ji ber şewatê jî gelek qadên daristanê tune bûn.
Dîsa cerdevanên li herêma Bêtkarê ya navçeya Qilebanê di demsala havînê de rojane bi sedan dar birîn û şandin bajarên Tirkiyeyê.

Pîran

Li gundên Pîrejma û Herido yên ser bi navçeya Pîrana Amedê ve talana madenê didome. Şirketa Olmez Dogû ya Madenê ya aîdî Îsmet Olmez ê AKPyî xebatên lêgerîna madenê li gundan didomîne. Ji van gundan risas û çînko jê derxistin. Cara ewil di tebaxa 2011an de ji aliyê Şirketa Bîr Yildiz ve li herêmê ji bo lêgerîna risas û çînkoyê xebat hat destpêkirin. Di mijdara 2019an de şirketa Olmez Dogû xebata madenê ya li wê deverê dewr girt. Şirket ji bo kapasîteya xwe zêdetir bike di tîrmeha 2022yan de serî li Wezareta Bajarvaniyê û Hawirdorê da. Wezaret di tebaxa 2022yan de destûrê da şirketê û qada ji 24,94 hektarî pêk tê derxist 532,77 qada hektarî. Şirketê di girtekê de karker wekî “gundî” nîşan dan wekî bi erêkirina gundiyan talankirina xwezayê berdewam kirin.
Hat diyarkirin ku 19 gundiyên ku li dijî rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) îtîraz kirine lê belê wezaret daxwaza gundiyan ji nedîtî ve hatiye.

Şîrketa Madenê ya Olmez, tevi nerazîbûnên gundiyan jî dîsa ji bo derxistina mermeran dînamîtan diteqînin û xwezayê talan dikin.

Lîce

Li herêma ku gundên Zengesor, Heşeder, Mizag, Peçar, Bayirli û Şaxurê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê lê ne tê xwestin madena sifirê bê avakirin. Şêniyên gund gelek caran bertekên xwe anîn ziman. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, nûnerên TMMOBê li dijî şîrketa madenê derketin. Lê talankirina xwezayê ji aliyê şîrketan ve didome.

Hezro

Li herêma Geliyê Godernê ku li sêgoşeya navçeyên Amed Licê, Pasûr û Hezro ye, çêkirina Bendava Sîlvanê ya ku di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadolûyê (GAP) de di sala 2009an de hat plankirin bê çêkirin, dewam kir. Li herêmê her diçe bi hezaran dar tên birîn û wêrankirin didome.
Li Geliyê Godernê ji ber dînamîtên hatin teqandin, pira geliyê Goternê zerarek mezin dît. Zinarên ji çiyê gindirîn li pirê ketin û deverên pirê rûxiyan. Piştî bendavê ku hilweşe dê bejahiya Pasûr, Licê û Hezroyê 50 gund di bin avê de bimînin. Lê dîsa gelek dînamît hatin teqandin.
Li derdora bendava ku bi hinceta “ewlehiyê” tê çêkirin bi qaleqolan hatiye dorpêçkirin û ji ber vê mirov nikarin biçin nava zeviyên xwe.

Pasûr

Li Zozanên navçeya Pasûr a Amedê şîrketên madenê xwezayê talan dikin. Li Zozana Hasandînê û gundê Gavgasê xebatên kolandina sondajê berdewam kir.
Berdewamkirina xebatên kanên zêr, sifir û kromê dê bandoreke neyînî li Gavgas û mezrikên wê Oxnê, Arkin, Xoş, Ferxela, Mergê Êmo û Gostoyê bikin. Her wiha taxên herêma Hevêdanê jî di bin metirsiya windakirina çavkaniyên avê de ne.

Agirî

Xebatên madenê yên li gundê Ûlikent, Bilîgana Jorê, Seîd Beg, Mele Qede, Gêdûk, Tendûrek Zeynel û Qîro yên Giyadîna Agiriyê ku li qeraxa Çemê Mûradê ne, hatine destpêkirin, jiyana li herêmê tarûmar kirin. Qada madenê, ji aliyê Koza Holdîngê ji bo lêgerîna li zêran hatiye çêkirin. Li gor rapora ÇEDê ya qadê li herêmê 218 nebatên cuda, 16 cureyên heywanan û 67 cureyên çûkan hene. Ji nebatên li qadê 7 jê li tu herêmên din tune ne û 3 heb hê jî di lîsteya nebatên kêmpeyda de ne. Hem qada madenê hem jî siyanura ku ji bo zêran tê bikaranîn, habîtata li herêmê bi temamî xera dikin û jiyana li herêmê tarûmar dikin.

Şankuş

Li gundê Simaqî ya bi ser navçeya Şankûşa Amedê li qada daristanê agir bi daristanê ket. Di şewatê de rezên gundiyan jî şewitîn.

Di ewlehiya qereqolan de xwezayê talan dikin 

Bi giştî ligelek bajarên Kurdistanê talankirin û wêrankirina xweza û qadên jiyanê didome. Lê her çend saziyên ekolojiyê raporan amade dikin û temaşe dikin jî li dijî vê yekê çalakiyên ku rê li pêşiya vê talankirinê bigirin nayên kirin. Li aliyekî talankirin bi destê saziyên dewletê û şîrketên girêdayî dewletê pêk tên, li aliyê din saziyên ekolojiyê jî çalakiyên xurt nîşan nadin. Di encamê de yê herî zêde zerarê dibîne çavkaniyên jiyanê ne. Bi talankirina xwezayê re bi hezaran zindî tune dibin.

Dîsa li gelek bajarên Tirkiyeyê jî xweza hat talankirin û wêrankirin. Li Muxma, Îzmîr, Manîsa Antalya, daristan şewitîn. Li gelek çiyayên herêma Derya Reş, Ege, Marmara û Anatoliya Navîn lêgerînên madenê berdewam kirin. Ji bo berjewendiyên şîrketan bi deh hezaran dar hatin tunekirin, xweza hat talankirin.

Etîket: AgiriDaristanLicêPasûrQilebanşîrketŞirnexXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li germava şaredarê AKPî teqîn çêbû û kesek birîndar bû

Li germava şaredarê AKPî teqîn çêbû û kesek birîndar bû

5 HEZÎRAN 2026
Li Şirnexê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

Li Şirnexê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

5 HEZÎRAN 2026
Komîteya Ekolojiyê: Em bi têkoşînê xwedî li xwazaya xwe derkevin

Komîteya Ekolojiyê: Em bi têkoşînê xwedî li xwazaya xwe derkevin

5 HEZÎRAN 2026
NYê ji bo karesata ‘El Nîno’ hişyarî da

NYê ji bo karesata ‘El Nîno’ hişyarî da

2 HEZÎRAN 2026
Efsûnî û gujeguja Sûlava Bêgiriyê balê dikişîne ser xwe

Efsûnî û gujeguja Sûlava Bêgiriyê balê dikişîne ser xwe

2 HEZÎRAN 2026
Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xweza û banga têkoşînê

Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xweza û banga têkoşînê

29 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bekargolu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heke Rojîn, xeniqîbe çima di pişika wê de av nîne?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (403)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne