• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

    Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

    Mîhrîcana Muzîkê di roja 3yemîn de ye: Divê zilam pêşiya jinan negirin

    Mîhrîcana Muzîkê di roja 3yemîn de ye: Divê zilam pêşiya jinan negirin

    Festîvala Fîlman a Amedê di roja 6emîn de ye: 18 fîlm hat nîşandan

    Festîvala Fîlman a Amedê di roja 6emîn de ye: 18 fîlm hat nîşandan

    Nêrgiz Mihemedî dîsa hat binçavkirin

    Nêrgiz Mihemedî dîsa hat binçavkirin

    Ji bo pêşketina pêvajoyê aştiya navxweyî pêwîst e

    Ji bo pêşketina pêvajoyê aştiya navxweyî pêwîst e

    TUM BEL-SENê Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî li dar xist

    TUM BEL-SENê Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

    Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

    Mîhrîcana Muzîkê di roja 3yemîn de ye: Divê zilam pêşiya jinan negirin

    Mîhrîcana Muzîkê di roja 3yemîn de ye: Divê zilam pêşiya jinan negirin

    Festîvala Fîlman a Amedê di roja 6emîn de ye: 18 fîlm hat nîşandan

    Festîvala Fîlman a Amedê di roja 6emîn de ye: 18 fîlm hat nîşandan

    Nêrgiz Mihemedî dîsa hat binçavkirin

    Nêrgiz Mihemedî dîsa hat binçavkirin

    Ji bo pêşketina pêvajoyê aştiya navxweyî pêwîst e

    Ji bo pêşketina pêvajoyê aştiya navxweyî pêwîst e

    TUM BEL-SENê Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî li dar xist

    TUM BEL-SENê Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TUM BEL-SENê Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî li dar xist

Enqere / AW

12 KANÛN 2025 - 18:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
TUM BEL-SENê 2yemîn Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî, Ked û Demokrasiyê ya Navneteweyî li dar xist. Di sempozyûmê de li ser sepanên qeyûm, di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de xurtkirina rêveberiyên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Sendikaya Kedkarên Hemû Şeredariyan û Xizmetên Rêveberiya Herêmî (TUM BEL-SEN), 2yemîn Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî, Ked û Demokrasiyê ya Navneteweyî li oteleke navçeya Çankaya ya Enqereyê li dar xist. Hevşeredara Wanê Neslîhan Şedal û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ên ku qeyûm tayînî şêna wan hatine kirin tev li sempozyûmê bûn. Hevşaredara Qamişloyê û Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer û li welatên navneteweyî nûnerên sendika û kesên li ser rêveberiyên herêmî û demokrasiyê xebatê dimeşînin jî beşdarî sempozyûmê bûn.

Sempozyûm bi axaftina Serokê Giştî yê TUM BEL-SENê Erdal Bozkurt destpê kir. Erdal Bozkurt bi lêv kir ku ji ber sepanên desthilatê yên li dijî demokrasî û hiqûqê her ku diçe desthilat vediguhere rêveberiyeke otoriter û ev tişt gotin: “Niha pêvajoyek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kiriye. Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayînde û demokrasî û wekhevî pêk were xala herî girîng rêveberiyên herêmî ne. Ji bo çareseriya demokratîk divê rêveberiyên herêmî bi esas girtina tevlîbûna gel ji nû ve bên avakirin.”

Piştre jî jî rûniştina yekem a sempozyûmê bi sernavê, “Rêveberiyên herêmî yên demokratîk, kedkar û aştî” destpê kir. Moderatoriya rûniştinê Erdogan Boz kir. Erdogan Boz di rûniştinê de axivî û anî ziman ku ev sempozyûm bandoreke erênî li pêvajoya aştiya civakî dike û got ku bi dawîbûna sepanên qeyûman û xurt kirina rêveberiyên herêmî ji bo pêvajoyê girîng e.

Rêveberiyên herêmî û mînakên cîhanê

Piştre berpirsê Xizmetên Cameweriyê û Rêveberiyên Herêmî yê Federasyona Sendîkayên Xizmeta Cemaweriyê ya ewropayê (EPSU) Pablo Sanchez li ser rêveberiyên herêmî, pêkhatina demokrasiyê, rewşa karkeran axivî. ji Zanîngeha Ulsterê Dr. Petter O’conno û ji Federasyona Perwerdekaran a Kolombiyayê (FECODE) Marta Alfonso jî li ser zoomê tevlî sempozyomê bûn û mînakên demokrasiyê, rêveberiyên herêmî, şert û mercên welatên ew di nav de dijîn mînak dan û nirxandin kirin.

Ji sendikaya UNISONê Stephen Smille jî li ser zoomê beşdar bû û li ser rêveberiyên herêmî yên Iskoçyayê û xebatên di dema pevçûnên Başûr û Bakurê Îrlandayê de kirine axivî. Ji Zanîngeha Northumbrîa Dr. Connal Parr jî li ser zoomê beşdarî sempozyûmê bû û li ser girîngiya demokrasiya rêveberiyên herêmî rawestiya.

Rêveberiyên herêmî yên li Rojava

Hevşaredara Qamişloyê û Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer jî li ser zoomê beşdarî sempozyûmê bû. Bêrîvan Omer diyar kir li Rojava şeredariya yekem a Qamişloyê bû û wiha qal kir: “Em bi komîn û kantonan xwe bi rêxistin dikin. Vîna jinan û tevlîbûna jinan esas digirin. Gel bi xwe rasterast tevlî rêveberiyê dibe. Em li ser azadiya jinê hemû şeredariyên me bi awayekî fermî weke hevserok dixebitin. Erk û berpirsyariya wan yek e û tu cudahî tune ye. Di destpêkê de zahmetî me pir dikşand. Jin tevlî şeredariyê nedibûn lê niha jin jî tevlî şeredariyan dibin û guherînên mezin pêkhatin. Di hundirê şerdariyê de meclîsa jinan heye û ew jî hem budçeya xwe û hem jî xebatên jinan bi xwe diyar dikin.

Rêveberiyeke herêmî ya civakî hatiye avakirin

Bêrîvan Omer wiha berdewam kir: “Li taxan komîn hene û ew biryarên xwe bixwe didin. Dema asta bajêr de be jî meclîsa bajar biryar digire. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dewlet tune ye.Pergaleke bêdewletî û rêveberiyeke herêmî ya civakî hatiye avakirin. Endamên şeredariyê jî di hundirê Yekitiya Şeredariyan de tên bi rêxistinkirin. Li cem me cudahiya karmend û kesên berpiryar tune ye. Wekhev in. Di hundirê şeredariyê de çi biryar bê standin hemû xebatkarên şeredariyê tevlî wê biryarê dibin û fikra xwe tînin ziman.”

‘Gelê me hêjayî hemû xebatan e’

Hevşaredar Bêrîtan Omer anî ziman ku ji ber êrîşan wan nekarî pergala xwe pêşve bibe û wiha domand: “Binesaziya bajaran hat hilweşandin, cihên ceyranê hatin rûxandin. Gelek êrîş pêk hatin. Em jî niha hewl didin binesaziyên hatine hilweşandin ji nû ve ava bikin û cihên hatine rûxandin çêbikin. Ji aliyê azadiya jinê û demokrasiyê ve jî gavên mezin hatin avetin. Peymana Civakî di 2024an de ket meriyetê. Xebatên parastina zarokan, parastina çanda bajar û ekolojiyê ji hêla kesên pîspor ve tên kirin. Projeya asasî ji aliyê hişmendiyê ve guherandina hişmendî û avakirina azadî û demokrasiya civakî ye. Hevî dikim em jî bikarin werin tecrubeyan bi hev re parve bikin û hûn jî bikarin werin vir. Gelê me pir êş kişandin, şer, pevçûn û kuştin dîtin. Ji ber wê jî gelê me hejayî hemû xebatên baş û xizmetan e.”

Piştî axaftinan rûniştina yekem a sempozyûmê bi dawî bû.

Rûniştina 2yemîn a sempozyûmê

Beriya rûniştina 2an şaredarê berê yê Enqereyê Murat Karayalçin axivî li ser sepanên rêveberiya herêmî ya li Tirkiyeyê rawestiya û qala qanûnên şeredariyê ku di serdema AKPê de hatine hatine derxistin kir.

Piştî axaftinê rûniştina 2an a sempozyûmê bi sernavê “Li Tirkiyeyê Rêveberiyên Herêmî, Kiryarên Qeyûmtiyê û Lêgerîna Çareseriyê” destpê kir. Moderetoriya rûniştinê Îzzetîn Alpergîn kir. Hevşeredara Wanê Neslihan Şedal ku şûna wê qeyûm hatibû tayinkirin, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku şûna wî qeyûm hatibû tayinkirin û Şaredarê Samandagê Emrah Karaçay jî weke axaftvan beşdarî rûniştinê bûn.

‘Demokrasî û hiqûq tune be aştî pêk nayê’

Di serî de Ahmet Ozer axivî û anî ziman ku ew di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin û wiha got: “Ji aliyekî vê em di pêvajoya aştiyê de derbas dibin. Ez piştgiriya pêvajoyê dikim, lê ji aliyê din vê jî ji aliyê desthilatê vê sepanên li dijî pêvajoyê ne tên meşandin. Niha 27 hevşeredar û şaredar girtî ne. Hê jî qeyûm li ser şeredariyan hene. Di vê rewşê de wê çawa aştiyê pêk were? Ez dipirsim, hûn jî bipirsin. Aştî jidilbûn e, heke hûn jidilbin ew pêvajo dê biçe serî. Lê heke hûn ne ji dilbin ew pêvajo jî dê negihêje encamê. Ji bo aştî pêk were û aştî civakî bibe divê gav bên avetin. Di serî de sepanên qeyûman bi dawî bibin û şeredarên di girtîgehan de ne bên berdan. Heta demokrasî û hiqûq tune be aştî pêk nayê.”

‘Şaredariyên me ji aliyê waliyên mêtinger ve hatin xespkirin’

Piştre Neslihan Şadal axivî. Neslihan Şadal destnîşan kir ku ew rêveberiyeke demokratik û ekojîk esas digirin û ji ber wê jî hertim qeyûm tayinî li ser şeredariyên wan hatine kirin. Neslihan Şadal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ew sepan bi dawî bibin divê li dijî vê bê hiqûqiyê em dengê xwe bilind bikin. Jixwe di giyana vê pêvajoyê de xurtkirina rêveberiyên herêmî heye. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke dîrokî destpê kir û em jî di vê pêvajoyê de li ser xurtkirina rêveberiyên herêmî diaxivin. Em weke Tevgera Kurd ji ber modela xwe ya şeredariyê dibin hedef. Ew model li dijî pergala netew dewlet û desthilatdariyê weke alternatîfeke. Bi modela hevserokiyê ku wekheviya jin û zilam esas digire, demokrasî û ekoloji di nav xwe de dihewînê û pir zimanî û pir rengî li dijî vê pergaleyê. Modela ku jin ne din av de bin ne demokratik in. Di modeleke rêveberiya herêmî de dema jin ne xwedî gotin bin ew model ne demokratik in. Di encama polîtikayên mêtingeriyê yên li Kurdistanê de ji aliyê waliyên metînger ve şeredariyên me hatin xespkirin.”

‘Em dixwazin rêveberiyeke sosyalîst û civakî ava bikin’

Şaredarê Samandagê Emrah Karaçay jî bi zimanê xwe yê dayikê Erebî dest bi axaftina xwe kir û got ku ew ji ber têkoşîna ji bo zimanê dayikê Erspasiya welatiyên Kurd dike. Emrah Karaçay jî bi lêv kir ku ew tevî pergala yekperestiyê ya faşizan jî bi netew û baweriyên cuda di nava aştiyê de dijîn û ev tişt gotin: “Di erdheja 6ê Sibatê de navçeya me jî pir bandor bû. Ji ber erdhejê em jî rastî pir zahmetiyan hatin. Ji bo wê em jî dixwazin rêveberiyên herêmî xweser bin. Qanûnên li Enqereyê derdikevin ji bo Colemerg û Samandagê ne derbasdar e. Em dixwazin rêveberiyeke sosyalîst û civakî ava bikin.”

Piştî axaftinan rûniştina 2an a sempozyûmê bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Rûniştina 3an a sempozyûmê

Rûniştina 3an a sempozyomê bi sernavê “Pergala Rêveberîyên Herêmî ya Tirkiyeyê çima û çawa divê were guhertin?” pêk hat. Di rûniştinê de Serokê Giştî yê TUM BEL-SENê Erdal Bozkurt moderetorî kir û ji Zanîngeha ODTUyê Prof. Dr. Mustafa Kemal Bayirbag, ji zanîngeha Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Sonay Bayramoglu û ji Zanîngeha Başkentê Dr. Alî Mert Taşcier axivîn.

  

Etîket: EnqereRêveberiya HerêmîSempozyumTUM-BEL-SEN
FacebookTweet

Nûçeyên Din

TUM BEL-SEN dê Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî ya Navneteweyî li darbixê

TUM BEL-SEN dê Sempozyûma Rêveberiyên Herêmî ya Navneteweyî li darbixê

10 KANÛN 2025
Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

4 KANÛN 2025
Jinan li Enqereyê astengî nasnekirin û meşiyan

Jinan li Enqereyê astengî nasnekirin û meşiyan

25 MIJDAR 2025
Numan Kurtulmuş: Erka me tevlikirina hemû gel e

Komîsyon dê bi rojeva serdana Îmraliyê bicive

24 MIJDAR 2025
Ji komîsyonê daxuyaniya serdana Girava Îmraliyê

Ji komîsyonê daxuyaniya serdana Girava Îmraliyê

24 MIJDAR 2025
Konferansa Navneteweyî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dê bê lidarxistin

Konferansa Navneteweyî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dê bê lidarxistin

24 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (209)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne