Şervanên ELNê yên Kolombiyayê bi boneya gefa “mudaxileyê” ya Trump xwe ji bo şer amade dikin.
Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Kolombiyayê (ELN) li ser gefên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ên bi hinceta dewletên destûrê didin “madeyên hişbirê” daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de gefên Trump hatin bibîrxistin û hate destnîşankirin ku ELN bi armanca amadekariyên li dijî hewldanek DYAyê ya dagirkirinê dê tatbîqat pêk bên.
Hêza gêrîla ya ELNê ku bi salan li dijî Hikûmeta Kolombiyayê têkoşîn meşand di çarçoveya pêvajoyek aştiyê de peyman çêkiribû. Di daxuyaniya heta sê rojan li tevahiya herêmên di bin destê ELNê de derketine sivîlan a ji derve hate qedexekirin. Van sê rojan dê operasyon û tatbîkatên li dijî êrişek muhtemelî ya DYAyê bên meşandin.
ELN di heman demê de anî ziman ku gefên Trump bi armanca dagirkirina emperyalîst hatine kirin û dê li dijî emperyalîzmê welatê xwe biparêzin.













