• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Eyşe Şan bi stranên wê bi bîr anî

    Eyşe Şan bi stranên wê bi bîr anî

    Li Farqînê civîna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin

    Li Farqînê civîna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin

    Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Leyla Zana sembola berxwedanê ye

    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

    Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

    Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Eyşe Şan bi stranên wê bi bîr anî

    Eyşe Şan bi stranên wê bi bîr anî

    Li Farqînê civîna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin

    Li Farqînê civîna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin

    Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Leyla Zana sembola berxwedanê ye

    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

    Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

    Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li pey şopa heqîqetê du berxwedêr: Cîhan û Nazim

Mahmût Altintaş / AW

18 KANÛN 2025 - 08:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Di ser kuştina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de salek derbas bû. Rojnameger Ekrem Berekat qala bîranînên hevpîşeyên xwe kir û diyar kir ku bi saya wan derewên çapemeniya dewleta Tirk têk çûn û berxwendana Rojava bi serket. Berekat got ku saziyên mafên mirovan û hiqûqî yên navneteweyî jî bi bêdengiya xwe piştgirî dan sûcê şer.

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Cîhan Bîlgîn û rojnameger Nazim Daştan di 19ê Kanûna 2024an de di encama êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de hatin kuştin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema dewleta Tirk û hezên paralmîlîter ên giredayî dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikirin li qadê geşedanên li herêmê ji raya giştî ya cîhanê re radigihandin û derewên çapemeniya Tirk eşkere dikirin. Dema hezên paramîlîter ên giredayî dewleta Tirk êrişî Minbîcê kirin û çapemeniya Tirkiyeyê ragihand ku Minbîc ketiyê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn çûn Minbicê û ji raya giştî re ragihandin ku Minbic têk neçûye. Dema êriş li ser gelê Efrînê yê li Şehbayê pêk hatin Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li wir bûn û koçberiya wan û êşa wan ji hemû dinyayê re ragihandin.

Herî dawî dewleta Tirk di 12ê Kanûna 2024an de êrişî ser Bendava Tişrînê û Pira Qeraqozakê kir. Piştî êrişan çapemeniya Tirkiyeyê jî ragihand ku Bendava Tişrînê ji bin kontrola HSDê derketiye. Li ser vê yekê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn berê xwe dan Bendava Tişrînê weşan kirin û nûçe belav kirin. Ji ber ku wan derewên çapemeniya Tirkiyeyê derxistin holê ji aliyê dewletê ve bûn hedef. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19ê Kanûna 2024an de dema ji bo şopandina nûçeyê çûn ser Bendava Tişrînê, bi SÎHAya dewleta Tirk êrişî wan hat kirin û di encama êrişê de hatin kuştin. Di ser kuştina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re salek derbas bû. Tevî ku li ser wesayita wan “Çapemenî-Press” dinivisî jî bûn armanca êrişê. Li gel vê yekê jî saziyên hiqûqê û medyayê yên navneteweyî derbarê Tirkiyeyê de tu lêpirsîn nedan destpêkirin. Lê di serî de gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî kuştina her du rojnamegeran li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat daketin kolanan û dewleta Tirk û êrişên wê şermezar kirin.

Êrişên dewleta Tirk a li ser Bendava Tişrînê tu encam negirt. Bendava Tişrînê neket. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî kuştina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan berê xwe dan Bendava Tişrînê û berxwedaneke dîrokî dan nîşandan. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî mohra xwe li berxwedana Bendava Tişrînê xistin û ji bo Çapemeniya Azad jî bûn cangoriyên nemir. Ji bo bîranîna rojnameger Cîhan û Nazim di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li gelek navendan dê bernameyên bîranînê bên lidarxistin.

Ji edîtorên ANHAyê rojnameger Ekrem Berekat ku bi Cîhan Bîlgîn re bi salan xebitî û Nazim Daştan jî ji nêz vê nas dikir, qala bîranînên wan kir.

Di şert û mercên herî zahmet de rojnamegerî kirin

Ekrem Berekat diyar kir ku nêzî 10 sal berê wî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn nas kiriye û bi hev re demek dirêj xebitîne. Ekrem Berekat anî ziman ku her dû jî di karê rojnemegeriyê de gelek serkêftî bûne û wiha qala wan kir: “Min ji berê ve navê heval Nazim bihîstibû. Heval Nazim têkiliya çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk derxistibû holê, me ji wir navê wî bihîstibû. Demekê em bi hev re jî xebitîn. Ji bo min şansekî pir mezin bû ku min herdu heval nas kirin û em bi hev re xebitîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên ragihandinê zahmetiyên wê pir hebûn. Ji ber ku ji aliyekî vê şer li ser herêmê hebû divê tu wî şerî ragihînê ji aliyê din vê jî şoreş hebû û divê tu avakirina şoreşê jî ragihînî. Yanî xebateke pir zahmet bû. Êrişên dijwar li ser herêmê hebûn û êriş li ser xebatkarên ragihandinê jî hebûn.”

‘Kesayetek heval Nazim a derwêşane hebû’

Ekrem Berekat bal kişand ser bîranînên xwe û Nazim Daştan û got ku Nazim weke derweşekî xebata ragihandinê dikir û dijiya. Ekrem Berekat bîranînên xwe û Nazim Daştan bi van gotinan anî ziman: “Hem Nazim hem jî Cîhan li Bakurê Kurdistanê bi zor û zahmetî xwe gihandibûn Rojava û li vir jî di zor û zahmetiyan de dixebitîn, ev bi tena serê xwe cihekî taybet û bi qîmet e. Heval Nazim piştî hat Rojava hem tecrubeyên xwe bi me re parve dikirin û gelek sûd me ji wî girt. Di şerê Raqayê de ez û heval Nazim nêzî 2 mehan bi hev re xebitîn. Xebateke pir profesyonel dida meşandin. Ne tenê bûyerê didît radigihand, piştperdeya bûyerê jî lêkolîn dikir. Bandoreke pir mezin li ser min kir. Tiştên ku yên wî bûn ne tenê yê wî bûn yên her kesî bûn. Bi her kesî re parve dikir. Dema te digot heval Nazim ew deftera te pir xweşik e, digot, ‘Ya te ye’. Yanî her tiştê xwe parve dikir. Ji aliyê fikrî ve jî wisa bû. Kesayetekî herikbar bû û her kesî jê sûdê werdigirt.”

‘Dixwazim bi Rêber Apo re rû bi rû hevdîtinê bikim û biaxivim’

Ekrem Berekat derbarê hevnasîna xwe û Cîhan Bîlgîn de da zanîn ku Cîhan Bîlgîn di xebatên çapemeniyê de pir zû pêş ket û ji bo hemû hevalên xwe dibû moral. Ekrem Berekat ku bîranînên xwe û Cîhan Bîlgîn jî parve kir got ku xeyala Cîhan Bîlgîn ew bû ku rojeke bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rû bi rû biaxive. Ekrem Berekat axaftina xwe wiha domand: “Heval Cîhan jî di xebatên ragihandinê de pir zû pêşket. Heke biçûna cihekî divê hebûna wê bi watebûna yanî wisa dixebitî. Em demekê dirêj bi hev re jî xebitîn. Heval Cîhan hertim li dijî şaştiyan xwedî helwest bû. Heval Nazim çawa ku tekiliya çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk ji raya giştî re parvekir heval Cîhan jî tekiliyên sixurtiyê yên herêmê bi raya giştî re parve kir. Hertim mijara azadiya fizîkî ya Rêber Apo mijara wê ya serekeyê. Hertim digot, ‘Dixwazim bi Rêber Apo re rû bi rû hevdîtin bikim û biaxivim’. Heviya wê ew bû. Cîhan li ku bûna li wir jiyan hebû. Ji ber wê jî me ji wê re Jiyan jî digot. Herdu hevalên me jî li ser xeta Ragihandina Azad xebitîn û berdevkiya civakê kirin.”

‘Berê xwe dan çeperên şer’

Ekrem Berekat anî ziman ku piştî êrişên dewleta Tirk û hêzên paramîlîter ên giredayî dewleta Tirk li ser herêmê zêde bûn herdu rojnamegeran jî li qadê rastiya şer ragihandin û wiha axivî: “Li ser Bendava Tişrînê erka herî mezin rakirin ser milê xwe. Di asta Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de bûn stûn. Di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de li her alî cih girtin. Dema êrişên çeteyên DAIŞ li ser Kobanê heval Nazim li vir bû, operasyonên rizgarkirinên weke herêmên Minbîç, Derêzor û Tebqayê jî li wir bûn. Digotin divê em vê berxwedanê hemû kesan re ragihînin. Yanî rastî jî li ser wê astê xebitîn. Dema HTŞê li dijî Rejîma Baas dest bi êrişan kir çeteyên giredayî dewleta Tirk jî êrişî herêmên Şehba û Efrînê kir. Êrişên pir dijwar bûn. Êrişên di asta qirkirinê de bûn. Her dû hevalên me jî berê xwe dan çeperên şer. Dema hevalên me berê xwe dan Şehba ku li wir gelên careke din koçber bûnê êşên wan û serpehatiyên wan ji raya giştî re ragihînin vê carê Bendava Tişrînê rastî êrişan hat. Di 8ê Kanûnê de êrişên herî dijwar li ser bendava Tişrînê pêk hatin. Di 10ê Kanûnê de Rêveberiya Xweser ragihand ku di encama êrişan de bendav ji xizmetê derketiyê. Herdu hevalên me jî di demekê wisa de berê xwe dan Bendava Tişrînê.”

‘Di şexsê wan de dixwestin berxwedana tê meşandin têk bibin’

Ekrem Berekat di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan derewên çapemeniya Tirkiyeyê derxistin holê bûn hedef û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên pir mezin li derdora bendava Tişrînê hebûn. Cudahiya sivîl û lêşkeran tunebû hemû kes rastî êrişan dihatin. Hevalên m bi berxwedaneke pir mezin gehiştin Bendava Tişrînê. Li Bendava Tişrînê heval Cîhan û heval Nazim şere taybet ên dewleta Tirk û ragihandina wê dide meşandin, berxwedana li bendava Tişrînê û şerê gelê şoreşgerî ji hemû raya giştî re ragihandin. Di 12ê Kanûnê de dewleta Tirk hemû çapemeniya xwe bir wir û li wir weşana zindî kirin gotin bendav ketiyê. Hevalên me Cîhan û Nazim jî ew derew derxistin holê û ji raya giştî re gotin wa ye bendav neketiye. Tevî êrişên balafirên şer û balafirên bê mirov jî hevalên me ew rastî ragihandin. Di 19ê Kanûnê de ji 3 milan vê êriş kirin û hevalên me tevî wê yekê jî derketin ser ekranê û ew propagandaya derew a dewleta Tirk pûç kirin. Ev dîmen bû sedem ku careke din gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê çawa ji bo Kobanê rabû ser pêya vê carê ji bo Bendava Tişrînê rabe ser pêya. Wê rojê di seat 12:00an de diviya bû hevalên me vegeriyana cihê xwe û wêne, nûçe û dîmenên xwe bişînin. Lê di seat 16:00an de ji me re agahî hat ku erebeya herdu hevalên me hedef hatiyê girtin. Dewleta Tirk herdu hevalên me hedef girtin û bi SÎHAyê şehîd xistin. Li ser erebeya hevalên me ‘Çapemenî’ nivîsandibû û hemû kesan jî dizanibû ew rojnameger in. Di şexsê wan de dixwastin berxwedana tê meşandin bidin rawestandin.”

‘Hevalên me di Ragihandina Azad de navê xwe nivîsandin’

Ekerem Berekat anî ziman ku piştî şehadeta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan gelên Bakur û Rojhilatê Sûrieyeyê bi berxwedaneke mezin xwedî li mîreteya wan derketin û wiha got: “Bi saya hevalên me ragihandina dewleta Tirk û ya di bin sîwana kapîtalîzmê de kar dike têk çû. Ruh û berxwedana Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî geş kir. Dema hevalên me şehîd ketin gel bi qefle bi qefle ber bi Bendava Tişrînê ve çû. Ew hem xwedî derketina berxwedana şervanên YPJ, YPG û HSDê bûn û hem jî xwedî derketina hevalên me bû. Em bi şehadeta wan pir xemgîn in. Hê pir zû bû. Her der bê wan vala ye. Ji bo em bigihîjin hêviyên wan hewl didin û têdikoşin. Heke niha gelê Kurd tê naskirin û di qada navneteweyî de xwedî cihekî ye, ev bi saya têkoşîna Ragihandina Azad, Tevgera Azadiyê û Rêber Apo ye. Xeyala wan jî ew bû ku rojeke dîmen û dengê Rêber Apo bibînin û bibihîzin. Cîhan her tim bi hêvî bû. Her tim em diaxivîn. Cîhan dema nûçeyek çêdikir dixwest hemû kes bixwîne û bizanibe. Bi kelecaneke mezin dixebitî. Hevalên me di Ragihandina Azad de navê xwe nivîsandin. Me hewl da em cenazeyên hevalên xwe derbasî Bakur bikin ew zîhniyeta dagirker destûr neda. Xwestin ser sûcên xwe bigirin ku sûcên wan neyê eşkerekirin. Niha bi navê wan akademiyên civakî vedibin. Civak jî xwedî li wan derdikeve. Ji ber ku dizanin deng û rengê wan e.”

Cîhan Bîlgîn: Dema şehîd ketim portreya min çêbike

Ekerem Berekat da zanîn ku beriya Cîhan û Nazim bên kukştin ew bi hev re axivîne û wiha qala vê yekê kir: “Bi çend rojan beriya ku heval Nazim şehîd bikeve em axivîn. Dema heval Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd ketin ew jî bi wan re bû. Ji ber wê pir xemgîn bû û digot barê me giran e. Kenekî wî yê pir cuda û xweşik hebû. Heval Cîhan jî dema derbasî qadê bû em bi hev re diaxivîn. Rojeke ji min re got ‘dema ez şehîd ketim divê tu portreya min çêbike’. Min jî got hê zû ye. Wê jî israr dikir û digot tu ye çêbikî. Yanî wisa hîs dikir. Pir jî bi moral bû. Dema hevalek bê moral bû diçû pê re diaxivî. Yanî her tim wisa ruh dida. Kêliya ku xatir xwest û çû tu carî ji bîra min naçe. Dema çû jî em bi hev re axivîn. Dema ketibû çepera şer jî digot, ‘Divê em xebatên xwe bidomînin’. Em jî niha didomînin. Ev ruh û xeta Ragihandina Azad bi xwîna cangoriyên me hate avakirin. Dema em xemgîn dibin li em deng û dîmenên wan dinêrin. Heval Seyîd Evren jî digot, ‘Divê hûn weke rojnamegerekî normal nejîn, divê rojnamegerên Kurd şoreşger bin’. Ji ber ku em ewqas hatibûn înkarkirin. Em ê xeta Ragihandina Azad bi ser bixînin. Hêvî û xeyalên wan pêk bînin.”

Şerm û bêdengiya saziyên navdewletî

Ekrem Berekat bal kişand er bêdengiya saziyên hiqûq û mafên mirovan ên navneteweyî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Saziyên navneteweyî ji ber xeta xwe ya desthilatiyê bêdeng man. Li cîhanê du xet hene. Yek xeta Civaka Demokratîk e yek jî desthilata kapîtalîst e. Ragihandina Azad jî xebata Civaka Demokratîk dike. Ji bo wê jî dibin hedef û ew saziyên navneteweyî jî li gorî desthilatan tevdigerin. Qaşo saziyên mafê mirovan in lê li gorî desthilatan tevdigerin. Ji bo wê tu bendewariya me ji wan tune ye. Em ji wan re dibêjin; madem hûn mafên mirovan diparêzin vaye, yên hevalên me qetilkirine ceza bikin. Lê em em bi wan dizanin ew çi ne. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em dûritiya van saziyan jî ji raya giştî re parve bikin. Divê em dosyeya kuştina Cîhan û Nazim nedin ji bîrkirin. Em ê her dem wan bi bîr bînin û bi bîr bixînin. Kengî ew sazî ji bin serweriya kapîtalîzmê derketin em ê wê demê bêjin ew sazî dikarin mafên mirovan biparêzin. Heta em van kujeran bidin darizandin dê xebat û têkoşîna me berdewam bike.”

Etîket: Cîhan BîlginEkrem BerekatNazim Daştan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

17 KANÛN 2025
Rojnameger Cîhan û Nazim tên bibîranîn

Rojnameger Cîhan û Nazim tên bibîranîn

15 KANÛN 2025
Li ser navê Cîhan Bîlgîn dewreya perwerdeyê vekirin

Li ser navê Cîhan Bîlgîn dewreya perwerdeyê vekirin

1 KANÛN 2025
Fîlmê ‘Heval Birako’: Çîroka hemû civaka Êzidî

Fîlmê ‘Heval Birako’: Çîroka hemû civaka Êzidî

28 MIJDAR 2025
Dozgerî xwest 7 rojnameger bêne cezakirin

Dozgerî xwest 7 rojnameger bêne cezakirin

10 TÎRMEH 2025
Derheqê rojnameger Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin

Derheqê rojnameger Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin

8 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (347)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne