Navenda Nûçeyan – Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî alîgirên Bursasporê ku heqaret li Leyla Zana kirin da û got: “Ev heqaret li dijî me hemûyan e. Ev heqaret li dijî gelê Kurd e. Bi vê heqaretê nijadperestiyê carek xwe nîşan da.”
Di Lîga 2yemîn a Koma Sor a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de roja 16ê Kanûnê Somaspor û Bursaspor hatin hemberî hev. Maç li navçeya Somayê ya Manîsayê pêk hat. Alîgirên Bursosporê ku bi nijadperestî û êrişkariya xwe tên zanîn, di trîbûnên stadê de çêr û heqaretên giran li siyasetmedara Kurd Leyla Zana kirin. Dîmenên ev heqaaret û çêrên giran piştî li ser medyaya dîjîtal belav bûn, li dijî alîgirên Bursasporê û klûba wê nerazîbûn û hersek mezin hat nîşandan.
Ji siyasetmedaran bigire heta hiqûqzanan û aktîvîstên jin her kesê li dijî heqeretên alîgirên Bursasporê nerazîbûn nîşan da. Baroya Amedê serî li Serdozgeriya Komarê ya Busayê da û derheqê wan alîgiran de gilî kir. Baroya Amedê ragihand ku dê ew pêvajoya bûyerê ji nêz ve bişopînin.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Serokê Amedsporê Nahît Eren, aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmen û Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ji Ajansa Welat re axivîn û heqareta li dijî Leyla Zana şermezar kirin.
Turk: Ev heqaret nîşaneya nijadperestiyê ye
Siyasetmedar Ahmet Turk destnîşan kir ku ev heqareta li Leyla Zana hatiye kirin li dijî wan hemûyan hatiye kirin û wiha got: “Ev heqaret li dijî me ye. Heqareta li dijî Kurdan e. Ev heqaret nîşaneya nijadperestiyê ye. Nijadperestiyê xwe di vê heqareta giran de raxist ber çavan û da nîşandan. Me wek gelê Kurd tu carê, tu wextê li dijî miletek din tu heqaret nekiriye, me tu demê kîndarî û nefretê nîşan nedaye. Em tu carî neketin nav kîndariyê. Lê îro di şexsê Leyla Zana de ku navek tê zanîn û naskirin, heqaret li dijî me hemûyan hate kirin. Em vê heqaretê li ser xwe dibînin. Em vê heqareta wan alîgiran şermezar dikin. Spor tiştek pirr cuda ye. Spor qadek dostanî, diyalogê û tehamula li hemberî hev e. Spor qadek pêwendî danîn ye. Bikaranîna sporê ya bi vî rengî, cihê xemgîniyê ye. Ev nayê qebûlkirin.”

Eren: Dixwazin di şexsê Leyla Zana de peşkê li pêvajoyê bixin
Serokê Rêveberiya Qlûba Amedsporê Nahît Eren têkildarî dijûn û heqaretên li Leyla Zana hatin kirin, diyar kir ku dîsa carekî din di sehayê de li ser gelê Kurd gotinên nefretê hatin kirin û got: “Leyla Zana di siyaseta Kurd de gelek peywîrên girîng de cih girtiye. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê bê çareserkirin tevdigere. Heta îro tu carî di aliyê sporê de cih negirtibû. Lê îro li sehayê gotinên zayendî ji Leyla Zana re hatin kirin. Ev sloganên zayendî di demekî balkeş de pêk hat. Ev aligîrên tîmê di demên berê de jî sembolên demên tarî yên ‘Torosên spî û kûjer Yeşîl’ vekirîbûn. Em dibînin ku hin kom dixwazin gotinên berê îro dîsa zîndî bikin. Divê em li dijî tevgerên provakatîf baldar bin. Li Tirkiyeyê em di nava pêvajoyêkê girîng de ne. Ev salake pêvajo heye û hatiye astekê, ji bo wê hin kes dixwazin di stadan de gelan bînin dijî hev û pêşiya pêvajoyê bigirin. Em wekî Amedspor dibêjin divê stad bibin qada zimanê aştî û jiyaneke hevpar. Lê hê jî di vê qadê de kesên dixwazin provakasyonê bikin hene û siyaseta xwe li pêş bixin hene.”

TJA: Heqaret li nasnameya jinên Kurd hat kirin
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hulya Alokmen jî nerazîn nîşanî heqareta ku li Leyla Zana hate kirin da û wiha got: “Ev heqaret bandorek neyînî li ser me kir. Zîhniyeta mêrperest carek din xwe li stadekê da nîşandan. Kengê qala aştiyê û çareseriyê tê kirin, em dinêrin ku hinek alî dixwazin netewan bi hev bidin şikandin û qirkirin. Ev jî ji zîhniyeta mêrperest tê. Dixwazin her dem van tiştên qirêj li ser bedana jinan pêk bînin. Ev êriş û heqaret di şexsê rêzdar Leyla Zana de li dijî hemû jinên Kurd pêk hat. Ev heqaret bi pêvajoyê ve girêdayî ye. Ev bûyerek ji rêzê nîn e. Zîhniyeta mêrperest dixwaze nijadperestiya xwe jî bixe dewrê. Leyla Zana jinek Kurd e, nirxê Kurdewariyê û gelê Kurd e. Nasnameya jina Kurd û nirxên gelê Kurd xistine hedefê. Em wek TJAyê vê heqareta kirêt şermezar dikin.”

Baroya Amedê: Bila ew kes bên cezakirin
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî wiha nerazîbûn nîşanê heqaretê û gefa li Leyla Zana hatiye kirin da: “Di maça Somaspor û Bursasporê de alîgirên Bursasporê bi awayek organzeyî, heqaret li siyasetmedar navdar a Kurd birêz Leyla Zana kirin. Gef lê xwarin. Sûcên nefretê li dijî Leyla Zana kirin. Me derheqê wan alîgiran de daxwaznameya gilîkirinê ji Serdozgeriya Bursayê re şand. Em dixwazin derheqê wan alîgiran de bi sedema tehdîdê, sûcê nefretê û tiştên ku kirin e, lêpirsîn û doz bê vekirin. Em ê wek Baroya Amedê vê gilînameya xwe û bûyerê bişopînin. Ez carek din wan kesan şermezar dikim. Kesên ku berpirsiyar in bila bên cezakirin.”














