Serokê Amedsporê Nahît Eren di civîna çapemeniyê de soza şampîyoniyê ya tîmê dubare kir.
Serokê Amedsporê Nahît Eren, Seroka Duyemîn Şeyda Arslantaş, rêvaberê teknîk û listikvanên Amedspor têkildarî bertekên li hemberî rêveber û lîstikvanan li Tesîsên Şeyhmûs Ozer civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de soza Şampiyoniyê hat dubarekirin.
Serokê Amedsporê Nahît Eren di destpêka daxuyaniyê de axivî û got: “Me beriyan niha jî daxuyandibû ku em ê bibin şampîyon û em disa dibêjin em ê bibin şampiyon. Em ji ber şikandina hêviyên alîgirên xwe borîna dixwazin. Ji bo bûyerên di maça Bandirmasporê de rû dane em bi TFFê re ketin têkiliyê û wan jî di gelek mijaran de piştgirî dan me. Ez dixwazim her kesê piştgiriya Amedsporê dike, divê demeke kurt de li dora tîma xwe bibin yek.”

Piştre rêveberê teknikî Mesut Bakkal axivî û got: “Hewce dikir ku em di antremanê de bûna lê li vir in. Em dizanin dê alîgirên me di herdu maçên mayî de piştgiriyê bidin me.”

Bi dawîbûna axaftinên rêveberan, lîstikvan jî axivîn. Lîstikvanan bal kişand ser reşkirinên li ser medya dîjîtal tên kirin û yek bi yek soza şampîyonîyê dan û xwestin alîgir pişgirtîyê bidin wan.













