• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li ser gelê me ye

    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li ser gelê me ye

    Abdullah Ocalan: Divê qanûnên azadiyê werin çêkirin

    Veysî Aktaş: Em bi nêzîkatiya azadiya Rêbertiyê tev li mitîngê bibin

    Rojnameger Cîhan Berk hat binçavkirin

    Rojnameger Cîhan Berk hat binçavkirin

    Amerîkayê Îran şermezar kir: Di 15 rojan de 54 Kurd hatin girtin

    Amerîkayê Îran şermezar kir: Di 15 rojan de 54 Kurd hatin girtin

    Sînem Mihemed: Divê Hikûmeta Demkî ji pêkanîna peymanê nereve

    Sînem Mihemed: Divê Hikûmeta Demkî ji pêkanîna peymanê nereve

    Rênas Remo: Kamera û pênûsa Cîhanê dê tu car li erdê nemîne

    Rênas Remo: Kamera û pênûsa Cîhanê dê tu car li erdê nemîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li ser gelê me ye

    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li ser gelê me ye

    Abdullah Ocalan: Divê qanûnên azadiyê werin çêkirin

    Veysî Aktaş: Em bi nêzîkatiya azadiya Rêbertiyê tev li mitîngê bibin

    Rojnameger Cîhan Berk hat binçavkirin

    Rojnameger Cîhan Berk hat binçavkirin

    Amerîkayê Îran şermezar kir: Di 15 rojan de 54 Kurd hatin girtin

    Amerîkayê Îran şermezar kir: Di 15 rojan de 54 Kurd hatin girtin

    Sînem Mihemed: Divê Hikûmeta Demkî ji pêkanîna peymanê nereve

    Sînem Mihemed: Divê Hikûmeta Demkî ji pêkanîna peymanê nereve

    Rênas Remo: Kamera û pênûsa Cîhanê dê tu car li erdê nemîne

    Rênas Remo: Kamera û pênûsa Cîhanê dê tu car li erdê nemîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rênas Remo: Kamera û pênûsa Cîhanê dê tu car li erdê nemîne

Esra Polat / AW

19 KANÛN 2025 - 08:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Nûçegîhanê ANHAyê Rênas Remo ku 9 salan hevaltiya Cîhan Bîlgînê kiriye ew di salvegera kuştina wê de bi bîr anî û wiha behsa wê kir: “Şehîd Cîhan kedeke pir mezin da, her tim bi hêz û bi moral dixebitî. Tu cara pênûs û kameraya wê li erdê namîne”

Cîhan Bîlgîn, 27ê Cotmeha 1995an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji dayîk bû. Cîhan Bîlgîn ku di sala 2014an de Çapemeniya Azad nas kir li Amedê bi belavkirina rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dest bi xebatên xwe kir. Cîhan Bîlgînê dema ku rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav dikir, beşdarî çalakiyên nobedê yên li ser sînorê Kobanê li navçeya Pirsûs a Rihayê, li dijî êrişên dagirker ên DAIŞê yên li ser Kobanê bû. Piştî ku Cîhan Bîlgîn demeke kurt li Dihaberê xebitî, di sala 2017an de derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û li Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku li wir weşanê dike, dest bi xebatê kir. Cîhan Bîlgînê ligel Nazim Daştan, heta kêliya dawî ya jiyana xwe bûn şopdarên heqîqetê. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19ê Kanûna 2024an de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHAyan hatin kuştin.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Rênas Remo ku bi Cîhan Bîlgînê re xebîtî ye, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi bîr anîn û behsa Cîhan Bîlgînê kir.

‘Hevala Cîhan dixwest rastiya gel nîşanê cîhanê bide’

Rojnameger Rênas Remo da zanîn ku 9 salan bi Cîhan Bîlgînê re xebîtiye. Rênas Remo, anî ziman ku Cîhan Bîlgîn her tim bi moral û kêfxweşî xebatên bi cih dianî û wiha got: “Em di ANHAyê de bi hev re dixebitîn. Heval Cîhan pir ked dida, bûyereke nû çêbiba dixwest em zû herin ew ê jî bidin. Xwesteka wê pir zêde bû. Dixwest rastiya gelê Bakur Rojhilatê Suriyeyê di cîhanê de bê xuyakirin. Hewl dida rastiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, gelê Suriyeyê nîşan bide. Dema erişên dewleta Tirk li ser herêma me çêdibûn dixwest bi lez bide nîşandan. Xwesteka Şehîd Cîhan ew bû ku rastiya gel, rastiya şoreşê bi cîhanê bide xuya kirin.”

‘Dewleta Tirk dixwest dengê ragihandina me qut bike’

Rênas Remo bi lêv kir ku dewleta Tirk şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê weke dijmin didît û dixwest ragihandinê bêdeng bihêle û wiha dîrêjî da axaftina xwe: “Destpêka Şoreşa Bakur Rojhilatê Suriyeyê dewleta Tirk ew şoreş weke dijmin ji xwe re didît. Cîhan keseke ku ev rastî dida xuyakirin, ragihandin bû. Ew siyaset çeteyên DAÎŞê jî dida meşandin. Me dît ku çeteyên DAIŞê çawa li Dêrazorê hevala me Dilîşan û hevalê me Rizgar kirin armanç û şehîd kirin. Dewleta Tirk jî wisa bû dixwest dengê ragihandina Bakur û Rojhilatê Suriyeyê qut bike. Dewleta Tirk hevalên me Nazim û Cîhan bi piştgiriyeke hovane armanç girtin û ew şehîd kirin.”

‘Berxwedana Bendava Tişrînê nîşanî cîhanê dan’

Rênas Remo diyar kir ku dewleta Tirk bi çapemeniya xwe dixwest têkildarî Tişrînê moralê gel xera bike lê Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji roja ewil ve çûne cihê bûyerê û rastî dane xuyakirin. Rênas Remo axaftina xwe wiha domand: “Piştî hilweşandina rejîma BAASê ya Suriyeyê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û xwestin derbasî herêma Tişrînê bibin lê Hêzên Suriye yê Demokratîk li vê derê berxwedaneke gelek mezin nîşan dan. Her wiha wê demê çapemeniya dewleta Tirk ji bo moralê gelê me xera bike propaganda dikir û digot ‘em ê tevahî Bakurê Suriye yê kontrol bikin.’ Di wê demê de, ji roja ewil ve hevala me Cîhan û hevalê me Nazim pênûsê xwe, kameraya xwe girtin û berê xwe dane vê derê. Bêtirs, bi moraleke bilind her roj agahiyên ku çapemeniya dewleta Tirk radigihandin pûç dikirin. Berxwedana gel û Hêzên Sûriyeya Demokratîk a mezin a li ser Bendava Tişrînê nîşanê tevahî cîhanê dan. Bi rastî çavên me jî li wan bû, dilê me li ser wan bû. Dema ku xebera şehadeta wan hat em gelek bi bandor bûn.”

‘Berxwedana wan dê her tim berdewam bike’

Dawiya axaftina xwe de Rênas Remo ani ziman ku tu carî hevalên xwe ji bîr nakin dê her tim li ser şopa wan bimeşin û ev tişt gotin: “Em jî weke rêhevalên şehîd Cîhan Bîlgîn em soza xwe her tim jê re nû dikin. Salek bi ser şehadeta wan re derbas bû. Pênûsa wan, kameraya wan li erdê namîne. Em ê xwestekên wan ên ku nîşandana rastiya gel, rastiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, berxwedana şervanan, berxwedana gel her tim nîşan bidin, em ê her tim rastiyê bişopînin. Ew bûne mînak ji bo ragihandinê, ji bo gelê me. Berxwedana wan dê berdewam dike.”

 

Etîket: Cîhan BîlginNazim Daştan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li pey şopa heqîqetê du berxwedêr: Cîhan û Nazim

Li pey şopa heqîqetê du berxwedêr: Cîhan û Nazim

18 KANÛN 2025
Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

17 KANÛN 2025
Rojnameger Cîhan û Nazim tên bibîranîn

Rojnameger Cîhan û Nazim tên bibîranîn

15 KANÛN 2025
Li ser navê Cîhan Bîlgîn dewreya perwerdeyê vekirin

Li ser navê Cîhan Bîlgîn dewreya perwerdeyê vekirin

1 KANÛN 2025
Fîlmê ‘Heval Birako’: Çîroka hemû civaka Êzidî

Fîlmê ‘Heval Birako’: Çîroka hemû civaka Êzidî

28 MIJDAR 2025
Dozgerî xwest 7 rojnameger bêne cezakirin

Dozgerî xwest 7 rojnameger bêne cezakirin

10 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (359)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne