Şirnex – Welatiyên li Bajarokê Dêrgulê bi salan e kunciyan diçînin û dikin tehîn, her wiha welatî çêkirina tehînê jî bi awayek xwezayî û di aşê avê de çêdikin.
Li tevahiya cîhanê û bi taybetî jî li Tirkiyeyê teknolojiya çandiniyê her ku pêş dikeve kar û barên çandiniyê yên ku bêyî teknolojiyê pêk tên paşde dimînin. Her çiqas di qada çandiniyê de teknolojî serwer be jî li Bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê welatiyên ku çandiniyê dikin û bi taybetî jî çandiniya kunciyan dikin di dema çêkirina tehînê de aşê avê bikar tînin. Welatiyên ku kunciyên xwe ji zeviyan radikin û ji bo çêkirina tehînê amade kirine ji bo aşê avê berê xwe didin gundê Dûvyan ê Şirnexê.
‘Em ji bo xwarina xwe çêdikin a zêde be difiroşin’
Welatiya bi navê Hûrriyet Benzer ku ji bajarokê Dêrgulê ye û ji bo çêkirina tehînê hatiye aşê avê diyar kir ku heya ku ew kunciyên xwe ji bo çêkirina tehînê amade dikin gelek ked didin û wiha got: “Piştî ku em kunciyên xwe diçînin, qasî 3 mehan em kedê didine. Piştre me kunciyên xwe ji zeviyê berhev kirin, me anî û hişk kirin. Em piştre bi mîrkut kunciyan spî dikin. Piştî ku em amade dikin vê carê em tînin aşê. Em destpêkê ji bo xwarina xwe çêdikin û dema zêde be em difiroşin.”

‘Em hemû karê xwe bi hev re dikin’
Sûltan Dûrak jî da zanîn ku ew hemû karê xwe bi hev re, bi awayek hevkarî dikin û wiha axivî: “Me bi hev re dirûtina kunciyên xwe kir. Her wiha em bi hev re hemû karê amadekirina ji tehînê re dikin. Em niha hatine ber aş û li vê derê jî em alîkariya hev dikin. Em ji bo xwarina xwe vê zehmetiyê dikêşin. Dema zêde bibe em difiroşin.”
Rojê 200-300 kîlo tehîn tê çêkirin
Xwediyê aşê avê Koçer Bayat ku 15 sal in li gundê Dûvyanê aşvaniyê dike diyar kir ku ew di meha Mijdarê dest bi çêkirina tehînê dikin û wiha got: “Meha mijdarê em dest bi çêkirina tehînê dikin. Heya meha Çileyê berdewam dike. Aşê me rojê bi qasî 200-300 kîlo tehîn çêdike. Piştî ku karê çêkirina tehînê xelas dibe em arvan çêdikin. Welatiyên ku bixwazin arvanê xwezayî bikar bînin, genimê xwe tînin aş. Aşê Saetê nêzî 200 kîlo arvan jî ji aşê me derdikeve.”
Koçer Bayat diyar kir ku ew weke heqê aş hem pere hem jî tehîn distînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Welatiyên bixwazin em serê 9 kîlo tehîn kîloyek tehîn ji bo xwe radikin. Ger welatî nexwazin tehîn bidin wê demê serê çêkirina 9 kîlo tehîn em 400 TL pere distînin. Ango kîloya tehînê bi çiqasî be em ewqas pere distînin. Niha kîloyek tehîna Dêrgulê ya aş bi 400 lîreyî ye.”

Pêwîstiya aş bi elektrîkê tune ye
Aşvan Koçer Bayat da zanîn ku di xebitandina aş de tenê pêwîstiya wan bi avê heye û got: “Çêkirina aşê me bi temamî xwezayî ye. Kevirê ku em di aş de dixebitînin me ji Çiyayê Cûdî aniye. Her wiha ava aş jî ji Cûdî tê. Kunciyên xwe jî em li ser kevir diqelînin. Tu dem pêwîstiya me bi elektîrkê nabe. Aşê me jî her demê salê dixebite.”















