Enqere – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema li Enqereyê Zanîngeh dixwand bi komeke hevalê xwe re biryara vegera Kurdistanê girt û ew biryar bû vejîna gelê Kurd. Me bi Abdurrahman Ayhan ku li Enqereyê bi Abdullah Ocalan re hevaltî kiriye re da pey şopa vêjîna gelê Kurd.
Kurdistan bi peymana Lozanê di nav çar dewletan de; Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hat parçekirin û nasnameya Kurd tune hat hesibandin. Çar dewletên li ser erdnîgariya Kurdistanê metîngerin li dijî zimanê Kurdî polîtikayên pişaftinê dan meşandin û xwestin hebûna Kurdan ji holê rakin. Çar dewletan jî li dijî gelê Kurd polîtikayên qirkirinê dan meşandin û gelê Kurd rastî komkujiyên mezin hat. Li Dersîm, Agirî, Zîlan, Helepçe, Mahabad û Qamişloyê komkujiyên mezin li dijî gelê Kurd pêkhatin. Li dijî mêtingeriya Kurdistanê û tunehesibandinê li çar aliyên Kurdistanê gelek raperîn derketin. Raperînên ji aliyê pêşengên Kurd ve pêkhatin bi awayekî têkçûn û ji aliyê metingeran ve hat gotin ku êdî navê Kurdistanê miriyê. Di demeke ku tu kesî hêvî nedikir de bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan raperîna 29an a Kurdan dest pê kir.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema li Enqereyê Zanîngeh dixwand bi komek hevalên xwe ve dest bi rêwitiyekê kir. Piştî civîna Çubukê ya Enqereyê rêwitiya ber bi Kurdistanê ve destpêkir. Piştî gelek xebatên li Kurdistanê di 27ê Mijdarê 1978an de li gundê Fîsê yê navçeya Lîcê ya Amedê Tevgeriya Azadiyê ava bû. Avabûna Tevgera Azadiyê ji bo gelê Kurdistanê û herêmê destpêkeke nû bû. PKKê li dijî tunehesibandina gelê Kurd û metîngeriya li ser erdnîgariya Kurdistanê 41 salan bê navber şerê çekdarî da meşand. Di encama şerê 41 salan de li Kurdistanê gelek pêşketin pêkhatin. Bi gotina Abdullah Ocalan, “Êdî tu kes nikare ziman, nasname û hebûna me tunebihesibînê.” Rêwitiya li Enqereyê destpêkir hebûna Kurdan jî misoger kir û ji çar dewletên dixwastin navê Kurdan ji holê rakin re hebûna Kurdan da qebûl kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” diyar kir ku hebûna Kurdan êdî misoger bûye û PKKê peywîra xwe bi cih aniyê. Abdullah Ocalan bi vê bangê xwest PKK xwe fesix bike. Bi banga Abdullah Ocalan re PKKê di 12ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî û xwe fesix kir. Piştî banga Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd jî derbasî merhaleyeke nû bû. Rêwitiya li dijî tunehesibandin û metingeriyê li Enqereyê destpêkir niha jî çareseriya wê li Enqereyê di meclisa Tirkiyeyê de tê muzakerekirin.
Abdurrahman Ayhan li Enqereyê Abdullah Ocalan nas dike û dibin hevalên hev. Ayhan ji Ajansa Welat re axivî û qala mîmarê vejîna Kurd kir.
Hevnasîna yekem a bi Abdullah Ocalan re
Abdurrahman Ayhan bi eslê xwe ji Agiriyê ye û dema li Zanîngeha Enqereyê li Faqulteya Zanistên Siyasal dixwîne bi Abdullah Ocalan re hev naskirine. Em li navçeya Çankaya ya Enqereyê bi Abdurrahman Ayhan re hatin gel hev. Abdurrahman Ayhan û Abdullah Ocalan li taxa Aydinlikevlerê ya navçeya Altindagê ya Enqereyê di xaniyekî blokên Turk Îş Evlerê de hev du nas kirine. Em jî ber bi wê taxê û xanî ve bi rê dikevin. Dema em nêzî taxê dibin Abdurrahman Ayhan dibêje her der guheriye û şûna xaniyên berê Înşaatên mezin çêbûnê. Dema em dikevin taxê Abdurrahman Ayhan hewl dide cihê blokên Turk İş Evlerê bibîne. Li wir piştî lêgerîneke çend deqîqe em di kolanekê de disekinin. Abdurrahman Ayhan li sukê çav li bîranînên xwe digerînê û dibêje li van xaniyan cihek bû.
Abdurrahman Ayhan li wê sukê ji aliyekî ve bîranînên xwe yên windakiriye digere û ji aliyê din vê jî ji me re qala hevnasîna xwe û Abdullah Ocalan dike: “40 sal in ez nehatime vir. Di sala 1974an de dema ji bo qeyda Zanîngehê hatibûm Enqereyê hefteyekî li van xaniyan weke mêvan li vir mabûm. Min û birêz Abdullah Ocalan li vir hev du naskir. Gelek xwendekar jî li vir diman. Li vir ez û Abdullah Ocalan hevnas bûn. Piştî me xwe ji hev du da naskirin ji min re got ez jî bi efûyê di girtîgehê de derketim û çend rojan ez ê li vir bimînim. Ji min pirsî tu ji ku derê yî. Min got ez ji Agiriyê me. Li ser vê ji min re got tu Kurd î an, min jî got ez ne Kurd im, ez Tirk im. Me herdûyan jî heman beş dixwand, ji bo wê ez kêfxweş bibûm ku yekî ku em heman beşê dixwînin re rastî hev hatim. Piştî wê hevnasînê hevaltiya me destpêkir. Ji ber ku bi salan temenê xwe ji min mezintir bû min jê re digot keko. Pir merivekî germ bû. Rûken bû.”

Zanîngeha Enqereyê û lêgerîna heqîqeta Kurd
Piştre jî em derbasî Fakulteya Zanîstên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê ya li navçeya Çankayayê ku Abdurrahman Ayhan û Abdullah Ocalan bi hev re lê xwendine dibin. Dema em digihêjin ber deriyê Fakulteya Zanistên Siyasî bîranînên Abdurrahman Ayhan jî zindî dibin. Ji aliyekî çavê xwe li zanîngehê digerîne û ji aliyê din ve jî qala bîranînan dike. Abdurrahman Ayhan qala tevgerên Sosyalîst ên wê demê dike û dibêje, “Tevgerên Sosyalîst Kurd weke netewekî nedigirtin dest û li ser hebûna Kurdan bernameyeke wan tune bû. Birêz Abdullah Ocalan jî hertim di nava lêgerînekê de bû. Lêgerîna wî ew bû ku heqîqeta Kurdan derxînê holê.” Abdurrahman Ayhan diyar kir ku piştî Abdullah Ocalan bi komeke hevalên xwe tevgera ciwanan avakiriye ew jî tev li komê bûye û demeke dirêj bi hev re xebitînê û hevaltî kirine. Piştî fakulteyê em berê xwe didin parqa Kurtuluşê ya navçeya Çankayayê.
Abdullah Ocalan: Qala rastiya welatekî dikim
Abdurrahman Ayhan dibêje gelek caran li parqa Kurtuluşê Abdullah Ocalan re rûniştine û di nava parqê de bîranînên xwe digere. Herçiqas guherîna parqê bîranînên wî şêlû kiribin jî bîranên wî ji nû vê xwe didin der. Em li vir li ser bankekî sohbeta xwe didomînin. Abdurrahman Ayhan diyar kir ku Abdullah Ocalan hertim li ser pirsgirêka hebûna Kurd di nava tevgerê de bûye û ev tişt gotin: “Em hertim komek heval rûdiniştin. Ew dem dema lêgerîna birdoziyê bû. Serok Abdullah Ocalan ji me re qala lêgerîna xwe dikir lê di pêşerojê de dê çi bike nedigot. Li Zanîngehê hertim bi xwendekaran re di nava tekiliyê de bû. Dixwast ji xwe re hevalan peyda bike û dest bi rêxistinkirinê bike. Bîranîneke ku ez ji bîr nakim; Rojekê em li baxçeyê zanîngehê rûniştine. Hevalekî me hebû navê wî Îsmaîl bû. Destê wî şikestibû. Ew jî ji Vartoyê bû. Serok Abdullah Ocalan jê pirsî got Îsmaîl destê te çi jê hatiyê. Wî jî got ji bo bîranîna Denîz Gezmîş û hevalên wî me direk boyax dikirin, ez ketim û destê min şikest. Li ser vê yekê Serok keniya û ji me çend hevalan re got, ‘Ez ji wî re qala pêşeroja welatekî dikim, qala rastiya welatekî dikim, qala rastiya gelekî dikim lê heval diçe di dîregan de dikeve û destê xwe dişkênê.’ Serok henek kiribû lê rastiyek gotibû. Ya girîng jî ew xeyalê wî niha pêkhat.”
Xebatên rêxistinkirinê
Abdurrahman Ayhan bi lêv kir ku di wan deman de hejmara wan pir kêm bûye û Abdullah Ocalan yek bi yek hevalên xwe re fikir û nêrînên xwe parvekiriye. Abdurrahman Ayhan da zanîn ku di wan deman de di nava tevgerên şoreşger de jî şovenîzma ku hebûna Kurdan înkar dike hebûye û wiha pê dê çû: “Serok Abdullah Ocalan zêde li cem me rûnedinişt. Hinek rûdinişt diaxivî û piştre diçû cem hevalên din. Yanê wext ji bo wî pir girîng bû. Diyar bû ku di nava xebatan de bû. Piştre jî koma me ava bû û me dest bi civînan kir. Di civînan de êdî Serok fikrên xwe di nava Tevgera Ciwanan de dianî ziman. Li ser mijara rastiya Kurd û Kurdistanê nirxandin û gotûbêj dikirin. Serok Abdullah Ocalan jî li dijî tunehesibandina Kurdan a tevgerên Sosyalîst hêrs dibû. Ew weke şovenîst bi nav dikir. Sedema avakirina tevgereke cuda jî ew bû. Me weke komekî xwe îlan kiribû. Abdullah Ocalan ne kesekî poz bilind û populîst bû. Ji bo rastiya nasnameya Kurd derkeve holê îradeyeke wî hebû. Li ser vê yekê bi israr bû. Dema ew li civînekê bû me hemûyan li devê wî dinêrî ku ew dê çi bêje. Derseke ku min ji Abdullah Ocalan girtiye ew e ku divê meriv di serî de ji xwe bawer be.”

Meşa Mezin a ber bi Agiriyê ve
Abdurrahman Ayhan dibêje, rêvitiya wan a yekêm ber bi Agiriyê ve destpêkiriye û wiha qala Meşa Mezin a Agiriyê kir: “Piştî serhildana Tevgera Xoybûnê têkçû gotin ‘Kurdistana xeyalî li vir binaxkirî ye’ û beton valayî ser kirine. Em jî çûn Agiriyê ku wê beton rakin û bêjin Kurdistan nemiriye. Ez jî bi Serok re çûm Agiriyê. Dema me ya zanîngehê bû. Ji min re got em biçin Agiriyê bi te re. Min jî got em biçin. Min wisa dizanî ku weke seyranekê ye. Li Agiriyê ji min re got min bi kesên demokrat û sosyalîst re bide nasîn. Li wir bi çend kesan re min da nasîn. Li wir me di xaniyekî de civînek pêk anî. Li wir min fehmkir. Serok êdî fikir û remanên xwe bi gel re parve dike. Wê civînê li wir destpêkir. Helbet sedema çûyîna Agiriyê jî sembolek bû. Lêgerîna Azadiyê bû. Li dijî danîna betonê xeta azadiyê li wir da destpêkirin.”
‘Serok Ocalan hebûna Kurdan ji hemû cîhanê re da nasîn’
Abdurrahman Ayhan da zanîn ku Abdullah Ocalan hertim di nava parqa Kurtuluşê de digeriya û li vir gelek caran bi hevalên xwe re diciviya. Abdurrahman Ayhan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didome û ev tişt gotin: “Divê hemû kes wê manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Serok Abdullah Ocalan ne tenê carekê 5 caran bixwîne û fêhm bike. Ew têkoşîneke hebûnê ye. Hertim jî digot pirgirêka me ya hebûnê heye. Gelek pirtûk dixwendin. Li ser hemû zanîstan lêkolîn dikir. Pirtûkên antropolojik û gelek beşên zanîstê lêkolîn dikir. Derdê wî ew bû; pêşeroja vî gelî dê çi bibe. Serok Ocalan hebûna gelê Kurd ne tenê ji dewletên serdest ji hemû cîhanê re da nasîn. Hebûna geleke ku dihat înkar kirin niha mîsoger bû ye.”
‘Dixwazim rojekê bi Serok Ocalan re rûnêm û li ser bîranînan biaxivim’
Di dawiya axaftina xwe de Abdurrahman Ayhan diyar kir ku ew pir dixwaze ji hevalê xwe yê zanîngehê Abdullah Ocalan re careke din werin cem hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ji heyeta diçe Îmraliyê re jî dibêjim dema hûn çûn silavên min bêjin. Ew ê rojekê azad bibe û ez ê biçim li cem em ê rûnên û li ser bîranînan biaxivin. Ez wê rojê bi hesret dipem. Lê ew roj bi bendemayinê jî nayê. Divê ji bo azadiya Serok Ocalan em têbikoşin. Di dema siyaseta demokratîk de peywîrên mezin dikevin ser milên me. Heke em rojekê werin li cem hev ez ê qala bîranîneke me bikim. Dema em li Agiriyê bûn em çûbûn mala me. Li mala me pîrika min ji me re xwarin çêdikir. Dema xwarin çêdikir ji min re got, ‘Dibêjin tu bûyî Walî û çûyî Enqereyê û em jî di nava Kurdan de hiştine.’ Malbata min malbateke Tirkên Azerî yê. Dema wisa got min pir şerm kir. Min ji Serok Ocalan nêrî wî fehm kir ku min şerm kiriye li ser vê yekê bi dengekî bilind keniya. Serok Ocalan ji min re got, ‘Rastiya me ev e. Hişmendiya em dixwazin biguherînin ev e. Ew jî bi têkoşînê dibe. Normal e hişmendiya bi salan çandine ev e.’ Dema em hev bibînin ez ê jê re bêjim bi têkoşîna te ew hişmendî jî êdî ji holê rabû.”













