Serdanên ji bo şîna hunermend Nîhal Ay di roja duyemîn de didome. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û heyeta pê re serdana şînê kir.
Koordînasyona Hîlala Zêrîn di 24ê Kanûnê de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku hunermend Nîhal Ay (Sîdar Andok) li Rojavayê Kurdistanê jiyana ji dest daye. Ji bo Nîhal Ay li Mala Şînê ya Çêrmûgiyan a li navçeya Peyasa Amedê duh şîn hatibû danîn û serdana şînê tê kirin. Serdan di roja duyemîn de didome.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endam û rêveberên MEBYA-DER, DEM Partî, DBP, aktivîstên TJAyê, Dayîkên Aştiyê û gelek kes tev li şîna hunermend Nîhal bûn. Heyetê ji malbata Nîhal Ay re sersaxî xwest. Di şînê de fatîha û dua hatin xwendin.
Serdanên welatiyan ji bo şînê berdewam dikin.














