• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFGê Bayram Balci bi bîr anî: Têkoşîna wî dê her tim bijî

    DFGê Bayram Balci bi bîr anî: Têkoşîna wî dê her tim bijî

    Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

    Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 23yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Keskîn Bayindir: Hewceyî bi binesaziyeke qanûnî heye

Wan / AW

23 HEZÎRAN 2026 - 12:40
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li Wanê bi rojnamegeran re civiya û derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de destnîşan kir ku heta ku binesaziyeke pêvajoyê ya qanûnî û hiqûqî nebe, tu kes bawer nake ku aştiyeke mayînde pêk were.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, li eywaneke taştê ya Wanê bi rojnamegeran re civiya û pirsên rojnamegeran bersivand. Şandeya DBPê û rojnamegeran ewilî bi hev re taşte xwarin û sohbet kirin. Tevî Keskîn Bayindir, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, parlamenterên DEM Partiyê û rojnameger tev li bernameyê bûn.

‘Pirsgirêka Kurd tenê pirsgirêkek siyasî nîn e’

Piştî taştê Keskîn Bayindir derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî û geşedanên dawî nirxand. Keskîn Bayindir diyar kir ku ji aliyê Kurdan ve gelek gavên dîrokî û girîng hatine avêtin û wiha got: “Bi taybetî Tevgera Azadiyê, birêz Ocalan û gelê Kurd gav avêtin. Bêguman pirsgerêka Kurd bi serê xwe tenê pirsgerêkeke siyasî nîn e. Pirsgerêka Kurd di heman demê de pirsgerêkeke demokrasî, hiqûq û hemwelatiya wekhev e. Pirsgerêka Kurd, di heman demê de pirsgerêka destwerdana desthilatê û dewletê ya ji polîtîkayên asîmîlasyon, zext û tunekirinê ye. Helbet pirsgerêka Kurd tevî ku xwedî paşxaneyeke dîrokî û pirsgerêkeke piralî ye jî geşedanên rojane jî dihewîne. Di vê çarçoveyê de heta ku binesaziyeke wê ya qanûnî nebe û negihîje garantiyeke qanûnî û hiqûqî, tu kes bawer nake ku aştiyeke mayînde pêk were.”

Bangawaziya beşdariya mitîngê

Keksîn Bayindir destnîşan kir ku yek ji nîşanderên herî girîng a pêşveçûn û bi dawîbûna vê pêvajoyê, dabînkirina şert û mercên azad ên hiqûqî û siyasî yên Abdullah Ocalan e. Keskîn Bayindir banga tevlibûna mitînga “Azadiyê” li gel kir û wiha axivî: “Em ji bo vê yekê bi taybetî meş û mitîngan li dar dixin. Em tînin ziman ku çareseriya demokratîk a pirsgerêka Kurd, tenê bi nêzîkatiya li hemberî mûxatabê wê pêkan e û em ji tecrûbeyên dîrokî dizanin ku divê ev her du mesele ji hev cuda neyên girtin. Ji ber vê yekê, ez di serî de we kedkarên çapemeniyê û hemû gelê me vedixwînim mitînga me ya mezin a azadiyê ku em ê di 27ê Hezîranê de li Qada Newrozê ya Wanê li dar bixin.”

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

22 HEZÎRAN 2026
Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

1 NÎSAN 2026
Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

25 ADAR 2026
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

Li Geverê û Şemrexê pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin

18 ADAR 2026
Banga Kurdan: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

Banga Kurdan: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

21 SIBAT 2026
Keskîn Bayindir: Biratiya we durûtî ye, hûn bi ser nakevin

Keskîn Bayindir: Biratiya we durûtî ye, hûn bi ser nakevin

2 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (636)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne