Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz di daxuyaniya ji bo mitînga 4ê Çileyê de axivî, bal kişand ser girîngiya mitîngê û got: “Ji bo çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd û misogerkirina jiyaneke azad û wekhev, werin em di mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ de bicivin.”
Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya mitînga “Hêvî û Azadiyê” de li Qada Bajêr a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi girseyî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo mitînga Hêvî û Azadiyê li Amedê dicivin” hat vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Parlamenter, hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên herêma Serhedê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
Hevşaredarê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş metna bi Tirkî, parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî metna bi zaravayê Kurmancî xwend.
‘Divê azadiya xwe ya fîzîkî tavilê bê pêkanîn’
Sumeyye Bozê destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de dest pê kir, deriyê qonaxên girîng vekiriye. Sumeyye Bozê destnîşna kir ku vê bangê hêviya ji bo çareseriya demokratîk, ji bo pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyeke bi rûmet ji her demê bêtir zêde kiriye û got: “Gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê, ku di bersiva bangawaziyê de hatine avêtin, di pêvajoyê de bûne sedema xalên werçerxê yên mezin. Li gel vê yekê, ji aliyê hikûmetê ve gavên berbiçav nehatine avêtin. Di vê qonaxê de, yek ji prensîbên herî bingehîn ji bo çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd ew e ku alî bikaribin di şert û mercên wekhev de bi hev re bixebitin. Pêwîstiya pêşvebirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêkanîna tavilê ya vê prensîbê hewce dike. Di vê çarçoveyê de, divê rêya ku Birêz Ocalan bikaribe di bin şert û mercên wekhev de bixebite bi misogerkirina azadiya xwe ya fîzîkî tavilê were vekirin.”

‘Ocalan bi paradîgmaya xwe rêbaza çareseriyê pêşkêş dike’
Sumeyye Boz anî ziman ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ku wî di 26 salên tecrîda dijwar de li Girtîgeha Girava Îmraliyê pêşkêş kir, divê bigihîje hemû beşên civakê û wiha pê de çû: “Ev ji bo avakirina aştiyek bi rûmet girîng e. Ev ji bo pêşvebirina tifaqa Tirk-Kurd a hezar salî û vekirina rê li ber siyaseta demokratîk pêwîst e. Eşkere bûye ku pirsgirêk bi têkbirina hevpeymaniya dîrokî ya di navbera gelan de, bi înkarkirin û tunekirina ziman, nasname û hebûna gel çareser nabe. Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bangek ji bo xurtkirina vê tifaqê ye. Bangek ji bo jiyana bi hev re bi awayekî azad û wekhev li dijî siyaseta tunekirin û înkarê ye. Banga ji bo aştiyek bi rûmet e. Bi rastî, Birêz Ocalan, ji salên 1990an heta niha, bi paradîgmaya xwe koka pirsgirêkê û rêbaza çareseriya wê pêşkêş kiriye. Wî bi ramanên xwe rêbazek pêşkêş kiriye da ku ziman, nasname û baweriyên cûda bi awayekî wekhev û azad bi hev re bijîn.”
‘Prensîba bingehîn avakirina çarçoveyek qanûnî ye’
Sumeyye Boz bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Têkiliya vê bîrdoziyê bi civakê re, bi jinan re, bi ciwanan re, bi gel re, dê derfeta civakîbûna pêvajoyê ava bike. Di vê çarçoveyê de, prensîba bingehîn di pêkanîna qonaxa duyemîn a pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, avakirina çarçoveyek qanûnî ye ji bo pêkanîna prensîba “Mafê Hêviyê” û misogerkirina serbestberdana fîzîkî ya tavilê ya Birêz Ocalan. Di vê pêvajoyê de, muzakervanê sereke yê çareserkirina pirsgirêkê, Birêz Abdullah Ocalan e. Di bin şert û mercên sînorkirî yên li Girava Îmraliyê de, pêkanîna vê pêvajoyê ne mimkûn e.”
Ji bo mitînga 4ê Çileyê bang kir
Sumeyye Boz banga tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” û wiha bi dawî kir: “Divê astengiyên li pêşiya serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk werin rakirin. Divê ev derfeta dîrokî, ku hêviya aştiyê lê mezin dibe, neyê windakirin. Divê dezgehên siyasî û bi tevahî muxalefet şertên vê bangewaziyê bicîh bînin. Divê ev pêvajo ne bi rexneyên wêranker bi rexneyên avaker, û ne bi geşkirina neteweperestî û zayendperestiyê bi pêşxistina demokratîkbûnê, were meşandin. Misogerkirina ku partî di şert û mercên wekhev de dixebitin, pêşîniya me ya mutleq e. Di vê çarçovê de, divê Birêz Ocalan, ku yek ji aliyên têkildar e û bi mîlyonan mirov wî wekî îradeya xwe dibînin, û di heman demê de di çareserkirina pirsgirêka Kurd de serkêşê danûstandinan e, tavilê azadiya fîzîkî werbigire. Ji bo çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd û misogerkirina jiyaneke azad û wekhev, werin em di mîtînga “Hêvî û Azadî” de ku dê di 4ê Çile de saet di 12:00an de li Qada Îstasyona Amed were lidarxistin, bicivin. Werin em bi dengekî bilind daxwaza xwe ya ji bo aştiyek bi rûmet ragihînin.”
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.














