Di civîna gel de banga tevlîbûna mitînga 4ê Çileyê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidaxistin hat kirin.
Li Mala gel a taxa Eziziye ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi beşdariya Çetîn Arkaş ê ku 33
salan di girtîgehê de mabû, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û Hevserokê
DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn civîna gel hat lidarxsitin. Rêveberên DEM Partiyê,
DBPê, Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li civînê bûn.
Beriya civînê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.














