Li gelek bajarên Îranê çalakiyên ji ber kêmbûna nirxa rîal û zêdebûna lêçûnên jiyanê yên li Tehranê hatine destpêkirin didomin.
Li paytexta Îranê Tehranê bi sedan hemwelatî, ji bo şermezakirina rewşa jiyanê ya xirab û zêdebûna bihayan daketin kolanan. Di dîmen û raporên welatiyan ên serbixwe yên di rojên dawî de hatine parvekirin, nîşan didin ku beşên mezin ên Bazara Mezin a Tehranê û gelek navendên kirînê yên li Îsfehan û Tebrîzê kepenkên xwe girtine û esnafan li kolanan kom bûne. Xwepêşanderên ku ji esnaf û karkeran pêk tên, kêmbûna nirxê bilez a rîal û zêdebûna ji nişka ve ya rêjeyên dovîzê mîna sedemên sereke yên çalakiyên xwe nîşan didin.
Çalakî li gelek deveran belav bûne
Hat ragihandin ku xwepêşandan li Keraj, Meşhed, Zencan, Kerman, Hemedan, Ahwaz, Melard û derdora Zanîngeha Tehranê belav bûne. Xwendekaran jî bi rêya daxuyaniyan piştgirî da esnaf û firoşkarên bazarê. Dema ku guhertinên ji nişka ve yên dovîz, zêdebûna enflasyonê û guhertinên di polîtîkayên pereyan de mîna sedemên bingehîn ên qeyrana aborî tên nîşan, tê diyar kirin ku ev rewş bi awayekî lezgîn bazar veguherandiye qada xwepêşandanê.
Xwepêşandanên ku di destpêkê de bi daxwazên aborî şêwebûn, di demeke kurt de aliyek siyasî jî qezenç kir. Dema hêrsbûna li dijî performansa hikûmetê bi zehmetiyên aborî re bûn yek, hinek dirûşme rasterast arasteyê hikûmetê bûn.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baxêr Xalîbaf, bi daxuyaniyekê gef li çalakvanan xwar û çalakî bi xeteriya “kişandina nav kaosê” ve girê da.













