• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

    YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

    YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

    Partiya Kesk a Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

    Partiya Kesk a Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

    Li başûrê Hesekê agir bi zeviyên ceh û genim ket

    Li başûrê Hesekê agir bi zeviyên ceh û genim ket

    Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

    Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

    YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

    YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

    Partiya Kesk a Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

    Partiya Kesk a Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

    Li başûrê Hesekê agir bi zeviyên ceh û genim ket

    Li başûrê Hesekê agir bi zeviyên ceh û genim ket

    Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

    Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

Navenda Nûçeyan / AW

19 GULAN 2026 - 13:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Girtiyên siyasî yên li zindanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku çalakiya xwe ya “Sêşemên Na Ji Darvekirinan Re” didomînin, di hefteya 121emîn de li 56 girtîgehên cuda dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyan diyar kir ku rejîma Îranê darvekirinan wekî “amûra teror û zexta dewletê” bi kar tîne û bang li hemû pêkhateyên civakê kirin ku li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bikin.

Li dijî pêla darvekirinan a ku Komara Îslamî ya Îranê wekî çekeke tirsandinê li ser civakê ferz dike, çalakiya greva birçîbûnê ya bi navê “Sêşemên Na Ji Darvekirinan Re” ku ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, bi biryardarî dewam dike. Rêveberiya kampanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hefteya 121emîn a çalakiyê de, girtiyên li 56 girtîgehên cuda yên seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê careke din ketine greva birçîbûnê. Di daxuyaniyê de, cezayên darvekirinê wekî “amûra sereke ya tepeserkirinê ya dewletê” hatin binavkirin. Hikumeta Îranê bi wê yekê hat tawanbarkirin ku ji bo di nava civakê de atmosfereke tirs û xofê biafirîne, bi awayekî sîstematîk tundiyê bi kar tîne.

‘Darvekirin amûra tirsandinê ye’

Daxuyanî balê dikişîne ser kuştin û zextên dawî yên li girtîgehan û wiha didome: “Hefteya borî, rejîma derqanûnî ya ‘Wîlayeta Feqîh’ girtiyê siyasî yê Belûc Ebdulcelîl Şahbexş li Zindana Zahîdanê û her wiha Mihemed Ebasî yê ku di dema Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de hatibû girtin, bi hinceta ‘beşdariya di xwepêşandanan de’ darve kirin. Di heman demê de, keça Mihemed Ebasî, Fatîme Ebasî jî bi 25 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin û niha li Zindana Evînê tê ragirtin.” Ev yek wekî mînakeke şênber a zexta giran a li ser malbatên xwepêşanderan hat nirxandin.

‘Bi tirsa têkçûnê dixwaze civakê bitirsîne’

Girtiyan destnîşan kir ku dîktatoriya desthilatdar, ji tirsa rûxandinê hewl dide bi pêkanîna darvekirinên hovane civakê bitirsîne û ev peyam dan: “Zêdetirî du mehan e desthilatdariya despotîk a Îranê bi hêzên xwe yên paramîlîter û milîsên girêdayî rejîmê, kolanên bajaran dagir kirine. Bi eşkereyî perwerdeya çekan didin û zarokan di van qadan de bi kar tînin da ku şîdetê li dijî welatiyan saz bikin. Em her roj li kêleka girtiyên siyasî, dibin şahidê darvekirina ciwanan. Eger rejîm îro ciwanan yek bi yek darve dike, ev ji ber wê yekê ye ku van ciwanan cudakariya çînî dîtine û bûne şahidê gendelî û talankirina sîstematîk. Ew wan darve dikin da ku civakê bitirsînin; lê belê ev tundî li şûna teslîmgirtinê, tovên hişmendî, berxwedan û serhildanê di dilê wan de diçîne.”

Banga bilindkirina têkoşînê

Girtiyan anîn ziman ku cezayê darvekirinê ne biryareke darazê ya asayî ye û wiha gotin: “Me gelek caran gotiye; cezayê mirinê bêyî ku cureyê sûc çi be, ne tenê biryareke neheq e ku mafê jiyanê ji mirovan digire, di heman demê de amûreke zext û kuştinê ye ku ji hêla dewletê ve tê bikaranîn û xwedî kokên polîtîk, çînî û îdeolojîk e.” Di daxuyaniyê de ev bangawazî hat kirin: “Em bawer dikin ku divê ev darvekirin bi teslîmbûnê neyên pêşwazîkirin. Eşkerekirina dijberiya eşkere û pratîkî ya li hemberî darvekirinan, îro ji bo muxalîfan pîvaneke girîng e. Wekî kampanyaya ‘Sêşemên Na Ji Darvekirinan Re’, em bang li hemû çalakvanên siyasî, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên sivîl û pîşeyî dikin ku ji bo rawestandina darvekirinan zêdetir bibin yek. Em ji karker, mamoste, xwendekar û xanenişînan dixwazin ku dengê xwe bigihînin wijdanê civaka navneteweyî.”

Li 56 girtîgehan grev heye

Li gorî daxuyaniyê, di hefteya 121emîn a çalakiyê de girtiyên ku di nava wan de yên Girtîgeha Evîn, Qezelhesar, Navenda Kerecê, Ferdîs, Tehrana Mezin, Qerçek, Weramîn, Qezwîn, Eher, Erak, Qûm, Xuremabad, Borûcerd, Yasûc, Îsfehan, Ehwaz, Şîraz, Zahîdan, Yezd, Meşhed, Tebrîz, Urmiye, Sine û gelek navendên din hene, li 56 girtîgehan ketine greva birçîbûnê. Tê diyarkirin ku ev kampanya yek ji tevgerên protestoyî yên herî demdirêj û birêxistinkirî yên li dijî cezayê darvekirinê yê li zindanên Îranê ye.

Etîket: 56 girtîgehbanga têkoşînêçarşema na ji darvekirinan reGirtiyên siyasîgreva birçîbûnê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin  HATE NÛKIRIN

Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

27 NÎSAN 2026
Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

22 NÎSAN 2026
Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

22 NÎSAN 2026
Karkerên madenê piştî berdanê jî çalakiya xwe didomînin

Karkerên madenê piştî berdanê jî çalakiya xwe didomînin

22 NÎSAN 2026
ÎHD: Daxwazên girtî Sagaltici, Turkoglû û Ozen bi cîh bînin

ÎHD: Daxwazên girtî Sagaltici, Turkoglû û Ozen bi cîh bînin

21 NÎSAN 2026
Xeteriya li ser girtiyên zindana Evînê zêde dibe

Zordariyên rejîma Îranê li ser girtiyan zêde dibin

19 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê hilbijart

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan bang li Meclîsê kir: Divê mekanîzmayek nû bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê mafekî neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdan hilbijartinên Şamê red kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokkomariyê ji bo rakirina parêzbendiya Bayindir û Ozel tezkere şand Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (502)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne