Yekîtiya Xwendekarên Îslamî ya Zanîngeha Tehranê û Zanistên Tibê bi daxuyaniyekî mudaxeleya li dijî xwepêşandana 29ê kanûnê şermezar kir û daxwaza berdana kesên hatine girtin kir.
Yekîtiya Xwendekarên Îslamî ya Zanîngeha Tehranê û Zanistên Tibê tundî û girtinên hêzên ewlehiyê ya di dema xwepêşandana 29ê kanûnê de bi daxuyaniyekî şermezar kir. Yekîtiyê, daxwaza demildest berdana xwendekarên girtî û rawestandina lêpirsînan kir û daxwaz kir ku rêveberiya zanîngehê “bi têkilî danîna rasterast a bi xwendekaran re û kêmkirina aloziyê hawîrdorek diyalogê ya bi bandor biafirîne.”
Di 29ê Kanûnê de, xwendekar û hinek komên sendîkayan beşdarî xwepêşandanên li Zanîngeha Tehranê bûn. Hêzên ewlehiyê kampûsan dorpêç kirin û Şahîn Shokoohî, Aref Hadî Nejad û Mobîna Amîniyan jî di nav de hinek xwendekaran girtin. Xwepêşandan belavî Zanîngehên Şerîf Sanayî û Amîr Kebîr jî bûn. Xwendekaran li dijî qeyrana aborî û zêdebûna bihayan dirûşmeyan berz kirin. Mudaxeleya ewlehiyê diyalogê sînordar kir û girtinan fikaran avakir.
Aktîvîstên xwendekaran, ragihandin ku ew ê heta rewşa kesên ku hatine girtin zelal bibe û mafên wan ên qanûnî bên mîsogerkirin, şopandina qanûnî û medyayî bidomînin. Malbat û parêzeran, daxwaza destûra hevdîtina bi girtiyan re û bidestxistina agahdariya der barê tenduristî û cihê wan de kirin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî, diyar kirin ku wê girtin zêde bibin û balkişandin li ser xetera mudaxeleya bi darê zorê.













