• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi ser bikeve’

Navenda Nûçeyan / AW

1 ÇILE 2026 - 23:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclisa PJAKê piştgiriya xwe ya ji bo hemû hewldanên demokratîk yên dijî dîktatoriyê anî ziman û got ku meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi yekîtiya demokratîk bi ser bikeve.”

Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) têkildarî xwepêşandanên gel ên li seranserî Îran û rojhilatê Kurdistanê ku nêzî 5 roj in dewam dike û her diçe belav dibe daxuyaniyek da.

PJAKê bal kişand ku raperîna nû ya gelan ya 28ê kanûna 2025an ji bo şermezarkirina siyaseta Komara Îslamî ya aborî jiyana civakê ya herêmê destpê kir û got: “Komara Îslamê nêzîkî nîv sedsale bi rêya polîtkayên qetilkirin, çewsandin, bêdengkirin û parçekirina civakê hemû civakên Îranê ji hev parçe bike. Komara Îslamî ya Îranê bi şêwazên cuda cuda ya siyasî krîzên civakî çêdike ku li ser desthilatê bimîne. Di nêzîkî nîv sedsalî de, Komara Îslamî hewl daye ku bi rêya polîtîkayên kuştin, tepeserkirin û bêdengkirinê, û her weha bi rêya polarîzasyona civakê û feqîrkirina xelkê, hêza civaka Îranê parçe bike.”

PJAKê got: “Komara Îranê di warê aborî de bi talankirina hemû dewlemendiyên Îranê, bikaranîna wê ya ji bo şer, destwerdanên karubarên welatên din û piştgirîkirina komên çete yên tundraw bûye sedemê krîzên aborî li Îranê.

Her cure helwest, têkoşîn û serhildana gel, nasname û neteweyekê di vê rewşa bê çalak û krîzê de wê bibe denge têkoşîna hemû beşên din yên civaka Îranê ku zext û zilm lê tê kirin. Ji bo derbasbûna ji krîzan û çareserkirina pirsgirêkan ji derveyuî yekîtî û xwedîderketina li hev ti rêyek din nîne. Ev berdewama Şoreşa Jin, Jiyan Azadî ye. Pêkhate çiqasî yekgirtî be çarenûsa me jî bi têkoşîneke pir reng û yekgirtî ve girêdayî ye. Em PJAK ku felsefeya me ya sereke ‘Jin Jiyan Azadî’ ye, li gel pir rengiyê ne û piştgiriya xwe ya temam ji bo hemû hewldanên demokratîk yên li dijî diktatoriyê nîşan didin û balê dikişinin ser van xalan:

– Wê hemû hewldanên Komara Îslamî ya ji bo bêdengkirina daxwazên rewa yên gel bêencam bimînin. Divê em bizanibin ku di encam têkoşîn û îradeya gel de desthilatê denge şoreşa gel bihîstiye û ji bilî teslîmbûna li hemberî daxwazên gel ti çareyek ya wan nemaye.

– Her serhildan û tevgerek ku li Îranê pêk were, berdewama Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ye û daxwaza azadiyê û redkirina navendîbûn, cudakariyê ye. Her hewldanek berovajî vê hewldana şaşkirin û dizîna rastiya şoreşa gelane.

-Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li ser prensîba ti nasname, têkoşîn û daxwazên biçûk bê wate nabîne. Neteweyên li Îranê 100 salin di bin zilm, zoriyê de ne û îro mafê xwe dixwazin. Her têkoşînek li dijî dîtatoriyê weke gaveke ya bi dest xistina maf û azadiyê dibîne.

– Ji bo ev serhildana gel bi awayeke baş li ser bingehek demokratîk berdewam bike, divê pêşengtiya jin û ciwanan ji xwe re esas bigirin. Tişta ku jiyaneke azad garantî dike û destkeftiyan diparêze têkoşîna azadiya jinê ye. Jin, xwedevanên zanîngehê û xwendevan hem rêber û hem jî hêza şoreşê ne.

Em di vê baweriyê de ne ku gelên Îranê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ vebijêrka xwe ya dawî dizanin ji bo demokrasî û jiyana azad. Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi yekîtiya demokratîk bi ser bikeve.”

Etîket: azadgelÎranmesPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

20 HEZÎRAN 2026
Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

17 HEZÎRAN 2026
Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

15 HEZÎRAN 2026
‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

15 HEZÎRAN 2026
Li Wanê li dijî kuştina jinan meşiyan: Em tundiyê qebûl nakin

Li Wanê li dijî kuştina jinan meşiyan: Em tundiyê qebûl nakin

15 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mîrateyek ji bîra aborî û çandî ya Amedê hildiweşe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHD: Rasul Kocaturk û Resûl Baltaci demildest berdin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (581)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne