• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

    Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

    Mazlûm Ebdî bi dîlgirtiyên hatin berdan re civiya

    Mazlûm Ebdî bi dîlgirtiyên hatin berdan re civiya

    Li Siwêregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

    Li Siwêregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

    Li Rojava meşa piştgiriya YPJê: Em rejîma vîna jinê nas nake qebûl nakin

    Li Rojava meşa piştgiriya YPJê: Em rejîma vîna jinê nas nake qebûl nakin

    Ekîn Ceren li ser gora xwe bi qurnefîlan hat bibîranîn

    Ekîn Ceren li ser gora xwe bi qurnefîlan hat bibîranîn

    Çawişê pispor jinek kuşt

    Çawişê pispor jinek kuşt

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

    Berdana Zubeyîr Îdem 3 mehan hat taloqkirin

    Mazlûm Ebdî bi dîlgirtiyên hatin berdan re civiya

    Mazlûm Ebdî bi dîlgirtiyên hatin berdan re civiya

    Li Siwêregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

    Li Siwêregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

    Li Rojava meşa piştgiriya YPJê: Em rejîma vîna jinê nas nake qebûl nakin

    Li Rojava meşa piştgiriya YPJê: Em rejîma vîna jinê nas nake qebûl nakin

    Ekîn Ceren li ser gora xwe bi qurnefîlan hat bibîranîn

    Ekîn Ceren li ser gora xwe bi qurnefîlan hat bibîranîn

    Çawişê pispor jinek kuşt

    Çawişê pispor jinek kuşt

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Zeydan: Guhertina tabelaya Kurdî bêtehemuliya li dijî nasnameya Kurdan e

Bazîd Evren / AW

6 ÇILE 2026 - 09:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li ser guherîna tabelaya kreşa zarokan a bi navê “Perperok Mala Zarokan” axivî, bal kişand ser hişmendiya qeyûm û got: “Guhertina tabelaya bi Kurdî rast e rast bêtehemuliya li dijî zimanê Kurdî û nasnameya Kurdan e.”

 

Li Wanê “Perperok Mala Zarokan” ku weke kreşê bi Kurdî, Tirkî û Ingilîzî xizmet dide, di sala 2015an de ji hêla hevşaredarên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Hatîce Çoban û Bekîr Kaya ve di 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de hatibû vekirin. Di sala 2016an, 2019an û 2025an de qeyim danîn li ser şaredariya bajarê mezin û her 3 qeyûman jî navê “Perperok” ji ber ku Kurdî ye guhert. Herî dawî hat hînbûn ku di meha mijdarê de qeyim û rêveberiya wî, navê “Perperok Mala Zarokan” guhertiye û kirine “Buyukşehîr Belediyesî Kreş ve Gunduz Evî.”

 

Piştî belavbûna vê agahiyê partiyên siyasî û Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan nerazîbûn nîşanî guhertina navê Kurdî dan û dan zanîn ku ev yek rasterast mudaxaleyî zimanê Kurdî ye. Li ser mijarê Hevşaredar Abdullah Zeydan ê qeyim tayînî şûna wî hate kirin ji ajansa me re axivî û polîtîkayên qeyim nirxand.

Abdûllah Zeydan di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di 15ê Sibata 2025an de qeyim danîne cihê wan û got ku bi vê yekê vîna gel hatiye desteserkirin. Abdullah Zeydan, kiryarên qeyiman yên li hemberî saziyên jinan, zimanê Kurdî, çand û hebûna Kurdan weke êriş pênase kir û got: “Hişmendî û hebûna qeyiman li ser înkar û tunekirina Kurdan xwe dide meşandin. Pergala wan wisa ye, sed sal beriya niha jî wisa bû. Hişmendiya qeyim van deh salên dawiyê derneketiye holê, hişmendî heman e, lê navê wê hatiye guhertin. Di sala 1925an de hişmendiya ‘Plana Şerq û Islahatê’ û peywirdarkirina mufetîşên ûmûmî, niha bi polîtîkayên qeyiman berdewam e. Bi kurtasî qeyim nûnertiya netew-dewletê dike û bingeha wê jî ji modernîteya kapîtalîst tê. Em jî berovajiyê vê yekê modernîteya demokratîk diparêzin û neteweya demokratîk dixwazin. Lewma hişmendiya qeyim me weke dijminê sereke dibîne.”

‘Hişmendiya ku vîna te desteser dike, ji te re xizmetê jî nake’

Abdûllah Zeydan diyar kir ku ew di rêvebirina şaredariyan de fîkriyata ekolojiyê, azadiya jinê û demokrasiyê esas digirin û anî ziman ku lewma qeyûm hertim ewilî êrîşî saziyên jinan û Kurdî dike. Abdullah Zeydan destnîşan kir ku qeyim ji aliyê xizmetê ve jî qels maye û ev tişt got: “Hişmendiya ku vîna te desteser dike, ji te re xizmetê jî nake. Lewma bi hişmendiyeke talan û diziyê tevdigere. Ji xwe gelek deyn li dû xwe hiştibû, qasî me bihîstî niha jî heman tiştî berdewam dike. Em li hember van kiryaran têkoşîna xwe didomînin.”

‘Em pirzimaniyê diparêzin’

Bi domdarî Abdûllah Zeydan anî ziman ku jinan li Wanê di bin banê şaredariyê de xebatên pîroz kirin, lê belê qeyûm ewilî êrişî van xebatan kir û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Dema jin azad bûn civak jî herêm jî azad dibe û hişmendiya qeyûm vê yekê ji xwe re gef dibîne. Lewma ewilî êrişî saziyên jinan dikin û digirin. Dû re jî êrişî hebûn û nasnameya gelê Kurd, ziman û çanda Kurdan dikin. Em pirnasname, pirçandî û pirzimaniyê diparêzin û li gor vê yekê xizmetên xwe dikin.”

‘Nêzî 90 zarokan li Perperokê perwerde didîtin’

Abdûllah Zeydan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema em hatin hilbijartin bi awayekî kolektîf me xwest zimanê Kurdî pêş bixin. Lewma me xwest careke din Pêşdibistana Perperokê careke din bixin meriyetê. Li vê pêşdibistanê zarok tenê zimanê xwe hîn nabin, jiyaneke hevpar û huner jî hîn dibûn. Ji xwe qeyûman ev sazî girtibû, lê me careke din vekir. Nêzî 90 zarokan li vê derê bi sê zimanan perwerde didîtin. Lê mixabin qeyim ewilî mamoste ji kar derxist, polên Kurdî girtin û bi hincetên cuda cuda gelek zarok ji pêşdibistanê avêtin. Herî dawî jî ew tabelaya ku me bi Kurdî û Tirkî lêdabû, anî xwarê. Ev yek bêguman bêtehemuliya li dijî ziman û hebûna Kurdan e. Bi hezaran salan e Kurd li vir dijîn û Kurdan nasnameyek, zimanek, çandek heye. Ev der axa Kurdan e û çawa Kurdan li dijî êrişan di hilbijartinan de bersiveke xurt da wan, dê gelê Kurd vê êrişê jî qebûl neke.”

‘Gelê Wanê vê êrişê qebûl nake’

Abdullah Zeydan binê wê xêzkir ku dê Kurd, bi hemû saziyên xwe ve li dijî vê êrişa li ser ziman û hebûna Kurdan li her derê û her qad, gund, kolan û malê bike cîhê perwerdehiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd li vir bûn û dê ji niha û pê ve jî li vir bijîn. Dê li zimanê xwe jî xwedî derbikevin, lewma ev der welatê Kurdan e. Wê di şaredariyan de xizmeta bi zimanê Kurdî jî bê dayîn, lê yên ku biçe qeyim û hişmendiya wan e. Kurd, Kurdînî, zimanê Kurdî û çanda Kurdî dê hertim li ser pêyan be. Em dê vê kiryara qeyim ji bo xwe weke destpêka pêvajoyeke nû bihesibînin û ji her dem pirtir li ziman û nasnameya xwe xwedî derbikevin. Em vê êrişa li Perperokê weke hevşaredariya bajarê mezin şermezar dikin. Gelê Wanê van êrişan tucaran napejirîne û qebûl jî nake.”

Bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Abdullah Zeydan bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev êrişa li dijî Perperokê ne li gorî ruhê vê pêvajoyê ye û heta provakasyon e. Em wisa dihesibînin û dibînin. Herkes di vê pêvajoyê de divê rêzê ji bo nasname û zimanê gelên vî weletî bigirin. Heke hûn ziman, çand û nasnameya me qebûl nekin em ê çawa komareke demokratîk ava bikin? Em ê çawa vê dewletê bikin dewleta Kurdan, Tirkan, Elewiyan û Suniyan? Divê ev nêzîkatî biguhere û hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin.”

Etîket: Abdullah ZeydanPerperokQedexeya zimanqeyimŞaredariya Bajarê Mezin a Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bêrîtan Guneş daxwaza rakirina astengiyan û perwerdehiya bi Kurdî kir

Bêrîtan Guneş daxwaza rakirina astengiyan û perwerdehiya bi Kurdî kir

8 GULAN 2026
Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

7 GULAN 2026
Dema qeyimê Mêrdînê 2 mehên din jî hate dirêjkirin

Dema qeyimê Mêrdînê 2 mehên din jî hate dirêjkirin

2 GULAN 2026
Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

1 GULAN 2026
Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

Qeyim û şaredarê AKPê yê berê ji ‘gendeliyê’ hate girtin

28 NÎSAN 2026
Gelê Agiriyê bi dilsozî Newroz pîroz kir: Kurd azadiya rêber û zimanê xwe dixwazin  

Gelê Agiriyê bi dilsozî Newroz pîroz kir: Kurd azadiya rêber û zimanê xwe dixwazin  

24 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ekîn Ceren li ser gora xwe bi qurnefîlan hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 31ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê bi hezaran kes bi Koma Amed re stran gotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Anatoliya Navîn heta Bekayê huner û têkoşîna Hozan Zinar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi projeya ‘Bîstanên Komunên Jinan’ piştevaniyê xurtir dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyên Mojtaba û Maysam Waisî bi girseyî hatin veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (783)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne