• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hêvîn Silêman: Wê nikaribin bi şerê taybet hêza vî gelî bişikînin

Fexredîn Kiliç / AW

8 ÇILE 2026 - 09:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêman destnîşan kir ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê siyaseta ku li dijî Elewî û Durziyan dimeşîne li dijî gelê Kurd jî bimeşîne û got: “Tu kes ne bi êrişan ne jî bi şerê taybet dê nikaribin hêza vî gelî bişikînin.”

Êrişên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyeyê û Benî Zêdê yên Helebê berdewam in. Tevî êrişên bi çekên giran tên kirin jî Hêzên Ewlekakariya Hûndirîn ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û gel li ber xwe didin. Hevseroka Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman têkildarî êrişên çeteyan û berxwedana gel ji Ajansa Welat re axivî.

‘Ji bo ku gelê Kurd qir bikin êrişî taxan dikin’

Hêvîn Silêman da zanîn ku çeteyên girêdayî hikûmeta demkî zêdetirî çar mehan e xwe li derdora taxên Kurdan bi cih kirine û wiha got: “Çekên giran bikar tînin û bi tankan êrişî sivîlan dikin. Ev tê wê wateyê ku li ser van taxên sivîl ku hemû pêkhate lê dijîn, dixwazin siyaseteke qirkirinê bidin meşandin. Sekna vî gelî ya 14 salan a li dijî hemû çeteyan bi şerê şoreşgerî yê gel bi ser ket. Ev çete bêtir çeteyên girêdayî dewleta Tirk in ku perspektîfa xwe ji wan digirin. Ji bo ku gelê Kurd qir bikin êrişî van taxan dikin. Di hemû çapemeniya wan de gefên li dijî gelê Kurd hene. Ji ber vê yekê jî dixwazin van taxan têxin bin kontrola xwe. Ji aliyê siyasî ve jî naxwazin misogeriya mafên Kurdan pêk bê. Hevpeymana 10ê Adarê û 1ê Nîsanê mafên hemû pêkhateyan Sûriyeyê diparêze. Ji ber wê yekê mudaxile dikin û rewş giran dibe.”

‘Ruxmê êrişên bi tank û topan gelê me li ber xwe dide’

Hêvîn Silêman destnîşan kir ku çend roj in li taxên wan şerekî giran heye û wiha berdewam kir: “Ji aliyê siyasî ve dixwazin ku zexteke giran li vê taxê bikin. Dewleta Tirk peymanên 10ê Adarê û 1ê Nîsanê xera dike. Dewleta Tirk naxwaze tu mafên gelê Kurd li Rojava û Sûriyeyê misoger bibin. Ji ber vê yekê çawa ku bi Hikumeta Demkî ya Şamê re hevdîtin çêdibin tevlihêviyekê derdixîne. Ev çete li ku derê êriş bikin talan dikin, komkujiyan pêk tînin, bi rojane mirovan qetil dikin. Ev yeke li van taxan jî pêk tê. Hêzên Ewlehiyê yên Hundirîn ku taxan diparêzin û gelê me li hemberî tank û topan li ber xwe didin. Heta niha zêdetirî 50 kesan birîndar bûne, şehîdên sivîl jî hene. Ruxmê vê jî gelê me li ber xwe dide.”

‘Hêzên me yên parastinê dê serkeftineke mezin bi xwe re bînin’

Hêvîn Silêman da zanîn ku rêyên ku ji bajêr tên taxên wan çar meh in hatine girtin û wiha pê de çû: “Gel nikare bi awayekî rihet pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bike, bazirganiya xwe bike û bi awayekî asayî bijî. Ji aliyê mirovî ve zehmetiyeke pir mezin heye. Her wiha ev çend car in bi vî awayî êrişî sivîlan dikin, çekên giran bikartînin. Tevî van zehmetiyan sekna gelê me baş e û li pişt hêza xwe ye. Şerekî derveyî exlaqê tê meşandin. Li hemberî du taxên biçûk çekên giran û balafirên bêmirov bikartînin. Hinek kes ji taxan derketin lê piraniya gel li malên xwe ye û li ber xwe dide. Hêviyên me yên ji bo serkeftinê mezin in. Hêzên me yên ku parastina her du taxan dikin dê serkeftineke mezin bi xwe re bînin.”

‘Ev naxwazin li Sûriyeyê pergaleke demokratîk bi pêş bikeve’

Hêvîn Silêman diyar kir ku çar meh in li dijî taxên wan planeke êrişî hatiye çêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev naxwazin li Sûriyeyê pergaleke demokratîk bi pêş bikeve. Ew dixwazin li Sûriyeyê pergaleke yekreng bidin avakirin. Ev jî li dijî hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi hev re dijîn e. Rêveberiya Xweser ji bo li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê çareseriyeke bingehîn pêk bê bi Şamê re di têkiliyê de ne. Dan û standin û hevdîtin hene. Ji ber vê yekê berxwedana gelê me ya li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dê ji bo hemû Sûriyeyê bibe bingeheke çareseriyê. Berxwedana Hêzên Ewlehiya Hundirîn a li hemberî çeteyan serkeftinên mezin nişan didin. Tevî ev çete bi tankan xwe li derdorê taxan bi cih kirine û êriş dikin nikarin tenê bi gavekê jî nêzî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bibin. Ev sekna Hêzên Ewlehiya Hundirîn û berxwedana vî gelî nîşaneyên serkeftinê ne. Ji ber vê yekê em ji aliyê siyasî ve destê rêxistina xwe xurt bikin. Ji bo ku em karibin hebûna xwe mîsoger bikin. Dixwazin siyaseta ku li dijî Elewî û Durziyan dimeşînin li dijî gelê Kurd jî bimeşînin.”

‘Gelê me li ser pêyan e’

Hêvîn Silêman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê me dixwaze bi awayekî birûmet li ser axa xwe bijî. Sekn û berxwedan jî di vê astê de ye. Koçberî ne çareserî ye. Gelê me soz daye ku li ser axa xwe bimîne û bi awayekî birûmet bijî. Ji ber vê yekê li ber xwe dide û li ser pêyan e. Tu kes ne bi êrişan ne jî bi şerê taybet dê nikaribin hêza vî gelî bişikînin.”

 

 

Etîket: EşrefiyeHelebMeclîsa Gel a Şêxmeqsûd û EşrefiyêŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

19 NÎSAN 2026
Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

1 NÎSAN 2026
PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

21 ADAR 2026
Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Efrîn û Helebê daxuyaniyek da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Efrîn û Helebê daxuyaniyek da

21 ADAR 2026
Sîpan Hemo: Armanca êrişan ew e ku parçebûn û nakokiyan çêbikin

Sîpan Hemo: Armanca êrişan ew e ku parçebûn û nakokiyan çêbikin

21 ADAR 2026
Nijadperestan li Efrîn û Helebê êrişî Kurdan kirin

Nijadperestan li Efrîn û Helebê êrişî Kurdan kirin

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (20)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne