Parlamenterên çar partiyan Almanyayê bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo kurdên li Helebê bi lezgînî têkevin nava liv û tevgerê.
Bang ji aliyê parlamenterê Meclisa Federal a Almanya ji Bundnis 90/Die Grunen Max Lucks, parlamentera Die Linke Cansû Ozdemîr, ji Koma Meclisê ya Federal a CDU/CSU Johannes Volkmann û ji Koma Meclisê ya Federal a SPD Serdar Yuksel ve hat kirin.
Di daxuyaniya banga hevpar de ev tişt hatin gotin:
“Li Sûriyeyê ji nû ve zêdebûna pevçûnan me dixe nav fikarên kûr. Artêşa Sûriyeyê taxên Kurdan herêma qedexe îlan dike, bombebaranên giran û bi dronan êrîşên leşkerî pêk tîne. Ev tundjiya sîstematîk ku berê di komkujiyên li dijî civaka Durziyên li Siwêdayê û sivîlên Elewiyan li peravên Sûriyeyê de hatibû dîtin, rê li ber karesateke mirovî ya nû vedike. Ji Helebê 46,000 mêr û jinên Kurd neçar mane ku birevin.
Wekî parlamenterên Meclisa Federal a Alman, em bi lezgînî bang li civaka navneteweyî dikin: ji bo gel û cihêrengiya etnîkî û olî yên li Sûriyeyê bên parastin divê bi lezgîn helwesteke vekirî were girtin. Divê em çavên xwe negirin û divê em çerxa nû ya tundiya ku ji hêla hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve tê kirin rawestînin.
Ji bo bidawîkirina êrîşên herî giran ên li Helebê ku piştî hilweşandina Esed pêk tên, ne dereng e. Mafê herî bingehîne ku Sûriye li ser bingeha ewlehî û çarenûsa xwe diyar bike. Sûriyeyek aram û ewle tenê bi naskirina wekhev a cihêrengiya etnîkî, olî û di şert û mercên wekhev ên lihevkirina bi kurdan re pêkan e.”













