• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    HSDê îdaya êrîşa li Dêr Hafirê derewand

    HSD: Li herêmê tevgera balafirên dewleta tirk heye

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    HSDê îdaya êrîşa li Dêr Hafirê derewand

    HSD: Li herêmê tevgera balafirên dewleta tirk heye

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Partiyên Kurdistanî: Bêyî aktoriya Kurdan li wê herêmê aramî ava nabe

Fexredîn Kiliç - Gulîzar Turkoz / AW

11 ÇILE 2026 - 09:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO, WÊNE
A A

 

Amed – Endam û rêveberên PDK-Bakur, PSK û PWKê ku êrişên li dijî taxên Şexmeqsûd û Eşrefîyê şermezar kirin, diyar kirin ku divê êrişên li dijî Kurdan bên sekinandin û destnîşan kirin ku bêyî aktoriya Kurdan, îstîkrar û aramî li wê herêmê ava nabe.

Êrişên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê didomin. Bertekên li dijî êrişan jî berdewam dikin. Endam û rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) têkildarî êrişên li dijî taxên Helebê ji ajansa me re axivîn.

‘Divê êrişê li ser Kurdan bên sekinandin’

Endamê PDK-Bakûrê Sertaç Bûcak da zanîn ku hem Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hem jî Yekîtiya Ewropayê (YE) li gel Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê di nav hewldanan de ne da ku van êrişên li ser Kurdan bidin sekinandin. Sertaç Bûcak bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di êrişan de û wiha got: “Li gorî daxuyaniya birêz Îlham Ehmed a şeva borî, rola Tirkiyeyê di vê mijarê de mixabin gelekî nebaş e. Tirkiye ji aliyekî ve piştgiriya siyaseta hikûmeta Sûriyeyê dike û ji aliyê din ve dengê xwe li dijî geşedanên li Xezayê bilind dike. Lê belê, heman tiştên ku li Xezayê li dijî sivîlan tên kirin, îro li Helebê jî li dijî sivîlên Kurd tên meşandin. Tiliya Tirkiyê di nav vî şerî de heye û piştgiriya van êrişan dike.”

‘Divê Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê bikişîne’

Sertaç Bûcak anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê divê destê xwe ji Sûriyeyê bikişîne û ev tişt gotin: “Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku destê xwe ji Rojavayê Kurdistanê û ji Sûriyê bikişîne. Heke niyeta wan a piştgiriyê hebe, bila ji bo çareserkirina pirsa Kurd a li Sûriyeyê û ji bo avakirina welatekî demokratîk û azad piştgiriyê bidin. Lê belê, baweriya min bi van daxuyaniyan nîn e; ji ber ku em siyasetên wan ên klasîk û kevnar baş dizanin.”

‘Divê êrişên li ser Kurdan demildest bên sekinandin’

Di dawiya axaftina xwe de Sertaç Bûcak anî ziman ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê radigihînin û got: “Wekî gava duyem, em daxwaz dikin ku êrişên li ser Kurdan demildest bên sekinandin, mudaxaleyeke navneteweyî ji bo çareseriya pirsa Kurd li Sûriyê pêk were û ev êrişên li ser gelê me bi dawî bibin.”

‘Bi her awayî dijminahiya Kurdan dikin’

Serokê PSKê yê Giştî Bayram Bozyel diyar kir ku êrişên li ser Helebê ji bo wan nebûye surprîz û got: “Rêveberiya nû ya Şamê, par jî êriş biribûn ser Elewiyan. Wekî hûn jî dizanin, li devera deryaya Spî êrişî Durziyan jî kirin û li wê derê gelek komkujî pêk anîn. Ev karakterê wan e û ji bo vê yekê jî guncav e. Lewra ev tevger, nêrîneke hov, nijadperest û nûxwaz e ku niha li Şamê li ser desthilatdariyê ye. Bi her awayî dijminahiya Kurdan dikin. Heleb ji bo van komên nijadperest xaleke lawaz e; ji ber ku li wê derê gelê Kurd di nava dorpêça Ereban de ye. Têkiliya wan a bi Rojavayê Kurdistanê re hatiye birîn û çekên giran di destê wan de nîn in. Tenê asayîşa hundirîn ji bo ewlehiya taxê kar dike. Ev rewş, Kurdan ji bo rejîmê dike hedef.”

‘Di êrişan de piştgiriya Tirkiyeyê heye’

Bayram Bozyel di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di warê siyasî de dixwazin destê gelê Kurd li ser maseya danûstandinan lawaz bikin lê di eslê xwe de, ev hewldan metirsiya qirkirinê bi xwe re tîne. Niha li wê derê zêdetirî du sed hezar mirov li ber kuştinê ne. Dema ku hûn miletê xwe ji axa wî derxin û bikujin, ev bi serê xwe jenosîd e. Ne şert e ku du sed hezar kes bên kuştin; niha jî hejmara qurbaniyan her ku diçe zêde dibe. Mixabin, di vir de teşwîq û piştgiriya Tirkiyê jî heye û bandora wê gelekî eşkere ye. Hêzên navneteweyî jî, bi taybetî Amerîka, dengê xwe nakin û çavên xwe girtine. Amerîka niha dixwaze Tirkiye û Îsraîlê nêzî hev bike, lewma naxwaze li dijî Tirkiyê helwesteke tund nîşan bide. Ev bêhiqûqiyeke mezin e; ev helwesteke li dijî Kurdan, terorîst û nijadperest e û em vê yekê şermezar dikin.”

‘Em van êrişan wek komkujî pênase dikin’

Bayram Bozyel dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ev êriş nabe sedama têkçûna doza Kurd a li rojavayê Kurdîstanê û wiha got: “Lewra doza miletê Kurd dozeke rewa ye û bêyî aktoriya Kurdan, îstîkrar û aramî li wê herêmê ava nabe. Em bi her awayî piştgiriya Tevgera Kurd a li rojavayê Kurdistanê dikin û van êrişên li ser Helebê bi tundî şermezar dikin. Em van êrişan wekî komkujî pênase dikin.”

‘Li ser gelê Rojava êrişên hovane didomin’

Cîgirê Serokê PWKê yê Giştî Mehmet Can Azbay ku êrişên li ser taxên Helebê şermezar kir, bi lêv kir ku li ser gelê Rojava êrişên hovane didomin û got: “Li dîaspora an li welat em bertekên xwe nîşan didin. Û em ji gelê xwe re dibêjin ku hûn tenê nînin, Kurdistan yek welat e, Rojava Rojhilat e. Di wê çarçoveyê de, di wê mentalîteyê de îro li wê derê ew cîhadîst kom kirine ku di nav kevanekê de jê re dibêjin dewlet, ne dewlet e, ev dixwazin li ser Kurdan qirkirineke nû bikin, cihê Kurd lê hene paqij bikin. Di vir de tenê ew cîhadîst nînin, xwediyê wan cîhadîstan hene, dewleta Tirkiye, dewletên din hene û dewleta cîran Îranê. Ev dewletên Kurdistan nav xwe de kirine çar parçe hemû di vir de hene û dewletên desthelatdar jî ji bo berjewendiyên xwe car caran tawîzan didin van dewletan li gorî wê tevdigerin. Divê miletê me zanibe eger li hemû parçeyê Kurdistanê em bi hişmendiya neteweyî tev negerin, wek milet tev negerin û siyasetek netewî dernexin pêş, em ê her tim bi trajediyên bi vî rengî re rûbirû bibin.”

‘Dixwazin gelê Kurd bifetisînin’

Mehmet Can Azbay axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li Kerkukê, li Helebê, li Efrînê, li Serêkaniyê, li Sûrê ev qirkirin hatin dîtîn. Yanî ev siyasetek xema ye, ev siyasetek lihevkirî ye, car caran miletê Kurd dibe qurbanê van. Di bin wê sembola taxê de bi rastî dixwazin miletê Kurd bifetisînin. Ji bo wê em bang li miletê xwe dikin û bang li hemû aliyên din dikin, dibêjin bêdeng nemînin, bêdengî pejirandina van bûyeran e. Ji bo wê em bi her awayî dengê xwe bilind dikin û em dibêjin Kurd miletek e, ji bo mafên xwe yên demokratîk, statu û siyasî têdikoşe. Îro çawa li ber xwe dide dê sibê jî li ber xwe bide heta ku bigihije armanca xwe, ev têkoşîn dê berdewam bike.”

Etîket: Cîgirê Serokê PWKê yê Giştî Mehmet Can AzbayEndamê PDK-Bakûrê Sertaç BûcakPDK-BakurPSKPWKSerokê PSKê yê Giştî Bayram Bozyel
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Êrişên li dijî taxên Kurdan ji holêrakirina destkeftiyên Rojava ye”

‘Êrişên li dijî taxên Kurdan ji holêrakirina destkeftiyên Rojava ye”

10 ÇILE 2026
Partiyên Kurdistanî: Ji bo yekîtiyê divê êdî li Bakûr tifaqek pêk were

Partiyên Kurdistanî: Ji bo yekîtiyê divê êdî li Bakûr tifaqek pêk were

12 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (387)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne