Li gel berfirehbûna serhildanan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, gelek welatan seferên balefirê yên ji bo Îranê betal kirin.
Li Îranê serhildana gelan di roja 15emîn de berdewam dike. Li dehan bajar û bajarokê Îranê bi milyonan kes daketin qadan û heta derengiya şevê bi dirûşman xwest ku rejîm demildest îstîfa bike. Bi zêdebûn û domdarbûna xwepêşandanan pergala Îranê hate ber rawestandinê. Ligel gelek pêwistiyên rojane trafîka hewayî ya Îranê jî hate asta rawestanê. Her wiha gelek şirketên veguhestina hewayî jî bi boneya xwepêşandanan seferên xwe yên ji bo Îranê betal dikin. Herî dawî Lufthansa, Flydûbaî, THY, Ajet, Pegasûs, Qatar Aîrways û Aûstraîan Aîrlaînsê seferên xwe yên ji bo Îranê betal kirin. Bi boneya nediyariya xwepêşandanan û rewşa Îranê dê sefer kengî dest pê bikin nehat zelalkirin.












