Bafel Talabanî di pêvajoya nîqaşên ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê dideşin de bi serokên partiyên siyasî yên Iraqê re civiya û diyar kir ku helwesta wan li gorî feraseta Celal Talabanî ye.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Celal Talebanî, li Bexdayê bi Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî Emmar El-Hekîm û bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî re di heman rojê de hate cem hev. Di civînê de, Cîgirê Serokê YNKê Rifat Abdullah, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Derbaz Kosret Resûl û Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî amade bûn. Şande li ser gavên pêwîst ên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatin kirin. Her du alî ser girîngiya temamkirina prosedurên qanûnî û destûrê nîqaş kirin.
Vîzyona avakar a havbeş
Bafel Celal Talabanî li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga neteweyî ya di navbera partiyên siyasî de sekinî û balkişand ser pirsgirêka çareseriyên bi riya diyalogê û wiha got: “YNK li gorî stratejiya Serok Mam Celal dixebite da ku ruhê hevkariyê û hevgirtinê xurt bike û xizmetguzariyên çêtir pêşkêşî welatiyên me yên hêja bike.” Gotûbêj li ser rewşa siyasî ya li Iraq û herêmê hatin kirin û her du aliyan girîngiya nêzîkbûna aliyên siyasî û pêşxistina vîzyonek hevbeş ya ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hat meşandin.








